Ji Hunergeha Welat berhemeke nû

Hunergeha Welat strana xwe ya nû ya “Em Herin Gund" bi klîbekê weşand.

Navenda Nûçeyan- Hunergeha Welat ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên çand-hunerî dimeşîne; berhemeke nû weşand. Hunergeha Welat strana "Em Herin Gund" bi klîbekê parve kir. Di stranê de jiyana gund tê vegotin û Rona Egîd stranê dibêje. Gotinên stranê jî yên Bawer Can Arî ne. Derhênerê klîbê jî Roder Dimilî ye.