Di Mîhrîcana Altin Portakalê de ji Tilbe Saran banga azadiyê
Di vekirina Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê de, lîstikvan Tilbe Saran xelata rûmetê girt û bang kir ku kesên bi awayekî bêmaf hatine girtin werin berdan.
Navenda Nûçeyan – Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê lidarxistin, cara 63’yemîn deriyên xwe vekir. Mîhrîcana Altin Portakal bi merasîma kevneşopî dest pê kir.
Merasîma vekirina Mîhrîcanê ku îsal di navbera 24-31’ê Cotmehê de dê bê lidarxistin de, li Hola Sporê ya Antalyayê pêk hat. Di vekirina mîhrîcanê ku dê heta 31’ê Cotmehê berdewam bike de, xelata rûmetê dan Tilbe Saran û Menderes Samancilar her wiha xelata serkeftina jiyanê ya Sînemayê jî dan Suzan Kardeş û Abdurrahman Keskîner. Di merasîmê de azadiya derbirînê, edaleta civakî û wêrankirina ji ber şeran çêdibe bû rojev.
Ji Tilbe Saran bang
Tilbe Saran ku xelata rûmetê girt, di axaftina xwe de banga berdana kesên bi awayekî bêmaf hatine girtin kir. Tilbe Saran bal kişand ser fonksiyona civakî ya hunerê û bi gotinên; “Huner kulîlkek ku di betonê re derbas dibe û silavê dide me ye” bal kişand ser hêza sînemayê ku yên jibîrkirî nîşan dide. Tilbe Saran di axaftina xwe de wiha got: “Bi hêviya ku parlementer, rojnamevan, parêzer, plansazên bajar, sînemager, burokrat, şaredar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ên ku îro bi awayekî bêmaf di girtîgehê de ne, di zûtirîn demê de bi bêhna lîmonê û kulîlkan bên cem hev.”