Cubeyê Kabylie mîrasa kûrahiya Amazigh a jinan diteyîsîne

Li herêmên Kabylie ya Cezayîrê, li cihê ku dîrok û azadî ketine nava hev, cilên keveneşop ên Kabylie, bi taybetî cubeyê Kabylie, şahidiya zindî ya nasnameya jinên Amazigh û girêdana bi kokê re sembola berxwedanê ye û hebûna xwe didomîne.

RABIA XERÎS

Cezayîr- Zanaatkar û dîzayner Louiza Tebbattouch a ji bajarokê Maatqa yê Tizî Ouzou, ji sala 1985’an ve mîrasa ku malbata wê daye destpêkirin didomîne û cubeyê Kabylie ji nû ve zindî dike, ruhê nûjen dide lê ji xweseriya wê tavîz nade.

Dema tê gotin jinên Kabylie, di gundan û di aliyê çandî de ji bajarokên dewlemend, dibe bajarên mezin ên wek Tîzî Ouzou û Behaia, cilên Kabylie yên kevneşop ên Cezayîrê tê bîra mirovan, ev cil temsîla nasname, berxwedan û têkoşînê ne.

Tizî Ouzou, paytexta Cerrjra weke bajarên zeytûnan tên zanîn, tenê 30 kîlometre ji peravên Derya Spî dûr e. Bejaia jî yek ji bajarên herî bi kok ê Bakurê Efrîqayê ye.

Bihevrebûna kevneşopî û nûjeniyê

Yek ji navên ku mîrasa Kabylie diparêze û riya ji nûve bihêzkirina bi ruhê nûjen hilbijartiye, Louiza Tebbattoych a li bajarokê Maatqa a Tizi Ouzou ye. Yek ji zanaatkar û dîzaynera li herêmê herî tê nasîn e. Du cihên modayê yên kevneşop bi rêve dibe. Yek li bajarokê Dhra Ben Kheda, yê din jî li navenda bajarê Tizî Ouzou ye.

Louiza Tebbattoych, kokên kevneşop, nasnameya xweser li gorî pêwistiyên çerxa modern xistiye nava hev, bêyî ji berê qut bibe, balê dikşîne ser hûrgiliyan, reng û sembolên ku kesayetiya jinan diteyîsînin bi kar tîne.

Tevî ku ji zanîngeha Mouloud Mammerî ji beşa medyaya dîtbarî mezûn bûye, azweriya wê ya ji bo mîras û daxwaza domandina riya ku malbata wê ji 1985’an heta didomîne, wê ber bi dinyaya dirûtin û nexşan ve biriye û hem di xwecihî de hem jî di qada navneteweyî de nasandina xwe kiriye. Li gorî  Louiza, dizayn ne tenê pîşeyek e, peyama parastina nasname û nirxê estetîk ê çanda Kabylie bi awayekî dorveger derdixe holê.

Cudahiyên herêmî û pirrengî

Louiza Tebbattouch diyar kir ku cubeyê Kabylie û Thqendorth, pirrengiya herêman nîşan dide, terzê her herêmê tê de heye û got: “Mînak li herêma Maatqa ya başûrê Tizî Ouzou cubeyê Thijlit Iwazin heye, ji tayê saf ê spî tê çêkirin û sembola safbûnê ye. Cubeyê bajarokê Maatqa jî bi nexşên dest ên dewlemend, ji kûzikên bi nav û deng ên Kabylie îlham girtine bi awayên geometrîk ji rengên zîvên Cezayîrê îlham girtî tên nexşkirin. Zer, sembola rojê ye, kesk hêza xwezayê, mezinbûn û jiyanê, şîn asîman û sor zindîbûn û germahî ye.

Cilên Kabylie, bi nexşên keda dest û sembolên geometrîk û lawiran xemilandî ne. Ev sembol, nasnameya Amazigh a xweser diteyîsîne. Louiza da zanîn ku yek ji van sembolên herî girîng sembola kevokan e û ev jî jin li hemberî qedexeyên civakî bêrîkirina azadiyê îfade dike.

