WHO: Hejmara nexweşên Hantavîrusê gihîştiye 13’an

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku hejmara nexweşên hantavîrusê yên bi keştiya geştyariyê ya luks MV Hondius ve girêdayî gihîştiye 13’an.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus derbarê bûyerên hantavîrusê yên bi keştiya geştyariyê ya luks MV Hondius ve girêdayî de daxuyaniyek da.

Ghebreyesus diyar kir ku Spanyayê di nav rêwiyên di karantînayê de bûyerek nû rû daye, bi vî awayî hejmara giştî ya bûyeran gihîştiye 13’an. Hat ragihandin ku rêwî û personelên tenduristiyê yên li ser keştiyê hatine tahliyekirin.

Rêveberê Giştî yê WHO got: “Rewş aram e. Her çend rêwiyên vîrûsê vegirtine dermankirina pêwîst werdigirin jî, yên din jî di karantînayê de dimînin.”

Hat gotin ku hemî rêwî, endamên ekîbê û xebatkarên tenduristiyê yên li ser MV Hondius, ku di du hefteyên dawî de di navenda belavbûnê de bû, hatine derxistin.

Vîrusa hanta di nav wan vîrusan de ne ku dikarin bi rêya lawirên didan tûj derbasî mirovan bibin û dikarin bibin sedema enfeksiyonên giran.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku her sal li çaraliyê cîhanê bi qasî 10 hezar heta 100 hezar bûyerên hantavîrusê çêdibin. Rêbaza nexweşiyê û rêjeyên mirinê li gorî celebê vîrusê diguherin.