Dengê azadiyê: Çîroka jinên li Kirmanşahê stranan dibêjin
Dengê jinên hatine tepisandin, ji çiyayên Kirmanşahê dighê medyaya dijîtal. Gotina stranan, ji bo jinan ji hunerekê zêdetir, bûye rêyek hebûnê. Her dîmen, bûye îmtiyazek biçûk û bi hêz a li dijî feraseta mêr.
NASIM EHMEDÎ
Kirmanşah- Li Kirmanşahê jin, li dijî bêdengiya ku pergala mêr daye ferzkirin û qedexeya gotina stranan, çiya kirine spartegeh û qada berxwedanê û dengê xwe ji nû ve heyî dikin. Stranên ku li çiya olan dide, ji bo jinan ne tenê îfadeyek hunerê ye, bidestxistina hebûna di qada civakî de tune hatine hesibandin e, wek rêyek protestoyê ku li dijî zagonên newekhev û sansûrê derdikeve pêş. Her nota, di têkoşîna kolektîf a jinan de vegotinekê ava dike, têkiliya bi deng û nasnameyê re ji nû ve pênase dike. Bi ketina dewrê ya medyaya dijîtal re, ev stran û çîrok dighê beşên berfireh, platformên kêfê hebûnê dide dengên hatin bêdengkirin, dibe arşîvên dijîtal ku zorî li sînorên qedexeyan dike.
Çûkek ku ji qefesê rizgar bûye
Şaghayegh Q a ji Kirmanşahê dimenên xwe yên stranan di medyaya dijîtal de parve dike, da zanîn ku her dema diçe çiyayê Par-Aur gotina stranan ji bo wê ceribandinek azadiyê ye û diyar kir ku dema li ser çiya dest bi strangotinê dike, xwe wek ‘Çûkek ji qefesê rizgar bûyî’ hîs dike. Şaghayegh anî ziman ku biryar daye vê hîsê bi demê re ji çiyayan bighîne medyaya dijîtal. Dema dest bi parvekirina dîmenên ku dema li çiya strana dibêje di medyaya dijîtal de parve dike kir, diyar kir ku armanca wê ne bal kişand an jî destûrgirtin e, tenê dixwaze dengê wê bê bihîstin. Gotina stranan perçeyek cûdanebûna nasnameyê ye û di wan kêliyan de xwe azad û zindî hîs dike.
‘Kes lêpirsîn nekir’
Şaghayegh wiha got: “Lê dema min dest bi parvekirina dîmenên xwe kir, bi taybetî ji hinek mêran min bertekên neyînî girt. Gotin ji bo balkişandinê tu vê dikî, lê belê kesê lêpirsîn nekir ku jinek çima di malpera xwe ya şexsî de ji bo stran bêje neçar maye ewqas daxuyanî bide. Piştî her dîmenê ku min parve kirî, ez rastî darizandin, biçûkxistin û heta gefan hatim. Hinekan jê nêrînên wek ku li gel me dansê bikî dê gelek baş bûya kirin, hinekan jî hewl dan bi heqaretê min bêdeng bikin. Tevî vê jî gelek jinan ji min re peyam şandin û cesaret dan min û got tu bûyî îlham. Ev peyam ez teşwîqî domandin û mayînê kirim. Wê demê min fêm kir ku pirsgirêk ne tenê stran gotin e, ez bi vê dengî hatim dinê û mafê kesê nîne vê ji min bigre.”
‘Berxwedanek bi hêz’
Aktîvîsta jinan ku ji ajansa me re axivî, bal kişand ku ev salên dirêj e dengê jinan bi awayek sîstematîk tê tepisandin, girîngiya guherînên ku didemên dawî de hatin jiyîn wiha anî ziman: “Dengê jinan bi salan hate qedexekirin û hê jî tê qedexekirin. Lê belê ferqa herî mezin di navbera berê û niha de ew e ku, berê jin neçar diman vê bêdengiyê qebûl bikin, îro jî em dibînin gelek jin bi gotina stranan li dijî vê pergalê têkoşiyane. Ger di qada sîber de an jî li bajarê me Kirmanşah dem derbas bikin, hûn dê rastî gelek kesan bên ku li ber kamerayê wêrek derdikevin û stran dibêjin, hinek caran jî li gel jinek din a ciwan ku ensturman lê dide, dengê xwe dide bihîstin bên. Ev dîmenên ku ji rêzê tên dîtin, di rastiyê de têkoşînek bi hêz a jinan ku li dijî helwdanên ku bi salan hewl daye dengê wan tune bike ye. Ev prformansên biçûk ku di odeyên malên wan û yan jî di dilê çiya de tên kirin, ne tenê dîmenên bi armanca kêfê ne, bibîrxistina bi hêz a îlankirina hebûna me ye. Ev çalakî, tê wateya bidestxistina îfadekirin, hilberandina hunerê û bidestxistina mafên mirovan a bingehîn.
Li Kirmanşah, Sine yan jî li bajarek din ê welat, dema jinek ciwan telefonê veke û stran bêje, îmtiyazek ya dîwarên berê ku bi salan hatî çêkirin vekir. Ev qelişînên feraseta mêr in. Dibe ku biçûk werin dîtin, lê belê wê rojekê ev qeleşîn bibin yek û wê bi hev re dîwar hilweşînin.”
‘Mîrasa herî girîng ku dixwazim ji keça xwe re bihêlim’
Jinek din a Kirmanşahê ku stranan dibêje wiha got: “Mîrasa herî girîng ku dixwazim ji keça xwe re bihêlim, ew e kû xwebûn ti caran nebe hinceta xwe bêdengkirinê. Bi salan tenê ji ber zayenda xwe, min xwe ji strangotinê bê par hişt. Lê belê dema def lê didim û stranan dibêjim, min ferq kir ku deng ne tiştek ku bê kilîtkirin e, wê her rêya xwe bibîne. Dema min cara yekem di nava komek biçûk de stran gotiye, min dît ku jinên din bi ken û çavên tije hêstir li min dinhêrin, min fêm kir ku stran gotin ne tenê hunerek e, di heman demê de di nava jinan de çalakiyek kûr û bi hêz e. Ji ber em hemû ji kêliya ji dayîk dibin, mehkûmê bêdengiyê tên kirin. Lê belê dengê me dikare vê bêdengiyê bişkîne û dibe ku mîsyona min jî, bibe pêşengê şikandina vê tabûyê.”