2’yemîn Turnuvaya voleybolê li Amedê roja sêyem de dewam dike

Rêveberiya Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Peyasa Amedê ku 2’yemîn Turnuvaya Voleybolê ya Jinan li dar xist, di roja sêyemîn de dewam dike.

Amed – Turnuvaya Voleybolê ya Jinan îsal cara 2’yemîn ji aliyê Rêveberiya Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Peyasa Amedê tê lidarxistin. 21 tîmên valeybolê beşdarî turnuvayê bûne, ku di roja sêyemîn de berdewam dike.

Maçên roja 3’yemîn li Tesîsên Şehmûs Ozer ên Amedsporê ya navçeya Rêzan a Amedê hatin lîstin. Endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran û Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol jî di nav beşdaran de cih girtin.

Di roja 3’yemîn a turnuvayê de jî 2 maçên balkêş hatin lîstin. Di encam de, Peyas Jin 2-1 Çapemeniya Azad û Şaredariya Bajarê Mezin 2-0 Şîmel têk bir.

Roja çaremîn a turnuvayê dê saet 6'an de bi maçên navbera Ciwanên Surê, Şaredariya Bajarê Nû û Jinên Ciwan bidome.