Hunermend Arêz: Di her tabloyekê de bi zimanekî cuda diaxive
Hunermed Arêz Sarwar çayxaneya xwe veguherandiye pêşengehe ku bi riya tabloyên xwe tê de huner, nasnameya Kurdî û civakî nîşan bide.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li ber bêhna qehweyê û di bin siya tabloyên rengîn de, jinek ku jiyana wê di navbera du cîhanan de dabeş dibe, cîhana fêrkirina zarokan û cîhana hunerê. Ew jina ku ji Peymangeha Hunerên Bedew mezûn bûye û niha li baxçeyê zarokan mamosteya hunerê ye, lê gava tiliyên wê bi rengan li ser tabloyê digerin an jî bi boyaxê xêzan dikşînin, çîrokeke din dest pê dike. Bi hev re huner û jiyana rojane dihewîne, qehwexan ne tenê cihek ji bo vexwarina qehweyê ye, lê galeriyek biçûk e ku dîwarên wê bi tabloyên ku her quncikekî çîrokeke taybet digrin hatine boyaxkirin.
Hunermend û Mamoste Arêz Sarwar, behsa jiyan, kar û xewnên hunermendekî dike. Arêz hewl dide peyamek mirovî û neteweyî di navbera reng, pêçan bizmar, xweza û rûyên jinan de veguhezîne, peyamek ku di her tabloyekê de bi zimanekî cuda diaxive.

Mîna galeriyek biçûk li çayxaneyê dinhêre
Hunermend û Mamoste Arêz Sarwar diyar kir ku ew 11 sal in wekî hunermend dixebite û li baxçeyekî zarokan hunerê hîn dike. Arêz wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Ez xwendekarên baxçeyê zarokan bi awayekî akademîk fêr û perwerde dikim, li ser tabloyên bi mezinahî û şêwazên cuda dixebitim. Ne tenê bi boyax û firçeyan, di heman demê de bi cam û pêçana li ser bizmaran jî. Ez li ser daxwazên welatiyan bi têl û mîxan jî dixebitim. Ez dixwazim ku tabloyên min dema ku tên dîtin nasnameya min ango Kurdbûna min nîşan bidin. Di sala 2022’yan de, min û hevala xwe qehwexaneyek biçûk ava kir. Li ser vê qehwexanê mohra huner û wênesaziyê heye. Tabloyên li qehwexaneyê yên min in. Qehwexane hatiye bexşandin û em wekî galeriyek biçûk lê dinhêrin.”

‘Ez wêne û êşa jinan xêz dikim’
Hunermend Arêz destnîşan kir ku ew karê xwe bi pêçan çêdike û wiha berdewam kir: “Çend tabloyên min li ser perçeyek text hatine boyaxkirin. Ez perçeyek textê bi mezinahiya ku ez dixwazim, tînim. Piştre gelek pêçan berhev dikim û bi destan dibirim û her tiştê ku dixwazim, boyax dikim. Her tabloyek, herî kêm 10 rojên min digre. Hewl didim ku berhemên xwe bi daxwazên welatiyan ava bikim. Lê gava ku tabloyên xwe çêdikim, pirî caran wêneyên jinan û êşa jinan çêdikim. Bi rêya tabloyên min, ew pir caran wêneyên mirovan dixwazin û ez wan wekî diyariyan ji bo hezkiriyên xwe çêdikim. An jî ew pir caran li xwezayê û tabloyek digerin da ku li quncikekî malên xwe ji bo armancên bedewiyê nîşan bidin, digerin.”
Arêz Sarwar di dawiyê de armanca xwe bi van gotinan anî ziman: “Armanca min ew e ku ez nasnameya Kurdî li gel hunera xwe bi cîhanê bidim nasîn û di pêşerojê de galeriyeke min a mezin hebe da ku biyanî karibin serdana galeriya min bikin û berhem û pêşengehên min bidin nasîn.”