Elahe Golmohammadiya Îranî madalyaya zêr girt

Werzişkara Îranî Elahe Golmohammadi, li Malezyayê di kategoriya avêtina dîskê ya jinan de bi dereca 35 metre û 21 santîmetreyî, madalyaya zêr girt. Ev serketin bû yekem madalyaya zêr ku jinên Îranî di şampiyoniya îsal de qezenc kirine.

Navenda Nûçeyan – Elahe Golmohammadi ku di Şampiyoniya Atletîzma Astengdarên Bihîstinê ya Asyayê de Îranê temsîl dike, di avêtina dîskê ya jinan de madalyaya zêr girt.

Elahe Golmohammadi di roja sêyemîn a Şampiyoniya Atletîzmê ya Astengdarên Bihîstinê ya Asyayê de li Penanga Malezyayê, bi avêtina dîskê 35 metre û 21 santîmetreyî medalyaya zêr girt.

Ev madalya yekem medalyaya zêr e ku jinên Îranî di Şampiyoniya Atletîzmê ya Astengdarên Bihîstinê ya Asyayê ya îsal de bi dest xistine.

Şampiyoniya Atletîzmê ya Astengdarên Bihîstinê ya Asyayê di çarçoveya Şampiyoniya Astengdarên Bihîstinê ya Asya-Pasîfîk a 2026’an de li Penanga Malezyayê tê lidarxistin. Pêşbirkên atletîzmê dê heta 8ê Cotmehê berdewam bikin.