Ji werzişvanên jin ên Îranî di Lîstikên Îslamî de serkeftinên mezin
Di 9’yemîn lîstikên welatên Îslamê ku li Riyadê hatî li darxistin de werzîşvanên jin ên Îranê, di beşên wushu û tekvando de bi giştî 5 madalya wergirtin.
Navenda Nûçeyan – Werzîşvanên jin ên Îranê, di 9’emîn lîstikên welatên Îslamê ku li Riyadê hatî li darxistin de, di roja 9’an de di beşên wushu û tekvando de pêşbazî kirin.
Îro jî Sara Şefî û Sohîla Mansuriya di wushude madalyayên zêr wergirtin, Yelda Valî Nejad di tekvandoyê de madalyaya zîv û Rojan Goderzî di tekvandoyê de, Şehrbanu Mansuriya di wushu de madalyaya bronz bi dest xistin.
Madalyayên zîv û bronz
Rojan Goderzî, di katagoriya 51 kîlo de, di fînala 8’an de, ji Kirgizistanê bi 2-0 Nailia Shaylobekova binxist û giha çaryek fînalê. Lê belê di tora piştî wê de, duyemîna Tirkiyeyê Elîf Akgul bi 2-1 serket. Bi gihana Tirkiyeyê ya fînalê re, Rojan Goderzî şansê repesaj bi dest xist. Divê torê de reqîba xwe ya Ozbekistanê 2-0 binxist û madalyaya bronz bi dest xist.
Yelda Valî Nejad, nûnera tîma milî ya 70 kîlo, di tora yekem de bêyî maçê bilîze, raste rast tora duyem derbas kir û li vêderê bi Tirkiyeyê re hate beramberî hev. Di tora yekem de bi 10-5 bi serket, di tora duyem de bi 10-9 serkeftin temam kir û giha nîv fînalê. Di nîv fînalê de, li hemberî reqîba xwe ya Nîjerya Yelda Valî Nejad bi 2-1 serkeftin bi destxist, di nîv fînalê de hate beramberî Berna Tut a Tirkiyeyê û ew bi 2-0 binxist. Di fînalê de hate beramberî Ozowa Suberjonova ya Ozbekistanê û bi 2-1 binket û madalyaya zîv bi dest xist.
Di wushu de madalyaya zêr
Sohîla Mansuriyan, di katagoriya 60 kîlo de, di niv fînalê de di tora yekem de ji Tûnisê Drîdî Aya binxist û giha fînalê. Di fînalê de ji Misrê Habîba Abomar bi 2-0 binxist û giha madalyaya zêr. Şehrbanu Mansuriyan di katogoriya 70 kîlo de, di nîv fînalê de ji Misrê Montallah Alî bi 2-0 ew bin xist û madalyaya bronz wergirt.