Ji bo 8'ê Adarê diyariya Klîba "Jina Sûrî"

Di bin navê "Jina Sûrî" de, Navenda Hîlala Zêrîn amadekariya klîbek derbarê têkoşîn û berxwedana jina Sûrî de dike. Ev klîp jî di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bê pêşkêşkirin.

NÛR EL-EHMED

Reqa- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Navenda Hîlala Zêrîn amadekariya xwe ji bo darxistina klîbekê bi navê ‘Jina Sûrî’ dike. Klîp li kantona Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kişandin û li navenda Serdem a kantona Hesekê nêzî mehekê hate tomarkirin. Klîp bi beşdariya 28 endamên jin hatiye amadekirin. Tê de komên govendê, stran û Koma Eldefê jî hene. Klîp balê dikşîne ser têkoşîn û berxwedana jina Sûrî, di heman demê de peyameke ji her jinek ku ji bo pêşerojek baştir li berxwe dide ye.

Rêveber û endamên Hîlala Zêrîn der barê klîpa "’Jina Sûrî’ û amadekariyên wê de, ji ajansa me re axivîn.

 'Klîp dê bibe dengê jinên Sûriyeyê'

Serpereştyara tîmên teknîkî li Navenda Hîlala Zêrîn Mîdiya Silêman armanca çêkirina klîbê û amadekariyên wê wiha anî ziman: "Sûriye di van demên dawî de şahidiya gelek guhartinên siyasî dike. Ev guherîn jî bandorê li ser rastiya jinan dike. Rolên wê yên di civakê de piştguh dike. Fikra klîbê jî ji vê guherînê derket. Armanca me; em peyama ‘jin dikare di qadên civakî de rol bilîze, bi taybetî jî di qada hunerî de’ ji cîhanê re raghînin. Li kêleka wê em dixwazin bi riya vê klîbê tecrûbe û destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bighînin Sûriyeya nû. Nêzî mehekê amadekarî ji klîbê re hat kirin. Nivîsandina stranê û sazkirina wê, bi koma Keziyan a Eldef, koma Palmêra ya govendê û koma Hêlîn Cûdî ya stranan re pêk hatin. Di klîbê de 28 jin cîh digrin.”

'Klîp wê di 8'ê Adarê de bê pêşkêşkirin'

Mîdiya Silêman destnîşan kir ku hemû cilên di klîpê de hatine lixwekirin, tevahiya çandên Sûriyeyê di nava xwe de dihewînin û wiha got: "Cilên filklorî ku hatine lixwekirin, temsîla çanda her pêkhateyekê dike û weke tabloyek mozaîk rengên pêkhateyên herêmê nîşan dide. Ji bo kişandina klîbê Keleha Cebar hate bijartin. Ji ber ku ew cihekî dîrokî ye û çanda herêmê vedibêje. Em vê stranê diyarî hemû jinên Sûriyeyê yên tekoşer û berxwedêr dikin. Bi taybetî jina Rojavayî ku niha li Bendava Tişrînê berxwedana dîrokî dinvîse. Ev stran dê di 8'ê Adarê de bê pêşkêşkirin û berxwedana jina Sûrî ji cîhanê re bê vegotin. Huner peyameke ji bo gihandina deng û rengê jinan e. Em bê hêvî ne ev klîp bighê armancên xwe."

'Stran hûrgiliyên jina Sûrî vedibêje'

Endama koma stranan Îlav Şêx Muhemed diyar kir ku dixwest mohra xwe ya hunerî li vê klîpê bide û wiha got: "Min xwest mohreke min di vî karî de jî hebe û tecrûbeya xwe pêşkêş bikim. Di vê stranê de dîroka jinên Sûriyê, rastî û hemû hûrgiliyên wê tên vegotin. Di heman demê de balê dikşîne ser têkoşîn û berxwedana jinê ya li hember tengasiyan. Hebûna jinê û beşdariya wê ya ji hunerê re, gelek girîng e. Ji ber ku huner bi hurgiliyê jinê nûjen dibe. Tevî kêşeyên ku me di kişandina klîpê de dîtine jî, me hewl da ku em vî karê xwe bi serkeftî derbas bikin. Em hêvî dikin ku ev stran bibe dengê jina Sûrî ji cîhanê re."

'Bi riya stranê dixwazin dengê jina Sûrî raghînin'

Endama koma Eldef Mîdiya Ibrahîm jî girîngiya vê klîpê anî ziman û wiha axivî: "Amadekirina klîpek bi vî rengî, li herêmê gelek cuda ye. Ji ber ku Reqa di pêvajoya DAIŞ’ê de gelek êş, azar û binpêkirin dît. Her wiha adet û kevneşopiyên paşverû jî hişt jin di çarçoveya malê de bimîne û beşdarî qada hunerî nebe. Ji ber vê yekê me xwest bi riya vê stranê dengê jinên herêmê û asta wê ya hunerî raghînin. Ez hêvî dikim ku wek jinên Rojava, mohrek û hebûna me di Sûriyeya nû de di warê hunerî de hebe."

'Hêvîdar im ev klîp bibe cihê piştevaniyê ji jinan re'

Endama koma govendê Ceylan Silêman jî derbarê beşdariya xwe ya li klîbê de wiha got: "Min ji fikirê şêwaza klîbê gelek hez kir. Ji ber vê yekê min xwest hebûna xwe di vê klîbê de îsbat bikim. Em bi govenda xwe beşdarî klîpê bûn. Em dixwazin ev klîp û karên me bibin cîhê piştevaniyê ji bo jinên ciwan da ku karibin di hunerê de rola xwe bilîzin. Divê her jinek ciwan ku hebûna xwe di hunerê de dibîne, beşdarî navenda Hîlala Zêrîn bibe."