Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê destpê kir

Li wargeha penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal bi coşek mezin tê pêşwazîkirin, bi turnuvaya futbolê destpêkir.

Mexmûr – Her sal li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîhrîcanek çand û werzîşî tê lidarxistin.

Wek her sal îsal jî mîhrîcana 18’emîn a Çand û Werzîşî bi turnovaya futbolê destpê kir. Mîhrîcan li qada futbolê bi tevlîbûna tevayî xwendekar, mamoste û gelê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî girîngiya mîhrîcanê Cemîl Kara axivî.

Cemîl Kara mîhrîcanê diyarî Rêberê Gelê Kurd û tevayî şervanên azadiyê kir û wiha got: “Em her sal wek kevneşopiyek bi mîhrîcanek rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Ev êdî li wargehê wek çandek lê hatiye û em ne tenê wek aktîvîteyên werzîşî digrin dest. Her wiha wek mamoste û xwendekarên wargehê heta dawî têkoşîna wê yekê bidin ku Rêberê xwe bi awayek fîzîkî nav xwede bibînin.”

Piştî axaftinê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê bi lîstina her du tîmên dibistana amedeyî destpê kir. Her wiha mîhrîcan wê heta 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cûr be cûr berdewam bike.