Kampanyaya ‘Ez Bisiklêtek dixwazim’ li Rojava li benda piştgiriyê ye
Piştî 5 salan ji damezrandina yekem tîma bisiklêtsiwariya jinan Kampanyaya “Ez bisiklêtek dixwazim” heta niha jî li Rojavayê Kurdistanê destek ji yekîtiyên werzîşê û jinan negirtiye û li benda alîkariyê û xwedîderketinê ye.
Qamişlo – Kampanya "Ez Bisiklêtek dixwazim" yekem tîma bisiklêtsiwariya jinan e ku di Çileya 2021’ê de li Qamişloyê hatibû damezrandin. Kampanyayê bala medyaya Kurdî, Erebî û heta navneteweyî kişand û gelek keçên ciwan teşwîq kir ku dest bi bisiklêtsiwariyê bikin.
Damezrîner û werzîşvan Medya Xanim e. Kampanyayê di 5 salan de dikaribû têgihiştina civakî ya li ser beşdariya jinan di bisiklêtsiwariyê de biguherîne.
Lê ji ber nepêşkêşkirin û xwedînederketina desteyên werzîşê û jinan kampanyayê nikaribû xwe bêhtir mezin bike, ne hejmareke zêdetir keçan beşdarî tîmê bike û ne jî bisiklêtan bikire.
Heta niha Medya bisiklêtan bi xwe çaksaz dike û hewl dide bi derfetên pir kêm jî be kampanyayê bidomîne keçan ji hînbûna ajotina bisiklêtê bêpar neke.
Medya Xanim ji ajansa me re bi awayekî berfireh behsa kampanyayê kir.
Hevalê jîngehê bû hevalê jinan li ser rê û kolanan heta bazaran jî
Medya di destpêkê de wiha sedema damezrandina tîma keçan a bisiklêtsiwariyê kir: “Cara dawî li bisiklêtê siwar bûm ez 8 salî bûm. Di 28 saliya xwe de bihêztir vegeriyam ajotina bisiklêtê û min tîmek ji keçan ava kir. Sedema damezrandina tîmê hezkirina min a zarokatiyê ji bisiklêtê re bû. Bêguman ev ji zehmetiya çûnhatinê, bendewariya zêde ya ji bo siwarbûna wesayîdan li ser riyan jî tê. Ji lewre ji bo xwe destpêkê paşê ji bo keçên ciwan hizirîm çawa bikaribim pirsgirêk û zehmetiyên çûnhatinê çareser bikim, min ji bilî bisiklêt ku hevalê jîngehê ye tu bijarteyek din û guncaw nedît. Min ji mal heta kar, kolan û bazaran bisiklêt bikar aniye. Bi tena xwe ji bo keç û jinan jî min tîmek bisiklêtsiwariyê jî damezrand.”
Ji xwe re di kolanên ku mêran bi wesayîd û motorsiklêtan rê digirtin riyek çêkirin
Medya Xanim wiha qala ast û nêrîna hişmendiya civakê û pejirandina wê ji keç û jinan re ku li bisiklêtê siwar dibin kir: “Gava ku me destpê kir civakê qet siwarbûna jinan a bisiklêtê nedipejirand. Di kolanan de gotinên ji rêzê ji me re digotin, li ser medyaya dîjîtal gelek êrîş kirin û neyênî nêzî kampanyayê dibûn. Dema me li kolanê bisiklêt diajot wesayîd û motorsiklêtan xwe dixistin pêşiya me. Nepejirandina mêran û civakê digihîşt asta xeterên fizîkî ji bo me jinan ku xetera tundiya derûnî jî derbas dikir. Min fêm kir ku xeterên mezintir li pêşiya min û jinan hene lê ev nebû sedem gavên destpêkê paşve bavêjim. Berevajî wê, min got divê em têgihîştina civakê û mêran biguherînim. Ji ber ku em ne zirarê didin civakê, ne jî xwezayê, em tiştekî baş ji bo xwe û hemû jinan dikin lê niha me ji xwe re rê çêkir ku bisiklêt wekî wesayîd û motorsiklêtan jî derbas dibin.”
Ji keçên nûgihayî re derfetek pir baş e
Medya dibêje ku wê zêdetirî 100 keçî hînî ajotina bisiklêtê kiriye û wiha şanaziya xwe bilêv kir: “Ji bo min cihê şanaziyê ye ku min zêdetirî 100 keçên ciwaan hînî siwarbûna bisiklêtê kir û keç bi wan bisiklêtan diçin dibistanên xwe, perwerde dibînin û heta diçin bazaran alîkariya dayîkên xwe dikin. Ev derfetek pir baş e ji wan keçên nûgihayî re. Ji bikaranîna telefonê û valahiya li kafeyan dû dikevin û fêrî cureyeke werzîşa baş bibin.”
