WHO ji bo şewba Ebolayê hişyariyê dide
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li Cenevreyê diyar kir ku belavbûna bilez a Ebolayê li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê gefek cidî li herêmê diafirîne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên WHO, heta niha di encama vê şewbê de nêzîkî 600 bûyerên gumanbar û 139 mirin çêbûne. Rayedaran hişyarî dan gotin dibe ku di demên pêş de hejmara bûyeran zêde bibe.
‘Hîn ne li gorî pîvanên pandemiyê ne’
Nirxandina Komîteya Awarte ya WHO’ yê diyar kir ku rewşa heyî hîn li gorî pîvanên ji bo rewşek awarte ya pandemiya cîhanî nîne. Lêbelê, rêxistinê roja Yekşemê ya borî hişyariyek tenduristiyê ya navneteweyî ragihandi bû.
Vîrusa Ebolayê dibe sedema tayê xwînrijandinê ku rêjeya mirinê bilind e. Di 50’î salên dawî de li Afrîkayê zêdetirî 15 hezar kes kuştine, her çend vîrus bi qasî Covid-19 an sorikan zû belav nabe jî, ji ber bandorên xwe yên kujer xetereyek girîng çêdike.
Rayedaran ragihandin ku yekem bûyera ku heta niha hatiye tespîtkirin hemşîreyek bû ku di 24ê Nîsanê de serdana navendeke tenduristiyê li Bunia kiribû.
Lêbelê, pispor bawer dikin ku navenda belavbûnê navçeya tenduristiyê ya Mongbwalu ye, ku bi qasî 90 kîlometreyan ji Bunia dûr e. Tê texmînkirin ku nexweşî pêşî li wir derketiye û dû re li deverên din belav bûye.
WHO ragihand ku hişyariya yekem a li ser nexweşiyeke nenas a bi rêjeya mirinê ya bilind di 5’ê Gulanê de hatiye dayîn û yekem bûyera pozîtîf ya Ebolayê di 15’ê Gulanê de hatiye piştrast kirin. Hişyariyek tenduristiyê ya navneteweyî du roj şûnda hatiye çalak kirin.
DYA rexne li WHO dike
Wezîrê Derve yê DYA Marco Rubio îdia kir ku WHO di tespîtkirina pandemiyê de hêdî bû.
Tedros Adhanom Ghebreyesus bersiva rexneyan da û got ku dibe ku di derbarê awayê xebata rêziknameyên tenduristiyê yên navneteweyî de şaşfêmkirin hebin. Tedros got, "Em nakevin şûna welatan, em piştgiriyê didin wan."
Pispora WHO Anais Legand jî destnîşan kir ku pandemi bi îhtîmaleke mezine ku bi mehane dest pê kiriye. Wê diyar kir ku armanca wan a sereke şikandina zincîra veguhastinê bi rêya şopandina têkiliyan, îzolekirin û dermankirina bilez a bûyerên gumanbar e.