Şanoya Piyên Xas li dijî desthilatdariyê serhildanek e

Jinên di koma şaniyê ya Piyên Xas de dilîzin dibêjin: “Jin li vê erdnîgariyê û cîhanê her dem bi zorî û zehmetî ji bo mafên xwe têkoşiyane. Li dijî desthilatdariyê, bi piyên bêxas be jî jinan her dem serî rakirine. Navê me yê ‘piyên pêxas’ ji ber vê yekê ye. Şano me hînî têkoşîna bi desthilatdariyê re dike.”

ZEYNEP PEHLÎVAN
İzmir - Yek ji endamên koma şanoya “Piyên Xas” a di bin banê Mala Gel a Karşiyakayê de xebatên xwe didomîne dibêje: “Li welatekî ku şano lê hebe, xirabî, nerindî û şaşî wisa bi rehetî çênabin.” Ev kom, hunera xwe ya bi efsûn, ne ji pişt dikê, rasterast ji bo hemû jinên ku dixwazin xwe biceribînin deriyê xwe vekiriye. Hemû lîstikvan û kedkarên li pişt dikê yên koma “Piyên Xas” jin in û kom dixwaze di demên pêş de gelek jin tevli wan bibin û hejmara wan zêdetir bibe. Bi banga ji bo tevlibûna jinên li Îzmîrê, me ev kom ji nêz ve nas kir. Em bi Platforma Piyên Xas re li ser pirsgirêkên ku bingeha xwe ji jinan digrin, çawa dikarin bi hêza şanoyê ji me re ragihînin axivîn. Jinên tevli koma Piyên Xas bûne, balê dikşînin ku şano hem xwebawerbûna wan zindî dihêle, hem jî di xala ramanê de navbeynkariyê dike. 
Em bi hev re bibin şahidên jinên ji koma Piyên Xas (Yalın Ayak) ên ji bo hunera şanoyê hewl didin û dixebitin.  
“Şano me hînî têkbirina desthilatdariyê dike”
Di demên dawiyê de jin ji bo dengê xwe bidin bihîstin, xuyaye ku hêza hunerê pir baş keşf kirine. Ji ber vê yekê di xala muxalefeta civakî de dengê xwe ne tenê ji qadan, carna bi komeke muzîkê, carna li ser dika şanoyê, carna jî bi kurtefîlmek didin bihîstin. Yek ji van Koma Şanoya Piyên Xas a ku ji aliyê şanogera xwedî tecrube Seda Telbuga ve hatiye damezirandin e. Seda, diyar dike ku jinên ji her temenî yên berê qet tecrubeya wan a şanoyê tune bûye dikarin tevli wan bibin û dibêje ku koma Piyên Pêxas, bi hewldaneke kolektîf û fikrên hevpar çêbûye. 
Seda wiha didomîne: “Jin li vê erdnîgariyê û cîhanê her dem bi awayêkî bi êş û zehmet hewl dane bigihîjin mafên xwe. Jin li dijî desthilatdariyê, bi piyên pêxas jî dikaribûne her dem serî rakin. Navê me ji ber vê yekê ye. Şano kedek pir mezin dixwaze. Jiyana her kesê pir zehmet e. Li vir hem ji bo debara jiyana xwe dixebitin hem jî vî karê zehmet dikin. Ev ji bo tu jinê hêsan nîn e. Bi hevalên xwe yên bi ezim re li vir xebatên xwe didomînin. Heta niha sê lîstikên me pêşkêş kirin mijara wan jin bûn. Ez dibêjim her kes divê di jiyana xwe de herî kêm carek di lîstikeke şanoyê de bilîze. Ji bo tu baştir jiyanê watedar bikî, şano xwedî roleke pir girîng e. Aliyê herî bi heyecan ê şanoya jinan ew e ku jin hîn dibin ku gotinên bibêjin hene. Kesek ku nizanibe mafên xwe biparêze, ne dikare jiyana xwe, ne jî jiyana mafên jiyanê yên kesên din biparêze. Li vir em kêmasî û şaşiyên hev dibînin û xwe bi pêş dixin. Em dikarin ji vî karê em dikin ‘psîkodrama’ bibêjin.”
