Deq: Şahidiyeke zindî ya dîroka jinên Kurd û berxwedana bedenê

Ji Kirmaşanê heta Dihokê, deq wekî bîr û mîrasa nivîsandina dîroka jinên Kurd li ser çermê wan e. Nexşên kevnar ên ji roj, heyv û stêrkan pêk tên, ne tenê xeml in; îfadeya parastin, naskirina çandê û berxwedana li hemberî zextên baviksalarî ne.

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Ji Kirmaşanê heta Îlam, Sine, Mehabad û Dihokê, li ser rû û destên jinên Kurd ên temenmezin nexşên ku li herêmê jê re "deq" tê gotin hene. Ev roj, heyv û komstêran tînin bîra mirov. Ev nîşan ne tenê xeml in, di nava baweriyên kevnar ên ku nifş bi nifş dimînin de jî kok digrin.

Ev deq wekî şahidiyeke zindî ji bo bîranîna netewek û pirek di navbera rabirdû û niha de xizmet dikin; nexşên ku girêdaneke kûr di navbera jiyana jinan û cîhana giyanî ya li dora wan de diafirînin, dîrok û mîtosan li ser bedenên wan dinivîsînin.

Şahidiyeke zindî ya dîrokê

Mariya T. xwendekara beşa dîrokê ye, diyar dike ku deq û neqş bi qasî dîroka mirovahiyê kevin in. Mariya wiha dest bi axaftina xwe dike: “Delîlên kevnar nîşan didin ku mirov ji pênc hezar salan zêdetir e li ser bedena xwe nexşên mayînde çêdikin. Van nexşan sembolê olî, rêûresmî, bawerî, şîfa û heta civakî ne. Ev dîroka dirêj nîşan dide ku deq li herêmên Kurdan xwediyê rehên pir kevnar in û ne diyardeyek in ku bi çend sedsalên dawî ve sînorkirî ne. Gelek ji nexşên ku îro li ser çermê jinên Kurd ên temenmezin tên dîtin, di demên berê de li ser rûyê seramîk, amûrên rêûresmî û tiştên rojane jî hatine çêkirin. Ev bi zelalî nîşan dide ku nexş xwedî wate û girîngiyeke kûr in û ne tenê ji bo armancên estetîkî ne.”

Bîra çandî û mîrata dîtbarî

Mariya wiha pê de diçe: “Vê girêdanê di navbera hunera beden û nexşên kevnar de, deqê kiriye beşek ji bîra çandî û mîrata dîtbarî ya gelê Kurd. Her çendî ev celebê deqan pir caran li ser rû, destên jinên temenmezin tê dîtin jî di nav mêran de jî hebû. Lê belê hema hema hemû jinên Kurd ên temenmezin şopên vê rêûresma kevnar li ser bedenên wan hene, ku bêguman girîngiya vê mijarê nîşan dide.”

Ji sembola bedewiyê wêdetir e pîrozî û parastin e

Tato û deqên kevnar ku kokên wan digihîjin Mezopotamyaya kevnar, di nava jinên Kurd de bi taybetî li deverên Yarsan ên Kirmaşanê ji sembola bedewiyê wêdetir şikil girtine. Ew beşek ji nêrîna wan a cîhanê, pîrozî, parastin û şîfayê ne. Tevî vê dîroka dirêj, guhertinên civakî û siyasî û derketina holê ya baweriyên nû di salên dawî de ev kevneşopî pir kêm kiriye û niha tenê di nava jinên temenmezin de tê dîtin. Lê belê di demên dawî de, pêleke nû ya vejînê derketiye holê ku armanc dike van sêwiranan bi nasnameya çandî û bîra kolektîf ve gire bide û vegotinên devkî yên li pişt van sêwiranan kirine mijara lêkolîneke kûr.

Yek ji van jinan, Turan Aslanî (navê wê yê rast nîn e), bi awirekî tijî bîranîn nexşên li ser bedena xwe nîşan dide û dibêje: "Me berê roj li ser bedenê xwe xêz dikir da ku ronahî û geşbînî her dem di jiyana me de biherike. An jî me wêneyên kulîlk, gul û çîçekan dineqişandin da ku ciwanî û zindîbûn qet ji ruhê me dernekeve."

Turan wiha pê de çû: "Li ser destên dayîka min şêweyekî dara çamê hebû, wê bawer dikir ku ev şêwe dê êşa di destên wê de derman bike. Her yekê ji van şêweyan mûcîzeyeke taybet hebû; mûcîzeyek ku wate û hêvî dida jiyana me. Lê îro, piraniya van baweriyan hatine jibîrkirin. Pir kêm keç êdî dixwazin deqan li ser çermê xwe çêbikin û ev kevneşopiya kevin hêdî hêdî ji bîra civakî winda dibe."

