Varûna Zerdeşt di tabloyên xwe de jin û xwezayê xêz dike
Varûna Zerdeşt ji zarokatiya xwe ve têkiliyek taybet bi hunerê re daniye. Niha jin û xweza bûne çavkaniyên sereke yên îlhamê ji bo wê, bi firçeya xwe hewl dide çîroka têkoşîna jinên Kurd li ser tuvalê xêz bike.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Ji bo Varûna Zerdeşt, wênexêzî ne tenê huner e, bûye zimanek ji bo derbirîna hizir û hestên wê. Varûna Zerdeşt 17 salî ye û ji zarokatiya xwe ve dest bi xêzkirinê kiriye, bi salane bi firçeya xwe ji bo xêzkirina jin û xwezayê û vegotina çîrokên jinên Kurd, cîhanek ku tê de reng ne tenê reng in, dengê têkoşîn û xewnên jinan e, afirandiye. Ji baxçeyê zarokan bigre heta pêşangeh û mîhrîcanên hunerî, ev rê berdewam kiriye. Riya jineke ciwan ku dixwaze bi firçeya xwe çîroka jinên şoreşger ên Kurd vebêje û li ser tuvalê xeyalên xwe biafirîne.
‘Di tabloyan de behsa xebat û têkoşîna jinên Kurd dikim’
Wênexêz Varûna Zerdeşt wiha got: “Ji zarokatiya xwe ve, ez bi firçe û boyaxan mezin bûme heta bûm 17 salî. Niha jî ez karê wênexêziyê didomînim. Bi giranî li ser xêzkirina jinan û xwezayê dixebitim. Ji temenê zarokatî ve heta niha ez wêneyan xêz dikim. Dest û tiliyên min bi firçe û rengan re bûne yek. Herî zêde ez wêneyê jin û xwezayê xêz dikim. Ji dema baxçeyê zarokan ve ez beşdarî mîhrîcan û pêşangehan dibim. Li dibistanê, em bi riya mamosteyên xwe yên hunerî beşdarî mîhrîcanên dibistanê bûn. Paşê, di dema çalakî yan salvegerên têkildarî jinan de, ligel hevalên xwe beşdar dibûm û di 8’ê Adarê de beşdarî pêşangehan dibim.”
‘Jin û xweza ji aliyê pergala sermayedar ve rastî êrîşan tên’
Varûna Zerdeşt da zanîn ku di roja îro de jin û xweza bi berdewamî rastî êrîşên pergala kapîtalîst tên û wiha got: “Erka me ew e ku em wêneyên şehîdan xêz bikin û wan bi bîr bînin. Her wiha bedewiya xwezayê jî li gorî nêrîna xwe xêz bikin da ku xweza bi guhertinan neyê wêrankirin. Jinên têkoşer ên ku li çiyayan canê xwe feda kirin dê her dem di bîra min de bin. Lewma ez ê wan di tabloyên xwe de nîşan bidim û tomar bikim.”
‘Divê jin di her warî de xwe perwerde bikin’
Varûna Zerdeşt di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez tabloyên xwe nafiroşim û naxwazim ku ew tune bibin. Min hinek ji wan li mala me pêşkêş kirine. Ez ê yên mayî biparêzim, ez naxwazim tune bibin. Divê niha jin di her warî de xwe perwerde bikin, girîngiyê bidin perwerde û pêşveçûnê. Jin di her warî de kêrhatî ne û dikarin xwe bi pêş dixin. Mînak, tabloyeke hunerî dikare têgihîştina civakê biguherîne û civakê hişyar bike.”