Çaremîn mîhrîcana Arîn Bisk û zilfên Aştiyê bi coşeke mezin bi dawî bû
Her bajarak xwedî bîr, çand, reng û çîrokeke taybet e. Li bajarê Kobanê jî çîrok û romanên ji deverên cuda li ser dika şanoyê ya mîhrîcana Arîn Bisk û Keziyên Aştiyê bûn yek.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Bi beşdarbûna 8 komên şanoyê yên ji pêkhate û bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, çaremîn mîhrîcana şano ya Arîn Bisk û Keziyên Aştiyê bi dirûşma ‘Ji her bajarekî çîrokek û ji her dilekî romanek’ hat lidarxistin.
Ji sembola şer bi ber nasnameya hunerî ve
Mîhrîcana Arîn Bisk û Keziyên Aştiyê cara yekemîn di sala 2022’an de weke nasnameyeke girêdayî Kobanê destpê kir. Arîn Mîrkan ku ji herêma Efrînê ye yek ji fermandarên berxwedana Kobanê ye, di 2014’an de, li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Girê Miştenûr çalakiya fedayî pêk anî. Ev çalakiya fedayî di bîra gelê Kobanê û mirovahiyê de her dem zindî ye, yek ji sembolên herî berbiçav a hêz, berxwedanî û fedakariya jinên Kurd e.
‘Me tabloyeke dewlemend a hevgirtî li ser dika Kobanê dît’
Şanoger Leyla Ehmed a ji bajarê Kobanê diyar dike ku jinên şanoger hêmaneke sereke ya di serkeftina mîhrîcanê de ne û wiha got: “Ez şanoyê weke dayîka hunerê digrim dest, ez jî xwe parçeyek ji vê hunerê dibînim ku li milekî şano dibe neynika civakê û weke şanoger jî em hest, peyam û helwestên xwe tînin ziman. Bi taybetî weke jin dika şanoyê derfeta herî mezin e ji bo me, em bi riya wê nasnameya xwe misoger dikin. Îro em gihîştin asteke baş mîhrîcanên şanoyê em li dar dixin û jin hêmana wê ya sereke ne.”
Leyla Ehmed got ku li ser dika navenda çand û hunera Kobanê ji her bajarekî çîrokek û ji her dilekî romanek pêşwaz kirine. Ji Kurd, Ereb û Ermenan, di heman demê de mêvan û temeşavên wê, tabloyeke hunerî ya hevgirtî derketiye holê.
Çaremîn mîhrîcanê îsal di asta Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê de hat lidarxistin. Di vî warî de bi beşdarbûna komên ji Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Reqa, Heleb û Şamê, 7 şanoyên dewlemend ku xwedî çîrokên cuda bûn hatin pêşandan. Di heman demê de cih ji bo komeke ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû veqetandin lê ji ber rê negihîştin mîhrîcanê. Her wiha di roja 1’ê Mijdarê de, şanogerên koma Şano ya Amedê ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bûn ku weke mêvan tevlî mîhrîcanê bûn.
‘Her dem Rojavayê Kurdistanê ji hevdîtinên me bêpar bû’
Şanoger Elvan Koçer a ji Şanoya bajarê Amedê, hestên xwe wiha parve kir: “Beşdarbûna mîhrîcana Şanoyê ya Kobanê kelecan, kêfxweşî û hestiyariyeke pir mezin e. Em her sal li Amedê jî mîhrîcana şanoyê li dar dixin. Herî dawî jî me ya navnetewî li dar xist. Her dem ji Rojhilat û Başûr kom beşdar dibûn lê ji Rojava parçeyek me kêm dima. Hêviyên me her dem ew bûn ku em bi saya hunerê her çar parçeyên Kurdistanê bînin cem hev. Îsal em hatin Rojava û bi taybetî Kobanê ku weke mêvan em tevlî dibin, di heman demê de ezmûna xwe parve bikin, ji bajar û netewên cuda hev nas bikin. Ji bo vê jî hêviya me ew e ku em careke din bi komên şanoyê re derkevin ser dika Kobanê.”
