Derhênerên zêdetirî 50 fîlmên Mîhrîcana Fîlman a Rojava jin in
Endama Koordînasyona 6’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî Nadiya Derwîş diyar kir di mîhrîcana fîlman ku dê navbera 13-20’ê Mijdarê de bên nîşandan de, di nava 243 fîlmên ku hatine şandin de 50 fîlm ji aliyê derhênerên jin ve hatine çêkirin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Sînemaya Kurdî di parastina çand, nasname û dîroka gelê Kurd de roleke girîng dilîze û di heman demê de derfetê dide ku deng û serpêhatiyên gelê Kurd bighîjin cîhanê. Di vê çarçoveyê de Komîna Fîlm a Rojava, dê li Qamişloyê di navbera 13-20’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” , 6’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî organîze bike ku bi rêya hunera sînemayê çand û nasnameya Kurdî bêtir bê nasandin.
Endama Koordînasyona 6’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî Nadiya Derwîş, têkildarî girîngî û amadekariyên mîhrîcanê, ji ajansa me re axivî.
Nadiya Derwîş, bal kişand ser girîngiya Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di nav hemû şert û merc û bûyerên ku li Rojava diqewimin de lidarxistina mîhrîcaneke fîlman a navneteweyî, gelek girîng e. Ji ber ku mîhrîcan navneteweyî ye û mêvan û fîlmên ji welatên cuda tê de hene. Ev yek dibe sedem ku mêhvan çanda Rojava û rewşa sînemaya Kurdî nas bikin, her wiha têkiliyên me xurtir bibin û derfetên pêşkêşkirina fîlman zêdetir bibin. Lewma em hewl didin ku îsal mîhrîcan bi awayekî serkeftî û xweş pêk were. Her wiha ev demeke dirêj e ku em ji bo lidarxistina vê mîhrîcanê amadekariyan dikin.”
‘Ji nava 243 fîlman hilbijartin çêbibe’
Nadiya Derwîş ragihand ku di Mîhrîcanê de fîlmên ji gelek welatan wê bên pêşkêşkirin û wiha domand: “Mîhrîcan wekî her sal di 13’ê Mijdarê de, ji bo salvegera şewata Sînemaya Amûdê dest pê dike û di 20’ê Mijdarê de bi dawî dibe. Fîlmên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Misir, Mexrîb, Erebîstana Sûidî, Îspanya, Ukranya û gelek welatên Ewropayê wê bên pêşkêşkirin. Her wiha 243 fîlm, kurtfîlm, belgefîlm û senaryo hatine şandin. Helbet ji nav 243 fîlman wê hilbjartin çêbibe, li gorî fîlmên hilbijartî wê werin pêkêşkirin. Di heman demê de îsal pêşbirkên senaryoyên fîlmên kurt û dirêj jî wê bên li darxistin.”
Nadiya Derwîş, li ser tiştên ku di Mîhrîcanê de wê bên pêşkeşkirin jî agahî dan. Nadiya Derwîş aşkera kir ku her sal di çarçoveya Mîhrîcanê de kargeh, panelên girêdayî sînemayê, bi taybetî jî rola jin a di sînemayê de, semîner û pêşangeh tên lidarxistin. Nadiya da zanîn ku her wiha nîşandana fîlman û pêşbirkên sînemayî jî tên organîzekirin.
‘Berhemên Kurdî gihîştine astekî baş’
Nadiya Derwîş, balkişand ser astengiyên li ber sînemaya Kurdî ya di rewşa heyî de û wiha pê de çû: “Sînemaya Kurdî li seranserê Kurdistanê di warê çêkirina berheman de gihîştiye astekî baş, lê pêwîstî bi avakirina derfetên zêdetir a ji bo berheman û sînemageran heye. Di çêkirina fîlman de zehmetiyên aborî astengiyek sereke ne. Her wiha di warê perwerdehî û pêşxistinê de jî pêwîstî bi kesên pispor heye. Lê belê berhemên Kurdî gihîştine astekî baş û em dikarin bi hev re van astengiyan derbas bikin û berhemên baştir derxînin.”
‘Ev xebat bi hebûna jinan bi awayekî serkeftî dimeşe’
Nadiya Derwîş, balkişand ser girîngiya rola jinê ya di sînemaya Kurdî de û wiha bi lêvkir: “Di nav fîlmên ku hatine şandin de zêdetirî 50 fîlm ji aliyê derhênerên jin ve hatine çêkirin. Her wiha nivîskarên jin jî senaryoyên xwe şandine. Ev yek nîşan dide ku jinan hêza xwe di qada sînemayê de îspat kiriye. Di ekîba amadekariya 6’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî de jî gelek jin hene ku di pozîsyonên girîng de cih digrin. Helbet, bi hebûna jinan ev xebat bi awayekî serkeftî dimeşe. Her wiha jin dikarin bi hest û nêrîna xwe ya taybet, di rêya derhêner û çêkirina fîlman de deng, hêz û zanista xwe bighînin cîhanê.”
‘Em dixwazin çîrokên hevpar ên gelê xwe di sînemayeke azad de belge bikin’
Nadiya Derwîş, ragihand ku Dirûşmeya vê mîhrîcanê ‘Çîrokên hevpar, sînemaya azad’ e” û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Xwesteka me ew e ku em çîrokên hevpar ên gelê xwe di sînemayeke azad de belge bikin.”