'Her çendî ez piştgiriyê nebînim jî ez ê berdewam bikim'
Lîstikvana futbolê Hêro Cafer a ku li dijî nêrînên paşverû, kêmbûna rahêneran û nebûna tîmên jinan li Kurdistanê serî natewîne, bi ked û fedakariyeke mezin armanc dike ku sînoran derbas bike.
ŞILÊR KOYE
Koysancaq – Lîstikvana futbolê ya Klûba Werzîşê ya Koysancaqê Hêro Cafer, der barê zehmetiyên ku jin di qada werzîşê de rûbirû dimînin de axivî û serpêhatiyên xwe yên di fûtbolê de parve kir.
‘Ji bo bidestxistina serkeftinê pêdivî bi ked û fedakariyê heye’
Hêro Cafer a heftsaliya xwe ve futbol dilîze, da zanîn ku eleqeyek wê ya mezin heye û wiha axivî: “Riya min a futbolê ne hêsan bû lê her tişt jixwe destpêkê dijwar e. Werzîş û antreman ne tenê tevgerkirina masûlkeyan e, ji bo bidestxistina serkeftinê pêdivî bi ked û fedakariyê heye. Ev yek berpirsiyariya te bi xwe ye. Gelek caran dibe ku ji bo piştgirî û alîkariyê kesek li kêleka te nebe yan jî tu rastî rexneyan werî lê divê tu van hemûyan ji bo xwe bikî armancek û li pey xeyalên xwe biçî."
Hêro Cafer, diyar kir ku wê ji bo futbolê fedakarî kiriye dest ji perwerdeya xwe berdaye û wiha pê de çû: "Helbet ew yek ne riyeke hêsan bû lê armanc û xeyalek min hebû ku min dixwest bi keda xwe ya takekesî pêk bînim. Min di klûban de lîstika xwe domand. Ez di klûbên jinan ên Rewanduz û Silêmaniyê de lîstim û niha jî di Klûba Werzîşê ya Koysancaqê de me."
‘Divê tu tişt nebe sedem ku em hêviyên xwe winda bikin’
Hêro Cafer, da zanîn ku yek ji zehmetiyên pê re rûbirû maye kêmbûna rahêneran bûye û got: "Ez neçar bûm ji xwe re rahêneriyê bikim. Ez saet 6’ê sibehê radibûm min rahênerî dikir. Min ji xwe bawer dikir. Bêguman astengî hebû, piştgirî kêm bû lê ez neçar bûm kedê bidim. Fedakarî demdayîna werzîşê ye û min vê yek bi dilxwazî kir, fêrî tiştên nû bûm. Her wiha têkilîdanîna bi klûban re jî ne hêsan bû. Dibe ku klûbek te red bike yan jî rahênerek te qebûl neke lê divê ev tişt nebin sedem ku tu hêviya xwe winda bikî. Min ji xwe re digot: 'Her çendî ez piştgiriyê nebînim jî ez ê berdewam bikim.'"
Dixwaze li Real Madrîdê bilîze
Hêro Cafer, axaftina xwe wiha domand: "Xeyaleke min a mezin heye. Ji ber vê yekê tiştek nikare min ji armanca min dûr bixe. Xeyal û armanca min, piştgirî nebine jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Xeyala min ew e ku ez li Spanyayê di klûba Real Madrîdê de bilôzim. Bêguman ev hemû dijwar in. Belê dibe ku her tişt dijwar be lê pêkan e jî. Ez bawer dikim ew ê rojek weke Kurdek bi min serbilind bin û kêfxweş bibin ku ez ji bo klûbeke li Spanyayê dilîzim."
Eleqeya ji bo wênesazî û wênekeşiyê
Hêro Cafer a ji bilî futbolê, di warê wênesazî û wênekeşiyê de jî xwedî jêhatiyek mezin e, wiha dibêje: “Ez girîngiyê didim jêhatîbûna xwe. Ji ber ku carna dibe kesek xwediyê dîplomayê be lê tu jêhatîbûneke wê ya rastîn tunebe. Bêguman, cihên wisa hene ku dibe dîploma pêwîst be lê gava tu futbolvan bi, kes dîplomaya te napirse. Sedem jî ew e ku ew girîngiyê didin jêhatîbûna te, ne dîplomayên te.”
‘Min hewl da xwendina xwe bidomînim, lê nehatim qebûlkirin’
Hêro Cafer, diyar kir ku wê di sala çaremîn a dibistana navîn de dest ji xwendinê berdaye û da zanîn ku wê dixwest xwendina xwe bidomîne lê ji ber temen ji aliyê enstîtuyên pîşeyî ve nehatiye qebûlkirin.
‘Divê malbat piştgirî bidin zarokên xwe’
Hêro Cafer, da zanîn ku ji ber nêrînên paşverû yên civakê zehmet e jinek biryar bide riyeke taybet bişopîne û got: “Dema ku min xwest ez bibim futbolvan, di destpêkê de malbata min li dijî derket û ji min re cil û bergên werzişê nekirîn. Min digot li pêşiya min nebin astengî. Divê malbat piştgirî bidin zarokên xwe û ji bo pêkanîna xeyalên wan derfetan ava bikin.”
‘Ez bi rexneyên civakê re rûbirû mam’
Hêro Cafer, diyar kir ku li şûna ji civakê piştgirî bibîne, her dem rastî rexneyên civakê hatiye û axaftina xwe wiha domand: “Ez her dem bawer bûm, li ser riya rast im. Lewma ez bawer dikim ku werzîş ji bo hemû kesan e divê tu cudakariya zayendî tunebe. Em dibînin ku jin di şampiyoniyên netewî de pêşbaziyê dikin. Kapasîteya me ji ya wan şampiyonên jin kêmtir nîn e. Lê belê ez vê rewşê bi kevneşopî û adetên civaka me ve gire didim. Gava jinek ciwan tiştekî dike, kes nirx nade wê lê ev yek ji bo kuran berevajî vê yekê ye. Di civaka me de ji bo jinan tiştekî ne hêsan e. Lewma ez dixwazim dayîk û bav piştgiriyê bidin keçên xwe.”
‘Li Kurdistanê tîmên futbolê yên jinan tune ne’
Hêro Cafer, der barê futbola jinan de bi bîr xist ku hê li Kurdistanê tîmên futbolê yên jinan ên ji 11 lîstikvanan pêk tên tune ne û wiha got: “Mixabin, ev ji bo me pirsgirêkek mezin e. Ji ber vê yekê, em neçar dimînin di tîmên 11 kesî de li gel xortan bilîzin. Her çendî ev rewş carna dibe sedema nerehetiyê jî lê tu riyeke din tune ye. Gava xort dibînin ku ez baş dilîzim û jêhatî me, matmayî û heyran dimînin. Lewma em bang li hikûmet û saziyên têkildar dikin ku piştgiriyê bidin tîmên jinan."
‘Klûba Werzîşê ya Koysancaqê piştgiriyeke mezin dide me’
Hêro Cafer, spasiya xwe ji bo Klûba Werzîşê ya Koysancaqê anî ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim spasiya Klûba Werzîşê ya Koysancaqê bikim ku piştgiriyek mezin dide jinên li Koysancaqê. Ew bê pere tesîs, qada antremanê û rahênerek ji me re peyda dikin û pêdiviyên me dabîn dikin. Bi taybetî jî ji ber ku ez ji bajarekî din hatime, piştgiriyeke mezin didin min.”