Werzişvanên jin ên li Koye li sahê bihêz dibin
Maçeke basketbolê ya dostane ku di 1’ê Kanûnê de hat lidarxistin, eleqeya jinên ciwan a ji bo werzişê û xwesteka wan a beşdarbûna di pêşbirkên navneteweyî de tevî dijwariyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, ji nû ve nîşan da.
ŞIYA KOYE
Koye – Di 1ê Kanûnê de, maçek basketbolê ya dostane di navbera xwendekarên Fakulteya Sporê ya Koye û Tîma Sporê ya Jinan a Koye de hate lîstin. Di dawiyê de tîma Koye bi ser ket. Lêbelê, ev maç ji lîstikekê bêtir bû; careke din zehmetiyên ku werzişvanên jin ên ciwan pê re rû bi rû dimînin, nebûna piştgiriyê û xwesteka wan a ji bo pêşbaziyê di pêşbirkên navneteweyî de nîşan da. Tevî hemû astengiyan, werzişvanên Koye dixwazin xebatên xwe yên werzîşê bidomînin û bigihîjin serkeftinên mezintir.
‘Li ser daxwazê em lîstin’
Mamostaya fakulteya perwerdeya werzîşî ya zanîngeha Koye Hebîbe Nîhad wiha got: “Salane beşa perwerdeya werzîşê bi çend dewreyên taybet ji bo lîstikvanên keç û xort vedikin. Niha me girîngî daye wê yekê ku çalakiyên xwe ji derveyî zanîngehê encam bidin. Îro li ser daxwaza keçên tîma Koye, li gel keçên fakulteyê me basketbol lîst, ev jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber niha qada werzîşê bûye qadek serkefetî û girîng di aliyê tenduristî û dem derbaskirinê de.”
‘Tayînnebûn bûye pirsgirêkek mezin’
Hebîbe Nîhad têkildarî teyînnebûna mamostayên beşê werzîş wiha got: “Mixabin ev pirsgirêk ji bo jinên zanîngeh temam kirine pirsgirêkek mezine. Raste tayînbûn nîne. Hertim ez ji xwendekarên xwe re dibêjim ger kêrhatiya we di aliyê werzîşê de hebe bidomînin. Ji ber gelek caran tayînkirin kêrhatiyên kesan dernaxin. Lê belê ger kêrhatî hebe derfetê kar dikare ji xwere ava bikin û pîşeyê werzîşî ji derveyî mamostatî rêve bibî.”
‘Divê kulûb bên avakirin’
Lîstikvan û xwendekara qonaxa sêyem a perwerdeya werzîşa Koye Hêlîn Reşwan wiha got: “Ez gelek kêfxweşim ku beşdarî vê lîstikê bûme û divê keç hewl ji bo hêza xwe bidin. Dikarin lîstikan bilîzîn û beşdarî pêşbaziyên navnetewî bibin, ew jî divê aliyên peywendîdar ji bo me derfet ava bike. Piştî temakirinê tayînbûn nîne, tu derfetê meyê kar jî nîne. Ji ber wê divê li Koye kulûb bên avakirin û cihê werzîşê werin çêkirin.”
‘Em ji bo Koye dilîzin’
Lîstikvana tîma Koye Govar Fûad wiha got: “Koye gelek girîngî dide werzîşê û em hemû ji bo Koye dilîzin, ez diwê hêviyê deme Koye bi beşdariya pêşbaziyan bi nav û deng bibe û em spasiya mamostayan dikin ku gelek girîngî dide me da ku em ji xwe bawer bikin û beşdarî pêşbaziyan bikin, ew jî xeyalê me ye.”