Dê berhemên huneri yên jinên Hesekê li Navenda Kezwan bigihe hev

Xelat Xidir a cihê xwe di rêveberiya Navenda Kezwan a Jinên Hîlala Zêrîn ku li Hesekê nû hat vekirin de digire girêdayî xebatên dibiniya navendê de bê kirin da zanîn ku ewê hewilbidin berhemê jinan ên hunerî dibiniya saziyê de berhev bikin û navendê bikin cihê perwerda pêşvebirina çandê.

AYA OSMAN
Hesekê - Bi dirûşma "Bawerî bi hêza jinê û parastina rol û pêşengiya wê di hemî warên jiyanê de" Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Navenda Kezwan a Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê li taxa Nasra ya bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berî du rojan bi merasîmekê hat vekirin. 
Xelat Xidir a cihê xwe di rêveberiya Navenda Kezwan a Jinên Hîlala Zêrîn ku nû hat vekirin de digire girêdayî xebatên wan ên bi vekirina navendê re li Hesekê bên kirin ev agahî da: “Armanca me ya vekirina Navenda Kezwan ji bo li Hesekê û derdora wê em bikarin hîn xebatên jinan ên hunerî dibin banê vê navendê de bigihînin hev e. Emê li nava taxan bigerin û xebatên jinan ên hunerî berhev bikin. Pêdiviya me bi parstina ziman û kevneşopiyên me yên bi rêbazên çanda devkî xwe gihandine van rojan heye. Hewceye em jî erka xwe bi cîh bînin û ji niha û şon de nedin windakirin. Ev jî bi rêxistinkirina xebatên çandê yê jinan pêkane. Ji ber em hemû dizanin parêzvanê sereke yê çand û zimanê me jine, dema ew hunera wan a bi awayek xwezayî derdikeve dibiniya navendek wiha de bê berhev kirin dikare hîn zêdetir berhemên bi hêz jê derkeve. Jin çiqas pêşketîbe çand û kevneşûpiyên me jî pêre pêşdikeve, emê jî ji bo pêşdebirina xebatên hunerî yê jinan vê navendê bikin cihê perwerde û pêşdebirinê. Ez spasiya her kesê ku keda wan di ber avakirina navendê de heyî dikim.”