Jin di Lîga Super a Futbola Jinan de derketin pêşberî hev
Di Lîga Super a Futbola Jinan de Îsatîs tûra pêşîn bi 2 – 0 li pêş temam kir û di tûra duyem de gola sêyem avêt. Tîma Yasam jî di tûra duyem de du gol avêtin.
Sine – Roja 28’ê Cotmehê di lîstika ku di çarçoveya Lîga Super a Futbola Jinan de hat lîstin, tîma Yasam Kurdistan, da saet 15:00’an de li Stadyûma Gulan 22 a li Sinê, tîma Fars Îsatîs Karan kir mêvan. Maç bi serkeftina3-2 ya tîma mêvan Îsatîs bi dawî bû.
Îsatîs tûra pêşîn bi 2 – 0 li pêş temam kir û di tûra duyem de gola sêyem avêt. Tîma Yasam jî di tûra duyem de du gol avêt.
Golên Tîma Yasam, Suvînç Suleymanî û Tahîre Mansûrî avêtin, yên tîma Îsatîs jî Dîna Ghorbanî, Helia Piltan û Meryem Halîlî winda kirin.
Yasam bi pûanek ket rêza dawî Îsatîs bi çar pûanan astek ket pêş.
Ji bo temamkiririna lîgê 12 maç mane.