Di nava sembolên din de sembolên weke genim, hêz, sebir û kêfxweşî û êşê hene.

Îşaretên sembolîk

Louiza Tebbattouch  wiha got: “Jin ji berê ve, dema dizewicîn, ji bo îfadekirina rewşa xwe ya hestiyarî û ruhî, serî li sembolan didan. Ji ber quralên kevneşop û nêzîkatiyên mêrsalarî, li pêşiya anîna ziman a tiştên dijiyan dibûn asteng. Ji ber wê ji bo peyamê bişînin ji dayîkên xwe re di parçeyên kûzikan de sembolan bi cih dikirin. Ger sembola dûpişk hebûya, sembola biçûkxistin û dûrxistinê bû. Ger sembola rûbar hebûya, aramî û bawerî bû. Xal jî îşaret bi zarokan dihat kirin. Bi vê rêbaza sembolîk, jinên Kabylie bêyî ku pêwistî bi peyvan bibînin dinyaya xwe ya hundirîn îfade dikirin, dengê xwe yê bêdeng ji hunerê re dihiştin. Cilên Kabylie yên kevneşop di bingehê de ji çend parçeyên dibû yek pêk tê. Ya herî girîng jî cilê dirêj ê jê re digotin cube bû, ew parçeyê bingehîn ava dike. Kemera ku navê Fouda lê hatiye kirin, derdora navtengê dihat zivirîn, kefiya Mharma, kemere ta ya Hizam, ji bo parçeyan di mil de sabît bike dihat bikaranîn. Toqeyên zîv ku navê Abzimu lê hatiye kirin, wisa dikir ku parçe li cihên xwe bisekinin. Fouda jî çawa tê pêçan di aliyê civakî de wateyek girîng di nava xwe de digre. Jinên zewicî di navtengê de şidayî tê badan, jina ciwan a nezewicî li ber navtengê girê didan, ev rewş wan ji hevdû cûda dike.”

Louiza Tebbachtouch behsa cûrek din ê cube kir û got: “Melhafa a qebîleyî, ji Melhafayên li herêmên din ên Cezayîrê tên dîtin, mînak Melhafiyên li Sahra û Chaouia ne cûdatirin. Melhafaya qebîleyî ji du parçeyan pêktê. Cubeyê bingehîn û bê deste, ji mil rast tê xwarê û hemû beden digre. Ev cilê qebîleyî yê hatî çêkirin, sembolîzma civakê û karê pratîk dikeve nav hev, xwesertiya çanda Berber û dewlemendiya wê bi nifşan tê parastin.”

Terzek lihevhatî û yekbûyî

Cilên qebîleyî yên kevneşop, bi parçe û aksesurên li hevhatin û bûna yek hevdû temam dikin. Di nava yên girîng de Thasabt (parçeya dixwe eniyê) heye. Ev parçe, bi rengên ku ji jubeden îlham girtiye tê nexşkirin. Ji rengên zer, kesk, şîn, sorê mercan û bi giştî ji zîv tê çêkirin. Afzim (Abzim) toqeya zîv ku ji bo sabîtkirina cil tê bikaranîne. Lê belê berê jinan, dem aji bo avê bîne diçin newal û bîran, an jî di mehên peyîz û zivistanê de zeyton komdikir ji bo xwe bi parêzin ev toqe bi kardianîn.

Louiza Tebbachtouch bal kişand ser hûrgîliyek din û got: “Kemere Btharur a qebeleyî ye, kemerek kevneşop ku ji tayê hirî tê çêkrine,  parçeya bingehîn a navtenga jinê tê pêçane. Bi saya hesengiya di navbera cube û aksesuaran de cilên qebîleyî, karên wê yê pratîk, wateyên wê yên sembolîk û nirxên wê yên estetîk tîne ba hev û tam wek berhemek hunerî derdikev holê, kûrahiya çanda Berber diteyîsîne.”