Talîbanê nehişt bijîşkên jin bighên hawara birîndarên jin
Li Efganistanê ji ber qedexeya ku Talîbanê ji bo xebatên bijîşkên jin danî, jinên di êrîşa Pakistanê de birîndar bûne, ji tedawiyê bêpar man. Bijîşk Fewziye Nezîr a nekarî here herêmê, da zanîn ku rayedaran gotine “Ev ferman e” û ew vegerandine.
BAHARAN LEHÎB
Nangarhar – Di hefteyên dawî de, êrîşên nû yên leşkerî yên ku Pakistan li dijî hinek herêmên sînor ên Efganistanê pêk aniye, di nava gel de fikarên mezin ava kir. Ev êrîşên bi hinceta têkoşîna li dijî gefên ewlehiyê, carek din herêmên sivîl bi bêewlehî, tirs û nearamiyê re rûbirû hişt. Gelê herêmê bi taybetî jin û zarok, dibin qurbanên yekem ên van rageşiyan. Ji ber vê jî rasterast mal, baxçe û jiyana rojane zirarê dibînin.
Berê jî, rageşiyên sînor ên di navbera Efganistan û Pakistanê de bi caran rê li ber pevçûn û êrîşan vekiribû. Lê belê fikarên ji rewşa niha, ji ber serdema ku şertên xirab ên mirovî û aboriya li Efganistanê xwe nîşan dide, zêdetir dibin. Gelê ku jixwe li dijî xizanî, bê karî û qedexeyên civakî têdikoşe, niha bi gefên nû yên ewlehiyê re rûbirû ye. Jin û zarokên Efganistanê di nava tirsê de ne
Êrîşên dawî tenê rê li ber windahiyên canî û malî venekir, bandorek kûr li psîkolojiya civakê jî kir. Malbat bişev ji ber dengên teqînan û balafiran, di nava tirsê de dijîn. Zarok ji tirsa ji xew radibin. Ev rewş rasterast bandorê li xwegihandina perwerde, karkirin û xizmetên tenduristiyê dike.
Di qadek wiha de, pêwîstiya bi xizmetên lezgîn ên tenduristiyê ji her demê zêdetir tê hîskirin. Birîndar û nexweş hewceyî tedawiyê ne, lê belê ji ber kêmaniya derfetan û qedexeyên xwegihandinê, xwegihandina navenda tenduristiyê dijwar dibe. Gelek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê jî, dema erkên xwe bicih tînin rastî zextan tên.
Bijîşkên jin tên astengkirin
Di heman demê de li Efganistanê qedexeyên ku ji bo jinan hene, kapasîteya pergala tenduristiyê zêdetir xistiye. Bijîşkên jin û hemşîreyên ku beşek girîng a xizmetên tenduristiyê pêşkêş dikin, li hinek herêman ji bo xebat û geştê bikin rastî astengiyên cidî tên. Ev rewş bi taybetî ji bo nexweşên jin û zarokên li herêmên gundewar û dûr, encamên bi xeter bi xwe re tîne.
Hewl dan ku herin nevçeya Behsudê
Li navçeya Behsud ya Nangarharê, di êrîşa beriya çend rojan de ji heman malbatê 18 kes di bin xirbeyan de mirin. Di vê rewşê de hinek bijîşk ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê hewl dan biçin Behsudê, lê belê rastî astengiyên Talîbanê hatin. Bi hinceta ku jin in, destûr nedan bikevin herêmê. Ev pêkanîn tenê mafê wan ê pîşeyî binpê nake, di heman demê de nexweşên ku pêwîstiya wan bi xizmetên jiyanî heye jî bê par dike.
‘Ji ber em jin bûn nehiştin em herin’
Yek ji bijîşkên jin a li Celalbadê, Fewziye Nezîr e. Xwestiye ku bighê hawara wan, lê hatiye astengkirin. Bijîşk Fewziye diyar kir xebera ku pêwîstiya gelek malbatan bi tedawiya lezgîn heye ji wan re hatiye, lewma wê jî biryara çûyîna Behsudê daye û wiha got: “Ji ber êrîşa dawî birîndar çêbûne. Tevî fikaran jî min ekîpmanên bingehîn amade kir û li gel komek biçûk em bi rê ketin. Di hişê min de tenê dîmenê zarokên ku li benda alîkariyê ne hebû. Di rê de min diwarên xirab bûne û li kêlekên rê jî mirovên bi rûyên westiyayî û bi fikar li benda alîkariyê ne dîtin. Dema em gihîştin xala kontrolê, hêzên Talîbanê belgeyên me lêkolîn kir. Piştî hevdîtinek kurt, hat gotin ku ji ber em jin in, em nikarin bikevin herêmê.”
‘Gelek jin û zarokên hewceyî tedawiyê hene’
Fewziye Nezîr ragihand ku gelek hewl daye ku bi wan bide fêmkirin ku pêwîstiya birîndaran bi xizmetên lezgîn heye û bijîşkên jin ji bo tedawiya jin û zarokan pêwîst e. Fewziye da zanîn ku bersiva wan eşkere bûye û wiha domand: “Bersiva wan ‘Ferman heye’ bû. Em neçar man vegerin. Di wê kêliyê de ne wek jinekê, wek bijîşkek min hîs kir ku ez tune hatime hesibandin. Di rêya vegerê de, ya herî zor ev bû. Li aliyê din ên xala kontrolê, min dizanibû ku ji ber nebûna bijîşkên jin, birîndarên jin ên neyên tedawîkirin hene. Ev bêparbûn ne tenê li hemberî min bû, li dijî hemû nexweşên li benda alîkariyê jî bû. Li gel tîma min, nehiştin ku gelek rojnamevan jî bikevin herêmê.”
‘Heta astengiya li pêşiya jinan ranebe dê krîz kûr bibe’
Fewziye Nezîr herî dawî bi çavek tije rondik wiha got: “Wê rojê li gel dengê teqînê, min fêm kir ku dengek din ê bêdeng heye. Dengê jinên ku derfeta rizgaraiya hevzayendên xwe nebînin. Heta astengiyên li pêşiya jinan û bi taybetî jî bijîşkên jin ranebe, wê li van herêmên şikestî, krîza mirovî zêdetir kûr bibe.”