Merziye Caferî wekî baştirîn rahênera jin a fûtbolê ya Asyayê hat hilbijartin
Rahênera tîma Xatun Bamê, Merziye Caferî, di merasîma xelatên salane yên AFC’ê de ji bo sala duyemîn li pey hev nasnamê "Rahênera Jin a Herî Baş a Asyayê" bi dest xist.
Navenda Nûçeyan – Rahênera tîma futbolê ya Xatun Bam Merziye Caferî di merasîma xelatdayînê ya salane de ku ji aliyê Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) ve tê lidarxistin, ji bo sala duyemîn li pey hev xelata "Rahênera Jin a Herî Baş a Asyayê" girt.
Merasîm di 19’ê Mijdarê de li Aksra King Power Hall li Bangkok, paytexta Taylandê hate lidarxistin.
Ev xelat, ku di merasîma 30’emîn salvegera Konfederasyona Futbolê ya Asyayê de hat pêşkêş kirin, di heman demê de yekem xelata ku ji hêla Îranê ve di merasîmê de hat wergirtin bû.
Merziye Ceferî, ku rahênera Tîma Netewî ya Futbolê ya Jinan a Îranê û tîma Xatûn Bamê ye, ji bo cara duyemîn bi serkeftî şampiyoniya xwe parast.
Merziye Caferî ligel rahênera Tîma Netewî ya U-20 ‘a Koreya Başûr Park Youn-jeong û rahênerê Tîma Netewî ya U-17 ‘a Çînê Ma Xiaoxu ji bo xelata baştirîn rahênera fûtbola jinan a salê hat berbijêrkirin.
Merziye Caferî piştî wergirtina xelatê peyamek vîdyoyî parve kir û spasiya lîstikvan, rahêner û hemî hevkarên xwe kir.
Merziye Caferî di peyama xwe de wiha got: Ez pir kêfxweşim ku min cara duyemîn xelata baştirîn rahênera jin a Asyayê bi dest xist. Bê guman, lîstikvan, karmendên rahêneriyê û hemû hevkarên min di bidestxistina vê serkeftinê de rolekî pir girîng lîstin. Ez hêvî dikim ku em hemû bi hev re mil bi mil, ji bo pêşkeftin û mezinbûna fûtbola jinan a Îranê gavan bavêjin.