Bîra devkî û çavkaniyên windabûyî yên deqê

Turan bi van gotinan girîngiya mijarê tîne ziman: "Berê, ev şêwe bi baweriyên giyanî, şîfayê û daxwazên mirovan ve girêdayî bûn, xweza û jiyanê dikirin yek. Ev çand îro winda dibe û tenê di bîra devkî ya mirovan de dimîne. Ji ber ku çavkaniyên nivîskî yên li ser vê mijarê kêm in, ji bo eşkerekirina sirên van şêweyan, pêdivî heye ku mirov guh bide çîrokên hilgirên orîjînal ên vê çandê."

Rojnamevan Şîwa S. ku demek dirêj e li ser vê mijarê lêkolîn dike, destnîşan kir ku wê li gelek deverên Kirmaşanê lêkolîn kiriye û encamên li wan deran nêzî hev bûne. Şîwa wiha tîne ziman: “Lêkolîna min li ser herêmên cuda yên Kirmaşanê bû lê di nava van herêman de baweriyên hevpar hema bibêje wekî hev bûn. Ev bawerî nîşan dide ku piraniya jinên ku van nexşan li ser bedenên xwe xêz kirine, têgihîştineke hevpar a wateya vê rêûresmê parve kirine."

Resenî û wateya madeyên ku di deqê de tên bikaranîn

Şîwa destnîşan dike ku ji nêrîna wê, yek ji beşên herî girîng ên pêvajoya xêzkirina van nexşan, madeyên xav ên hatine bikaranîn in. Şîwa bilêv dike ku: “Divê dûmana çirayê bi şîrê jineke ku keçek aniye dinyayê re were tevlihevkirin. Gelekan bawer dikir ku şîrê jineke wisa dê piştrast bike ku reng çêtir li ser laş bimîne û demdirêjtir be. Komekî din digot ku ev rêûresm bi tevahî jinan e û divê şîrê jinekê ku pitikek keç aniye dinyayê hat bikaranîn. Her çend ev bawerî di nihêrîna pêşîn de sade xuya bike jî bi rastî qatên kûr ên eslê rêûresma deqê eşkere dike; qatên ku nîşan didin nirxa jinan û cihê wan ê di nava çanda herêmî de. Rêûresma deqê bi xwe nîşan dide ku jin dikarin li ser bedena xwe biryaran bidin û li ser wan şêwazên mayînde biafirînin. Ev pratîk cureyekî îlankirina serxwebûn û xwedîderketina li bedenê bû.”

Deq wekî sembola berxwedanê û azadiya bedenê

Şîwa wiha berdewam dike: “Di van demên dawî de ev mijar girîngtir e. Bi dehsalan li Îranê, her çendî bi awayekî rasterast qedexe nebe jî zextên civakî, şerîet û avahiya baviksalarî rê li ber jinan girtine ku biryareke piçûk jî li ser bedana xwe bidin an jî bi heneyê nexşeyeke sade û demkî xêz bikin. Hûrguliyên li ser koka rêûresma deqê û baweriyên derdora wê bi rastî pir girîng in; ji ber ku ew nîşan didin ev kevneşopî ne tenê kiryarekî bedewiyê ye lê îfadeyeke çandî û civakî ye. Di qatên xwe yên veşartî de, deq nîşaneyeke berxwedana jinan a li hemberî qedexeyan û girîngiya ku ew didin mafê hilbijartinê û afirandina wateyê li ser bedena xwe ye.”

Dîroka nenivîsandî ya jinên Mezopotamyayê

Wêneyên heyv, roj û bi taybetî jî yên stêrkan ên ku di nav jinan de belav in, nîşaneya xwedawendên kevnar ên wekî "Îştar" (sembola evîn û bereketê) û baweriyên mîtolojîk ên berê ne. Ev girêdan nîşan dide ku çandên kevnar çawa di bîra kolektîf de derbas dibin bêyî ku tenê di bîra takekesî de bimînin û ew çawa li ser bedena jinan mayînde dibin.

Ev motîf, di bingehê de, dîroka nenivîsandî ya jinan e; dîroka jinên ku navê wan di pirtûkên dîrokê de nîn e lê çîroka jiyan û baweriyên gelê xwe li ser çerm û bedena xwe nivîsandine. Îro, ev heman motîf wekî belgeyên zindî ne, sirên dîroka jinan li Mezopotamyayê û herêmên Kurdan eşkere dikin û tebeqeyên veşartî yên çand û nasnameya jinan derdixin holê.