Jinên Çemçemalê dixwazin çanda Kurdî biparêzin

Jinên navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê bi riya berhemên dest û bikaranîna berhemên çanda Kurdî ji bo parastina çanda Kurdî ya kevnar dixebitin.

NÎHAYET EHMED

Çemçemal – Navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê xwedî çand û berhemên taybet ên xwene. Bajarokê Çemçemal yek ji navçeyên herî kevnar ê Başûrê Kurdistanê ye û di aliyê erdnîgarî de dikeve sînorê navçeya Germiyan.

Ev bajarok jî weke navçeyên din, xwedî gelek berhemên çandî yên kevnar e ku di demên berê de piranî bi destên jinan dihat çêkirin û heta roja îro jî bi çanda Kurdî tê nasîn, ji wan lîf, sicade, balîf, rîsîna teşiyê, nexş, meşk û parzûn û hwd. 

Navenda Ciwanên Bajarokê Şoreş li Çemçemal galeriyeyeke taybet bi berhemên çandî vekirine ku hejmarek ciwan serpereştiya wê dikin û gelek berhemên çandî û berhemên din tê de nîşan didin. Îman Rêbûwar yek ji serpereştiyarên galeriyê ye û der barê armanca vekirina galerî de wiha got: “Em li navenda ciwanan in, me beşek navenda galeriye ji bo berhemên Germiyan veqetandiye, da ku ciwan vê çandê nas bikin. Ew kel û pelên ku me beşek jê veqetandiye ji bo berhemên çandî ku beşek ji dîrok û çanda resen ya gelê Kurd e, di galeriyê de çend cureyên cil û bergên Kurdî bi taybetî yên navçeya Germiyanê tê de pêşan didin. Armanca me ya vekirina vê galeriyê ew e ku ji bo parastin, komkirin û nîşandana berhemên çandî yên navçeyê ne û dixwazin bi vê riyê ciwan van berheman nas bikin.”

‘Gelek jinan malên xwe bi awayê çanda kevnar xemilandine’

Îman Rêbûwar di parastina berhemên çandê de behsa rola jinan kir û wiha got: “Jinên Çemçamalê hemû berhemên çandî parastine ku di demên borî de ji aliyê dayikan ve dihatin çêkirin û niha jî weke berhemên çandî mane. Niha beşek zêde ya jinan malên xwe bi awayê çandî xemilandine û berhemên çandî tê de bi kar anîne. Çemçemal xwedî dîrokek kevnar a çandî ye. Destarek ya genim li gundê Çermû yê sînorê bajarok heye ku dîroka wê digere beriya 5 hezar sal lê belê der barê vê dîroka kevnar de heta niha tu muzaxaneyek li bajarok nîn e ku şûnwarê dîroka wê berhemê çandî ya navçeyê tê de derbixin. Heta niha li bajarokê me ji bo vekirina muzexaneyek taybet ji bo navçeya me hewl nehatiye dayîn. Ji bo ku reseniya navçeyê tê de kom bike û milkê giştî vegerînin muzexaneyê, ji bo wê gelek girîng e cihekî taybet ji bo berhemên kevnar were veqetandin.”

‘Divê jin ji bo parastina çanda Kurdî hê zêdetir hewl bidin’

Îman Rêbûwar da zanîn ku ciwanên bajarok gelek dixwazin çand, dîrok û berhemên çandî yên navçeyê nas bikin û wiha got: “Em ji bi riya navenda ciwanên şoreş hemû van reseniyan didin nasîn. Niha piraniya ciwanan daxwaza cil û bergên kevin dikin. Bi taybetî şelemeyên reng û reng, kulav û pûşî ku jin bi destên xwe dinexşînin. Daxwaza min ji jinên navçeyê ew e ku ji bo parastina çanda Kurdî hewldana zêdetir bidin û heman rêbazên pîrik û dayikên xwe bi kar bînin.”