‘Emê vê carê hev li Amedê bibînin’
Elvan Koçer bi van gotinan hêviyên xwe anî ziman: “Em di 1’ê Mijdarê de derbasî Kobanê bûn rojeke pir bi wate bû, ji bo vê jî serdana me bi temamî watedar e. Em dizanin Rojava cihê şoreşa jinan e, Kobanê jî cihê berxwedana gelê me û jinan e. Ji bo vê jî hatina koman hêzeke mezin da me. Em hêvîdar in di mîhrîcana Amedê de, komên Rojava pêşwaz bikin û her çar parçe werin gel hev.”
‘Pêşerojeke serkeftî li benda şanogerên mîhrîcana Arînê ye’
Şanoger Elvan Koçber destnîşan kir ku weke şanogerên Kurd romana xwe bi şanoyeke hevpar binivîsînin û wiha domand: “Lîsitkvan û şanogerên vê qadê ciwan in lê enerjiya wan, bi derfetên heyî û îsrara ku me dît tiştên gelek xweş diafirînin. Ji bo vê jî baweriya me ew e ku pêşerojeke serkeftî li benda van şanogeran e. Bi taybetî Kobanê bajarekî berxwedêr e, em vî ruhî di warê çandî de jî dibînin. Dirûşma mîhrîcanê jî dibêje ‘ji her bajarekî çîrokek û ji her dilekî romanek’ em jî dibêjin ji her aliyê Kurdistanê çîrokek û em bi saya şano û hunerê bînin gel hev. Her şanogerek Kurd bi romana dilê xwe li ser dikê şanoyeke hevpar binivîsînin.”
Atmosfer û hatina gel hev
Mîhrîcan şeş rojan bi gelek çalakiyên şanoyî, pêşandanên hunerî û hevdîtinên çandî derbas bûn. Komên şano yên ji bajar, çand û zimanên cuda, bi riya pêşkêşkirina berhemên xwe ezmûn, dîtin û çîrokên xwe parve kirin. Ji bo vê jî ev hevdîtin derfeta hevnaskirin, li ser rola şanoyê di jiyana civakî û çandî de atmosfereke bi coş a mezin ava kir. Pêşandana her lîstikê li ser dika navenda Çand û Hunera Kobanê, deriyekî nû di cîhana mirovan a çandî, hestiyarî û ruhî de vekir. Lewre jî dik yek bû lê çîrok û roman gelek bûn.
‘Şano qada me ya bi azadî axaftin û tevgerkirin e’
Merdiya Mihemed a 16 salî ya endama koma Ararat a Ermen e wiha got: “Ev du sal in ku ez di xebatên şanogeriyê de me. Derketina me ya ser dikê, ne tenê pêşkêşkirina şanoya me amade kiriye. Lê belê em wan hestan û kelecanan di mêjî û ruhê xwe de dijîn. Ji bo vê jî dika şanoyê ji bo me qadek e ku em xwe tê de azad dibînin.”
Merdiya Mihemed behsa şanoya bi navê ‘Yê ku nayê’ di roja çaran a mîhrîcanê de hat pêşandan kir û wiha domand: “Koma me ya Ararat duyemîn car e beşdarî mîhrîcanê dibe. Me bi sernavê ‘yên ku nayên’ şanoya xwe bi çar kesan pêşkêş kir. Bi kurtasî naveroka wê li ser şer û nakokiyên ku mirov bi xwe re dijî ye. Çawa mirov di mêjiyê xwe de girtîgehan ava dikin û nikarin ji navê derkeve. Çar lîstikvanên wê jî her yek ji wan nûnertiya nakokiyek dike.”
‘Fikir û ramanên me gihîştin hev’
Merdiya Mihemed bi coşeke mezin wiha got: “Ev mîhrîcan gelek watedar bû. Bi taybetî di demeke ku hewldanên mezin ên derxistina tevlîheviya di navbera pêkhateyan de pêk tê. Lê me dît ku mîhrîcanê em hemû anîn gel hev li ser heman dikê fikir û ramanên xwe parve bikin. Di heman demê di mijara hev naskirinê de gaveke pir baş bû, di warê pêşketina şanogeriyê de jî zemînekî xurt e.”
Mîhrîcana Arîn Bisk û Keziyên Aştiyê ku di 30’ê Cotmehê de destê kir, îro bi şahiyeke girseyî ku hemû beşdar û kedkarên mîhrîcanê hatin xelatkirin, bi dawî bû. Mîhrîcana Arîn a şanoyê piştî 6 rojên dewlemend, perdeyên xwe heta 2028’an girt.