‘Divê piştevaniya jinên werzîşvan bê kirin’
Jinên werzîşvan ên ji Başurê Kurdistanê bal kişandin ku ji bo werzîşa jinan piştevaniyek pêwist nayê dayîn û gotin ku divê hemû qlubên werzîşê girîngî bidin werzîşên jinan.

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Tûrnûvaya voleybolê ya Keçên Iraqê li Helebceyê destpê kir û çar rojan domiya, di tûrnûvayê de 10 tîman cihê xwe girtin û biryar hat dayîn ku fînal li bajarê Hewlêrê be. Ev tûrnûva di demek e ku li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinên werzîşvan astengiyan derdixin pêk hat û sedema wê jî fikrên civakê yên der barê werzîşa jinan û nedayîna piştevaniyê ye.
Têkildarî vê mijarê hakima navneteweyî ya li Koleja werzîşa beden a zanîngeha Bexdayê Nîda Yasir û Sekretera Tîma Jinan a Silêmaniyê Dunya Ferec ji ajansa me re axivîn.
‘Divê hemû komên werzîşê girîngî bidin werzîşa jinan’
Hakima Navneteweyî ya li Koleja Werzîşa Beden a zanîngeha Bexdayê Nîda Yasir wiha got: “Li gorî me dît beşdariya jinan kêm bûye. Gelek jin jî baş beşdar bûne lê belê em di perwerdekirina werzîşvanan de zoriyan dikşînin û divê beşdarî nevneteweyî bibin. Her çendî alîkariya madî gelek lawaz e, qlubên werzîşan jî nikarin alîkarî bidin tevahî tîmên Iraqê. Ji ber wê em daxwaz dikin hemû qlubên werzîşê girîngî bidin werzîşên jinan. Bi taybetî li Kurdistanê jin di gelek cureyên werzîşê de bi ser ketine. Wekî ku çawa girîngî didin werzîşa mêran divê wisa girîngî ji werzîşa jinan re were dayîn û aliyên pêwendîdar û wezareta werzîşê û ciwanan û hemû qlubên werzîşê girîngî bidin werzîşên jinan.”
‘Divê piştevaniya jinên werzîşvan bê kirin’
Sekretera Tîma Jinan a Silêmaniyê Dunya Ferec diyar kir ku nêzî 20 salan e di qada werzîşê de dixebite û wiha got: “Beşdariya jinan di vê astê de ji bo me ne cihê kêfxweşiyê ye. Me berê ji bêxemiya dayîk û bavan gilî dikir lê belê niha piştevaniya desthilatdariyê jî nîn e, tenê ragihandin maye. Ev tûrnûva piraniya malper û medyaya dîjîtal û kenalan parve kirin û ji xelkê re ragihandin. Divê piştevaniya jinên werzîşvan bê kirin da ku bikaribin peyamên werzîşan bigihîjînin.”