Efsûna dikê, pêşî li newêrekiyê digire
Jinên bi wesîleya Piyên Pêxas şano nas kirine,  destpêkê ji ber fikirîne ku dê di warê teknîkê de naşî bin, hinek bi tirs nêz bûne lê ew efsûna dikê, hemû tirs û fikarên wan bi xwe re biriye. Zeynep Ceylan a du sal in her dem tevli provayan dibe, dibêje ku şano bûye sedem ku ew li gelek tiştên di jiyana xwe bi nêrînek cuda binêre. Zeynep diyar dike ku şanoyê jiyana wê ya civakî zêde guherandiye, ji ber wê jî ew êdî nikare dev jê berde û wiha didomîne: “Wexta ez nû hatim li vir, pir bi vegotina teorîk û xebatên pratîk ên mamoste Seda kêfxweş bûm. Bi saya wê di demek kurt de tirsa min şikiya. Li vir têkiliyên me yên jidil hene. Di hezkirina min a şanoyê de bandorê vê yekê pir heye. Lîstika me ya yekem bêguman amatorî bû lê dîsa jî baş an nebaş, me tiştek diafirand. Çend kes dibe bila be, ez dixwazim li vir berdewam bikim. Ez difikirim ku bi şanoyê min xwe bi pêş xist. Bi qasî têkiliyên min ên civakî, têkiliyên min di nava malbatê de jî pir guherîn. Dema li awêneyê mêze dikim êdî tiştên nû hîs dikim. Ez difikirim ku di demên dawî de zimanê rêxistinbûyînê hinek bi pirsgirêk e. Ev yek mirovan dûr dixe, heta ditirsîne. Li cihê zimanê siyasî, bi çalakiyên hunerî tu dikarî mirovan baştir tevli bikî. Lewre mirov çalakiyên hunerî bi xeter nabîbin û bi wî nêrînê hêsantir dikarin li rêxistinbûyînê binêrin.” 
‘Em ne mecbûr in li gorî ferzkirina hinekan xweşik bin’ 
Tugba Aratici, endama herî ciwan a saziya Piyên Pêxas e. Tugba ya ku hê 19 salî ye, li aliyekî lîseya ku ji neçarî di nîvî de hiştiye ji derve dixwîne, li aliyekî jî xwe tam bi şanoya ku ji bo wê, cihê xwedîtin û bêhngirtinê ye ve girê daye. Tugba, dibêje ku beriya şanoyê nas bike, di jiyana civakî de bi heyecan û sekan bûye û fikiriye ku bi derketina ser dikê, ew dikare vê pirsgirêka xwe çareser bike. Tugba jî yek ji wan jinên ku difikire bi saya şanoyê, gelek bi pêş ketine ye û wiha dibêje: “Min bihîstibû ku jinan komeke şanoyê ava kiriye. Di pêvajoyek ku ez pir bi ber pirsgirêkên jinan diketim lê min nikaribû tiştek bikira, bê teredut tevli vê komê bûm. Li gorî min şano beşa herî baş a hunerê ye û jinek dengê xwe dikare bi rêya wê baş bide bihîstin. Dema ku derketim ser dikê, min xwe pir azad hîs kir. Dema tu li nava çavên jinan mêze dikî û diaxivî, tama wê pir cuda ye. Di lîstikê de ez rola jinek ku xwe estetîk dike dilîzim. Jineke ku her dem wekî prensesek hatiye xwedîkirin. Ez ji ferzkirina rindiyek bi vî awayî jixwe pir aciz im. Jin bi saya vê lîstikê min dikaribû bigota ‘jin  mecbûr nîn in li gorî ferzkirina hinekan rind bin.”   
Dîtina riya hunerê
“Ji bo tu bûyerek, kesayetiyek, an jî ramanek bi riya hunerê ragihînî, divê tu xwedî hêzeke axaftin û îqnayê bî. Di kîjan astê de dibe bila bibe, tu nikarî beşa hunerê bi axaftineke ji rêzê ya siyasî re muqayese bikî. Mînak; fîlmeke sînemayê, çiqas rexneyên dijwar ên polîtîk bike jî, ji ber ku dê rastiyê bi awayê dîtbarî yê estetîk pêşkêş bike, bi qasî siyasetmedarek ku heman fikran bîne ziman rexneyên tûj nagire. Bêguman ji ber ku rexneyên lê werin kirin, bertekên werin nîşandan, dê li dijî wê berhema hunerê bin, pejirandina rexneya fikreke di nava berhemê de dê demek dirêj bigire.”
Hilberîna kolektîf a hunerî derdikeve pêş
“Li welatê me ev pêvajo her çiqas bi vî awayî nebe jî; naveroka wê berhema hunerê dema bîrdoziya serdest aciz bike, bê nîqaş dikare were qedexekirin. Di vê xalê de di roja me de saziyên sivîl ên cur be cur, dikarin qada azad a ji aliyê hunerê ve hatiye ‘meşrûkirin’ ji xwe re tercîh bikin. Di mijarên wekî azadiya ramanê, parêzvaniya mafên jinan, lêgerîna wekhevî û edaletê de, xebatên rêxistinbûnê yên mirovên tên ba hev êdî ji forma xwe ya berê derdikevin, zêdetir di asta hilberîna kolektîf a hunerî de pêk tên. Ev hewldana ku koma şanoyê ya Piyên Pêxas sê sal in didomîne, em dikarin wekî berhemek vê ferasetê binirxînin.”