Çîroka keçek Mexrîbî: Ez bi tenê sax mam
Di romana xwe ya nû ya bi navê "Ez bi tenê sax mam" de nivîskara Mexrîbî Fatima El-Zahra Mahfûz ji ber ku hê jî nirxên jinan ên hestyarî û psîkolojîk kêm in, li ser rewşa jinan a di civakê de nîqaşek vekir.
HENAN HERÊT
Mexrib – Di romana xwe ya nû "Ez bi tenê sax mam" de romannivîs Fatima El-Zahra Mahfûz çîrok û rastiyê tevlihev dike, ezmûnek femînîst pêşkêş dike ku ji îtîrafên takekesî derbas dibe. Balê dikşîne ser birînên zû, tundiya hestyarî ya nedîtî û girêdana zirardar, wekî dirêjkirinên avahiyên civakî ku carna jinan di rewşa qurbaniyên daîmî de datînin.
Roman, jiyana jinekê dişopîne ku li ser paşguhkirinê mezin bûye, bargiraniya wê ji ber xizaniyê, sêwîtiya hestyarî û nebûna piştgiriya malbatê ye. Ji zarokatiyek dijwar li çolê bigre heya ezmûnek evînê ya wêranker ku lawaziya wê ya hundurîn tevî serkeftina wê ya civakî û pîşeyî eşkere kir.
‘Nivîsandina femînîst ne tenê nivîsandina xweser e’
Nivîskar û romannivîsa Mexrîbî Fatima Mahfûz ragihand ku berhema wê ya nû bi navê "Ez bi tenê sax mam", biyografiyeke xeyalî ye ku çîrok û rastiyê tevlihev dike, ezmûneke femînîst parve dike ku ji xwenasînê wêdetir diçe parvekirina civakî ya ezmûnên jinên ku di çarçoveyên cûda yên civakê de jiyane. Fatima got ku nivîsandina femînîst ne tenê pêngavek takekesî an nivîsandineke xweser e, her wihalêpirsîneke civakî ye li ser ezmûna çînek jinan ku di nav lewaziyên hestyarî, psîkolojîk û civakî de jiyane.
Riya jiyan û ji nû ve avakirina xwe ya di ezmûna femînîst de
Fatima Mahfûz da zanîn ku mayîndebûn tê wateya pêşî bi êşê re hevjîyanê û dû re jî bi kûrahî têgihîştina jiyanê bi riya wê û wiha pê de çû: “Bihesibînin ku ji pozîsyona "qurbana bêdeng" ber bi pozîsyona aktorê çalak ve bingeha vê rêyê ye. Di vê çarçoveyê de gotineke nivîskarê rûs Fyodor Dostoevsky bi bîr dixim ku êş çavkaniya hemû hişmendiya kûr e, ku nîşan dide êş dibe ku xalek têketinê be ji bo têgihîştina rastiyên kûrtir. Mayîndebûn ne dawiya çîrokê ye, destpêka wê ye. Ji bo bidestxistina mayîndebûnê, nivîsandin û şikandina astengiyan pêwîst dike.”
Tundiya hestyarî û travmaya zarokatiyê li ser rêya jiyanê
Di romanê de, Fatima Mahfûz birînên hestyarî û zarokatiya nexweş wek bingehên êşa paşê dibîne û wiha dibêje: “Bêparbûna zû, dikare bibe sedema têkiliyên hestyarî yên nehevseng, ku tê de jinek hewl dide ku bi kesên ku ji bo wê ne guncav in an jî bi têkiliyên li ser kontrolê ve girêdayî bibe, bihesibîne ku rabirdûya bê bingeh hê jî di bin kontrola niha de ye û girêdana nexweşî ne tiştek e ji bilî dirêjkirina windahiyek zû. Her wiha roman li ser tundiya hestyarî jî disekine, ku ew wek tundiyek veşartî û bêdeng di civakê de ku şopên fîzîkî yên berbiçav nahêle, zirarên kûr ên psîkolojîk dihêle.”
Zahra Mahfûz bawer dike ku danîna jinan di rewşa qurbaniyan de, bi awayekî nerasterast dibe sedema berdewamiya vê êşê û banga nîqaşeke hişmend li ser rêbazên rizgarkirina jinan ji vê "volkana bêdeng" dike ji ber dibe ku wan veguherîne laşên bê ruh.
’Tenê serxwebûna aborî û pîşeyî têr nake’
Fatima Mahfûz destnîşan kir ku serxwebûna aborî û pîşeyî tevî girîngiya wê şertek pêwîst lê ne bes e ji bo bidestxistina hevsengiyê û wiha got: “Ji ber ku piştgiriya psîkolojîk û saziyên kolektîf ji bo hişyarî û hesasiyetê pêwîst in. Bi taybetî ji ber ku jin li gorî wê di serî de rastî tundiya nedîtî tên û gelek jinên zewicî hene ku ji ber tirsa ji civakê an eşkerekirina zexta psîkolojîk a ku ew pê re rû bi rû dimînin, nerazî ne.”
’Dinvîsim da ku azad bibim’
Di dawiyê de nivîskar û romannivîsa Mexribî Zahra Mahfûz tekez kir ku nivîsandin ji bo wê qîrîna westandin, rizgarî û şîfayê bû û gotina ku ew bawer dike dubare kir: “Ez dinivîsim da ku azad bim.”