Ji bo zarokên keç ên Misrê werzîşê bikin hewldan tê dayîn
Dr. Hînd Faruk Abdullah bal kişand ku zarokên keç di warê werzişê de li gorî xortan kêmtir in û tekez kir ku zarok ji bo bigihîjin xeyalên xwe neçarî ku hewldanên awarte dimînin.
Qahîre - Li Misirê roj bi roj newekheviya zayendî û şîdeta li ser jinan kûr dibe, jin ji bo şikandina qalib û beşdarî jiyana civakî bibin, bi hemû hêza xwe dixebitin. Ji bo jin û zarokên keç li welat di hinek şaxên werzîşê de bixebitin û di vê riyê de bi pêş bikevin, neçarî gelek zehmetiyan dimînin. Krîza aborî ya li welat û nebûna piştevaniya pêwîst rê nade ku zarokên keç di vî warî de bi pêş ve biçin.
Em bi bijîjk Hînd Faruk Abdullah a li zanîngeha Helwan, di beşa Perwerdeya Bedenî ya zarokên keç de kar dike der barê serpêhatiyên xwe yên di warê werzîşê de û rewşa heyî li welat axivîn.
'Ji bo bicihanîna armancên xwe hewldanên mezin didin'
Hînd Faruk Abdullah diyar kir ku wê li ser daxwaza dayika xwe ev beş hilbijartiye, piştre bi pêş ketiye û got ku wê bi hemû hêza xwe kar kiriye û di dawiyê de bûye mamoste. Hînd Faruk Abdullah diyar kir ku her çend nêrîna li hemberî zarokên keç ên ku dixwazin werzîşê bikin guherî be jî di hinek qaliban de ev astengî xwe dide der. Hînd Faruk Abdullah diyar kir ku tevî astengiyan jî eleqeya zarokan ji bo werzîşê zêde bûye û wiha got: “Zarokên keç ji xortan zêdetir di werzîşê de bi daxwaz in ji ber ku ew hewl didin xwe îsbat bikin. Wan kedeke mezin dan ji bo serweriya vê qadê û bigihîjin armancên xwe.” Hînd Faruk Abdullah diyar kir ku hewldanên wan serkeftinê bi xwe re aniye û diyar kir ku keç di qada navneteweyî de welatê xwe temsîl dikin.
Hînd Faruk Abdullah got: “Tu werzîşeke ku keç nikaribin bikin, tune ye, ji ber ew dikarin di lîstikên curbecur de, afirîner bin. Di warê zanistên werzîşê de, gelek ji wan qebûl dikin ku li zanîngehê bixwînin û ji bo bikevin zanîngehê dikevin gelek azmûnan. Ew li pey daxwazên xwe diçin û dikare were gotin ku bi ser jî dikevin."
'Pêdiviya zarokan bi teşwîqkirinê heye'
Hînd Faruk Abdullah, ku di wê baweriyê de ye yek ji zehmetiyên herî mezin ên zarokên keç dema werzişê dikşînin, bêhêziya aborî ye û diyar kir ku xerckirina pereyan di vî warî de ji ber zehmetiyên aborî weke luks tê dîtin. Hînd Faruk Abdullah destnîşan kir ku ji bo werzişê piştgiriya zarokên keç nayê kirin û wiha bi dawî kir: “Çanda civakê ya di warê werzişê de gelek hatiye guhertin. Hem kur hem zarokên keç, bi piranî keç, bi taybetî bi atletîzmê û werzîşên din re mijûl dibin. Pêdiviya zarokên keç bi piştgirî û teşwîqê heye ji ber ku tîmên me yên futbolê yên jinan û werzîşên din hene encamên balkêş li herêmî û navneteweyî bi dest dixin."