Nexweşiya kolerayê li Sûdanê bû sedema mirina 2500 kesan
Li Sûdanê nexweşiya kolerayê bi awayekî ku mînakên wê tune ne belav dibe. Şewb bû sedema mirina mirina ji 2 hezar û 500’î zêdetir kesan û hema bibêje binesaziya tendirustiyê bi temamî hilweşiya.

Sûdan – Gelê Sûdanê ji ber pevçûna di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê ku bi salan e didome, hilweşîna binesaziyê û zoriyên xwarin û ava paqij, gelek tengasiyan dikşîne. Vê rewşê bû sedem ku nexweşiya kolerayê belav bibe.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor a Navneteweyî ya 18’ê Îlonê, li Sûdanê hejmara kesên ji ber kolerayê mirine bûye 2 hezar û 500. Li tevahiya welat ji 100’î zêdetir bûyerên bi guman hatin qeydkirin.
Ji ber pevçûnan, pergala cereyan û avê li welat tune bûye nêzî ji sedî 80 ji xizmetê derketiye. Xaça Sor bang li sivîlan kir ku binesaziyê biparêzin. Ji dema destpêka pevçûnan ve heta niha, ji 12 milyonî zêdetir kes li nava welat ji cih û warê xwe bûne, ji 3 milyonî zêdetir jî berê xwe dan welatên cîran.
Li Darfûrê tabloya giran
Koordînasyoan Penaber û Koçberan a li Darfûrê jî ragihand ku ji ber kolerayê 509 mirine, hejmara bûyerên pêketinê jî bûye 12 hezar. Rayedaran dan zanîn ku bi taybetî li kampan, şewb her diçe belav dibe, kêmasiya malzemeyên tibî û serûman pir zêde ye.
Koordînasyonê, bang li Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê kir ku bi nexweşiya kolereayê re nexweşiyên tayê û yên ku ji ber birçîbûnê çêdibin zêde ne loma divê têkoşîneke mezin were dayîn.
15 milyon kes di bin xeterê de ne
Li gorî saziyên navneteweyî ji 15 milyonî zêdetir kesên li herêmên cuda yên Sûdanê dijîn bi nexweşiya kolerayê re rûbirû ne.