werziş
-
Werzîşvana Rûs Dina Afrina ya di pêşbaziya jîmnastîkê de madalya zêr girt
Lîstikvana Rûsî Dina Afrina di pêşbirka El-Solcan ya jîmnastîkê de bû şampiyon û madalya zêr girt.
-
Bi kampanya ya “Ez bisikletê dixwazim” jinên ciwan hînî bisikletê dike
Li bajarê Qamişlo jina ciwan a bi navê Mîdya Xanim ya ku bi temenê xwe 27 salî ye bi kampanya ya “Ez bisikletê dixwazim” jinên ciwan hînî bisikletê dike.
-
Jinên werzîşvanên Cezayîrê yên di lîstikên Paralîmpîk ên 2020’an de serkeftin e
Werzîşvanên jin ên xwedî pêwîstiyên taybet welatên xwe di paralîmpiyadên 2020’an de gelek baş temsîl kirin û serkeftinên werzîşî bi dest xistin sê madalyayên zêr, yek zîv û du jî tûnc bi dest xistin.
-
Tîma Berxwedan di lîgaya fotbolê ya jinên ciwan de bi serket
Lîgaya fotbolê ya jinên ciwan piştî du mehan bi ragihandina serkeftina tîma Berxwedan bi dawî bû.
-
Mîhrîcana Yekitiya Jinên Ciwan a Sêyemîn bi lîstikan bi dawî bû
Sêyemîn Mîhrîcana Ş. Stêrvan bi lîstikên cur bi cur li lîstikgeha Babinês a Kantona Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dawî bû.
-
Soma di giran hilgirtinê de pileya yekem bi destxistiye
werzîşvana giran hilgirtinê Soma Fazil Abdi diyar kir ku her çiqasî ji bo ciwaniya fizîkê hatiye cihê werzîşê, lê belê piştre biryara xwe guhertiye û niha di nava Iraqê de bûye werzîşvanek naskirî.
-
Tevî zilma Talîbanê, li welatê xwe ma: Ez dixwazim werzîşê bidomînim
Piştî ku Talîban welatê Afganistanê xist bin kontrola xwe, werzîş kirina jinan jî hat qedexe kirin, gelek jinên werzîşvan neçar man koçî welatên cûda bikin. Jîngehparêz, parêzvana mafên jinan û lîstikvanê futbolê Om El Benin Baturi, ku tercîh kir li welatê xwe bimîne, diyar kir ku ew dixwaze li welatê xwe werzîşê bidomîne û banga piştgiriyê li raya giştî ya navneteweyî kir.
-
Li Seyîdsadiq pêşbaziya werzîşê
Ev cara yekeme Navenda Werzîş û Lawanên bajaroka Seyîdsadiq pêşbaziya werzîşî li darxistin û zêdeyî 100 keç û xort bejdarî pêşbaziyê bûn.
-
Werzîşvan Kristina madalya xwe ji bo piştevaniya werzîşvanên welatê xwe firot
Werzîşvana Belarusya yê Kristina Tsamanuskaya madalya zîv a di sala 2019’an de qezen kirî ji bo alîkariya werzîşvanên welatê xwe firot.
-
Şaxo Rizgar ji bo parastina jîngehê perwerda piskilêtê dide jinên ciwan
Şaxo Rizgar a piskiletê weke dostê jîngehê binavdike, ji ber wê jî herî zêde ji rêwîtiya wê hezdike û sale bi wê diçe zanîngehê û tê.
-
Jinên Silêmaniyê sibehan bi hevre werzîşê dikin
Jinên Silêmaniyê yên bi axaftin û gotinên pêkenok bûne hevalên hev yên werzîşa rêya dûr û dirêj, bi hev re ji 10 km zêdetir rê diçin, ev werzîş ji tendirustî û deruniyê re gelek bi sude.
-
Jinên ciwan cara yekem li Şengalê beza maratonê kirin
Li Şengalê duh di demjimêrên êvarê de jinên ciwan ên gundê Guhbel ji bo piştgiriya xwe bidin PADÊ pêşbirka bazdanê li dar xistin.
-
Lîstikvanên tênisê Yusra Hilmî û Fereh Abd El –Ezîz xelata zêr girtin
Yusra Hilmî û Fereh Abd El-Azîz di şampiyoniya tenîsê ya Afrîkayê de madalyaya zêr bi dest xistin.
-
Jinên Êzidî yên futbolcî di qada werzîşê de ne
Tîmên futbolê yên jinan Nehda Xanesor û Nucum Sinune li bajaroka Borik a Şengalê hatin hemberî hev. Di dawiya maçê de tîma Nehda Xanesor bi ser ket.
-
Rawaa Tilili di lîstikên paralîmpîk de medaleya zêr girt
Lîstikvana Tûnisî Rawaa Tilili di lîstikên havînê yên paralîmpîk ên Tokyo yên Yabanê de, bi astek bilind biserket û medaleya zêr bi destxist.
-
Lîgaya fotbolê ya jinên ciwan bi pêvajoya vegerê destpê kir
Lîgaya fotbolê ya jinên ciwan li kantona Kobanê -Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêvajoyê vegerê destpê kir.
-
Werzîşvan Hania El-Hamami di çaryeka fînalê askoş de bi ser ket
Di dawiya çaryeka şampiyona askoş a Birîtanî ku 16'ê Tebaxê despêkiriye wê heya 22'ê Tebaxê bidome de lîstikvan Hania El Hamami bi ser ket.
-
Lîga futbolê ya jinên ciwan ên Kobanê bi kelecan ber bi dawiyê tê
Rêveberiya tîma KPC Evîn Ehmed û lîstigvan heman tîmê Yeldiz Emo Ehmed wiha gotin: "Di her carê ku em dileyiz serkeftin dibe para me, lê armanca me ne tenê serkeftin û binketine, ya girîng ku jinên ciwan van qeyd û bendên civakê bişkîn e."
-
Dibistan bale ya keçên Silêmaniyê ji ber bêderfetiyan li ber girtinê ye
Dibistana bale piştî 11 salan bi perwerdekirina çend xwendevanan û nasandina balê, niha ji ber alikariyek madî bi wan re nayên kirin ev dibistan li ber girtinê ye xwendevan û mamaostayên bale yê ji bo domandina perwerdeyê daxwaza alikariyê dikin.
-
Keçên ciwan ên Helepçe di qeretê de serkeftî ne
Hunera xweparastinê qerete, di nava keçên Helepçe de pêş ketiye û gelek keçên ciwan fêrî qeretê dibin.