Xebatkarên tendirustiyê li Lubnanê peyama mirovî didin

Xebatkarên tendirustiyê yên nexweşxaneya Relief of People bi îsrar karê xwe didomînin. Jinên ku riya berxwedanê hilbijartine, tevî hemû windahiyan jî di navbera tirs û erkê de, pîşeya xwe vediguherînin têkoşîna ji bo parastina jiyanê.

RANA CONÎ

Lubnan – Li başûrê Lubnanê ku şer lê diqewime, nexweşxaneya "Relief of People" bûye xeta parastinê ya mirovî ku ji hêla jinên hem tirs û hem jî berxwedan ceribandine ve tê birêvebirin. Mona Ebû Zeîd û Sara Salum hewl didin mîsyona xwe pêk bînin û mayîna li qadê dikin cureyeke berxwedan û parastina tiştê ku ji jiyanê maye.

Rêvebera nexweşxaneya Relief of People Mona Ebû Zeîd, ji destpêka şerê yekem ve demek be jî ji nexweşxaneyê derneketiye. Ew li ser karê xwe maye, her hûrgiliya li ser erdê şopandiye û ji hemû pêşketinan agahdar bûye. Tîmên tendirustiyê di her warî de xebatan bi rêve dibin, di her qonaxeke krîtîk de amade ne.

Mona Ebû Zeîd jinek e ku bawer dike tiştê diqewime ji sînorên erka pîşeyî derbas dibe û mijareke bi tevahî mirovî ye. Ji bo Mona nexweşxane ne tenê saziya tendirustiyê ye, mîsyoneke mirovî ye, modela berxwedanê ye di mayîna li kêleka mirovan, xizmeta wan û parastina wan di rewşên herî tarî de de cih digre.

Ew ne tenê karê îdarî dike

Mona Ebû Zeîd dibêje ku hebûna wê li başûr îro ne tenê karekî îdarî ye, erkeke mirovî û neteweyî ye. Hebûna wê li nexweşxaneyê li kêleka bijîşk, hemşîre û karmendan, rasterast li gel mirovan di rûbirûbûna dijwariyan de sekn e û tevî hemû şert û mercan jî xizmetên bijîşkî yên pêwîst ji niştecihên herêmê re dikin.

Berxwedan bi xwe peyamek e

Mona Ebû Zeîd tekez dike ku berxwedan bi xwe peyamek e, ji ber ku xizmetên tenduristî û civakî ji bo mirovên li herêmên bênavber tên dayîn. Mona destnîşan dike ku planên awarte ku ji sala 2023’an vir ve di meriyetê de ne, her dem li gorî rewşa ewlehiyê diguherin, plan dibe ku di nava çend deqeyan de werin guhertin.

Tişta ku bandora herî kûr dihêle êşa zarokan e

Mona Ebû Zeîd zehmetiya dûrketina ji malbatê, hesreta ji bo dayîk, keç û hevalên xwe û tirsa xwezayî ya ku bi van şert û mercan re tê qebûl dike lê hesta berpirsyariyê ya li hemberî mirovan wê neçar dike ku van hestan derbas bike. Mona destnîşan dike ku tiştê bandora herî kûr li ser dihêle êşa zarokan e, bi taybetî sêwiyên ku dê û bavên xwe winda kirine û bêparbûna hestiyarî, mirovî ya pê re, dîmenek ku di bîranînên wan de dimîne.

Mona Ebû Zeîd ji rastiya li ser erdê dûr nîn e; ew di nava dilê şer de ye, bawer dike ku şerê ku ew di warê tendirustiyê de dikin peywireke exlaqî ye ku ji mîsyona wê ya mirovî derdikeve.

Dayîktiya rawestandî û berpirsyariyeke ku sînorên pîşeyê derbas dike

Rêvebera beşa hemşîretiyê ya li Nexweşxaneya Relief of People, Sara Salum vî şerî weke yê herî dijwar bi nav dike, ne tenê ji ber hejmara zêde ya kuştiyan di heman demê de ji ber hejmara zêde ya zarokên ku gihîştine nexweşxaneyê jî.

Sara Salum dibêje ku dîmenên zarokan şopek kûr li ser hiştine, ji ber ku karmendan şahidiya bûyerên zarokên tevahiya malbatên xwe winda kirine û yên din kirine û dibêje: ”Dayik mirin, zarokên xwe bi tenê hiştin. Dîmenên wan zarokan barê giran ê psîkolojîk ê li ser hemşîreyan dihêle. Gelek ji wan bi trajediyên ku ji kapasîteya wan a pîşeyî û mirovî derbas bûne re rûbirû man.”

Tevî gefan jî li ber xwe didin

Sara Salum diyar dike ku ev ne şerê yekem e, cara duyemîn e dibîne û wiha berdewam dike: ”Di navbera erkê xwe yê ji bo nexweşan û saziyê de, hewl didim rola xwe ya dayîkbûnê biparêzim. Di heman demê de ez û hevjînê xwe li heman nexweşxaneyê dixebitin. Rola hemşîreyek di şer de ji dabînkirina dermankirinê wêdetir e. Divê ku li kêleka nexweş bi awayekî psîkolojîk û mirovî raweste. Tevî gefên berdewam ên ku ji hêla her êrîşa hewayî ve tên kirin jî divê tu her dem karê xwe bidomînî.”

Sara Salum destnîşan dike ku gelek hemşîre ji bo zarokên birîndar tevdigerin, wan hildigrin û hewl didin di şert û mercên dûrî jiyana normal de hinek rehet bikin. Hinek nexweş piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derdikevin û vedigerin malên ku ji ber bombebarana nû gefê li wam dixwar û hesta wan a bêçarebûnê zêde dikin.

Peyama berxwedanê

Bi vî rengî, Mona Abû Zeîd û Sara Salum û hevkarên wan heman peyamê didin. Ew dibêjin ku parastina jiyana mirovan, çiqas xeter be jî divê were kirin. Di navbera berxwedana li hemberî bombebaranê, dayîktiya di nava bêçaretiyê û biryardariya ji bo jiyanê de, ev tîm beşek ji bîrnekirî di çîroka başûrê Lubnanê de dinivîsîne.