Rexneyek li qada werzîşê li Rojavayê Kurdistanê
Medya nebûna tîmên bisiklêtan a jin û xortan di qada werzîşê de li Rojavayê Kurdistanê rexne kir û wiha daxwaza ku tîma wê bibe pêşengên destpêkê yên vê gavê bilêv kir: “Dixwazim bisiklêt li bajarên me pir bibin, her çiqas em nikaribin bi bisiklêtê biçin her derê jî em dikarin di nava bajar de bi kar bînin. Çimkî di destpêkê de sûdê dide tendirustiya fîzîkî û derûnî ya mirov. Her wiha sûdê dide jîngeha me jî. Ji ber ku bê dûman û deng e. Ji lewre em dixwazin pêşengiyê bikin tîma xwe ya bisiklêtê mezintir bikin.”
Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê çend daxwazên sereke yên tîma bisiklêtê
Medyaya ku beriya 5 salan bi tenê bisiklêt diajot niha zêdetirî sed keç û jin fêr kirine û tîma wê ya ji 30 jinan zêdetir xwe roj bi roj mezintir dike. Medya wiha daxwazên xwe anî ziman: “Erda stadyûma me pir xirab e, keçên bisiklêtan dajon li ser erda wê dikevin. Em dixwazin saziyên werzîşê erda stadyûmê çêbikin. Daxwaza me ya din ew e ku demijrmêran ji bo perwerdeya tîma me veqetînin, çimkî qerebalixa stadyûmê pir zêde ye. Tîmên gelek cureyên sporê û xelikên ku werzîşê dikin hemû bi hev re ne, ev zehmetiyek ji bo tîma me jî dida çêkirin. Ji ber keç û jinên ku nû fêr dibin nikarin di nava gel de perwerdeya xwe baş bibînin, ji ber tîma me ji 8 salî heta 50 salî jinan dipejirîne. Ne tenê Kurd, Ereb, Ermenî û Suryan jî di tîmê de cih digrin.”
Tîm bê piştgirî ye û gavên xwe biçûk davêje
Medya bal kişand ser alîkariyên ku tîma wê girtiye û wiha behsa pêwîstiyên piştgiriyê kir: “Hinek rêxistinên navneteweyî alîkarî dan lê ne di asteke mezin û têrker de bûn. Bi alîkariya hinek kesayetan me çend bisiklêt kirîn lê ev alîkarî demdirêj nebû, di warê demkî de ma. Vê yekê astengî da çêkirin ku tevî xwestina me jî me em nikaribûn pêşbirik û maratonan li dar bixin û hejmara bisiklêtan zêde bikin. Ez gelek zarokên biçûk qebûl nakim ji ber bisiklêtên me yên biçûk tune ne. Ez jî bi tenê me, ji bo wê barê li ser min giran dibe. Min pir dixwest tîma min vê biharê li deverên jîngehî yên navdar li Cizîrê gelek turan bavêje û hemleyên paqijiyê li dar bixe lê ji ber kêmderfetiyan, gavên me pir biçûk tên avêtin.”
Xewn û xeyalên keçên ciwan li benda piştgirî û xwedîderketinê ne
Medya got ku gelek keçên tîma wê hene dixwazin bibin baştirîn biskilêtvanên jin li ser asta Sûriye û cîhanê û xelatên wê bigrin lê mixabin xewnên wan bê piştgirî dimînin. Medya bal kişand ser nebûna bisiklêtan li yaneyan û got: “Li yaneyên me gelek amûr û alavên sporê yên cûr be cûr hene, lê bê bisiklêt in.”
Li hemberî karesetên jîngehê bisiklêtan bikar bînin
Medya got ku Qamişlo bajarê hejmara wesayîdan lê pir zêde ye û wiha behsa pirsgirêkên tendirustî û derûnî yên derdikevin kir: “Nebûna elektrîkê bû sedem ku hejmarek pir zêde ji jeneretoran werin bikaranîn. Her wiha hejmara wesayîdan jî pir zêde ye, bermahiyên şer jî sedemek din e. Ev hemû pirsgirêk kareset in û zirarê didin jîngeha me. Em hewl didin bi bikaranîna bisiklêtê hevaltiya bi jîngehê re xurt bikin, bi hêvî me ku her kes bisiklêtan bikar bîne. Em ê rêwîtiya xwe ranewestînin û heta dawî bixebitin.”