Jin bi werzîşa voleybolê kesayet û hêza xwe nas dikin

Tîma Serdem a jinan a voleybolê di sala 2018’an de hat avakirin. Rahînera tîma Serdem Rengîn Hac Ahmed û lîstikvana tîmê Hêlma Micwel anîn ziman ku ew bi werzîşa voleybolê kesayet û hêza xwe nas dikin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Tîma Serdem a voleybolê ji sala 2018’an bi awayekî fermî hat avakirin. Tîma Serdem gelek caran asta yekem li ser asta Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xist û gelek caran jî asta yekem li bajarên Sûriyeyê weke Şam û Laziqiyê bi dest xist. Rahînera tîma Serdem Rengîn Hac Ahmed û lîstikvana tîmê Hêlma Micwel ji ajansa me re axivîn.

Qaliban dişkînin

Rahînera Tîma Serdem a Voleybolê Rengîn Hac Ehmed behsa destpêka avakirina tîma Serdem kir û got: "Ji sala 2013’an ve em weke jinên Tîma Serdem tenê li ser asta navçeya Amûdê dilîstin. Lê di sala 2018’an de bi awayekî fermî û li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Sûriyeyê lîstin û Tîma Serdem hat avakirin. Armanca me bi werzîşa voleybolê ew e ku em weke jinên ciwan qalibên di nava civakê de bişkînin. Me bi vê wezîşa voleybolê îsbat kir ku ne tenê mêr dikarin vê werzîşê bikin jin jî dikarin. Tîma Serdem jî tîmeke pir xurt bû jinên ku di vê tîmê de werzîşa voleybolê dikirin zîrek û xurt bûn."

‘Bi hêz û têkoşîna xwe me diyar kir ku em dikarin werzîşê bikin’

Rengîn Hac Emed behsa zehmetiyên destpêka avakirina tîmê kir û di hundirê tîmê de çend jin hene wiha berdewam kir: "Destpêkê gelek zehmetî hatin kişandin ji aliyê gotinên civakê ve ku digotin çawa jin wê werzîşeke wiha bikin tiştekî şerm didîtin lê bi hêz û têkoşîna xwe me ji wan re diyar kir ku em dikarin vê werzîşê bikin. Di lîstikê de 13 jin pêwîst in lê di lîstîkvaniyê de 6 jin pêwîst in her jinek û rola wê di hundirê lîstikê de heye. Perwerdeyên lîstikvanan di hefteyê de sê roj in lê dema ku dibistan vedibin li gorî rewşa lîstikvan em perwerde dibin. Ji destpêka sala 2013’yan ve heta roja îro li ser asta kantona Cizîrê asta yekemîn in, lîstikvanên me hene li bajarên Sûriyeyê jî di asta yekemîn de ne weke Şam û Laziqiyê."

‘Lîstikên werzîşê îrade û hezkirinê dizwaze’

Rengîn Hac Ehmed hêviya serkeftinê ji bo jinên lîstikvanên Tîma Serdem a voleybolê xwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên Tîma Serdem her dem jinên zîrek û jêhatî bûn, di gelek lîstikan de asta yekemîn û duyemîn girtin. Ez hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim û divê em bibin lîstikvanên voleybolê yên cîhanî. Çi lîstikên werzîşê hebin weke voleybol an fotbolê, îrade û hezkirinê dixwaze. Hezkirina te ji lîstikê re hebe tu dikarî bilîzî, zîrek û bi hêz bî. Em dizanin beriya şoreşê tu malbatê nedihişt jinên ciwan tevli lîstikê bibin. Lê piştî Şoreşa Rojava gelek guhertin hatin çêkirin jin bûn xwedî îrade."

‘Di her lîstikê de asta yekemîn digrim’

Lîstikvana Tîma Serdem a voleybolê Hêlma Micwel behsa hezkirina xwe ji werzîşa voleybolê re kir û wiha bi dawî kir: "Ev salek e ez tevli Tîma Serdem a voleybolê bûme. Ji zarokatiya xwe ve min ji werzîşa voleybolê hez dikir dema ku me bihîst Tîma Serdem a voleybolê hatiye avakirin malbata min, piştgirî da ku ez tevlî tîmê bibim. Di her lîstika beşdar dibûm de min asta yekemîn girt. Ev ji bo min tê wateya serkeftinê. Ez dixwazim di pêşerojê de bêhtir xwe bi pêş bixim û bibim lîstikvaneke cîhanî. Çi jineke ku ji werzîşa voleybolê hez dike hebe divê were tevli Tîma Serdem bibe. Bila gotinên civakê li ser wan bandorê çêneke xwedî îrade û îsrar bin."