Nexweşên penceşêrê yên perê wan nîn e nayên dermankirin

Hemwelatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku tedawiya penceşêrê dibinin, nikarin xwe bigihînîn dermanên xwe. Hemwelatiyan diyarkirin ku ji ber polîtakayên tendirûstiyê yên dewletê mexdûr bûne û daxwaza mafê xwe yê tedawiyê dikin.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Ciwanro – Gelek hemwelatiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber penceşêrê têkoşînê dikin, nikarin xwe bigihînin îlacên xwe, li welat her ku diçe qeyaran aborî kurtir dibe, jin û zarokên ku nexweşiya penceşêrê rewş hîn girantir dibe. Ji ber buhayên giran yên xizmeta tendirûstiyê nexweş nayên dermankirin.

‘Ji bo dermankirinê min alîkarî xwest’

Mihemedê 45 salî yek ji van nexweşan e û wiha got: “Dû keçen min heye yek 18 salî ye û yek jî 11 salî ye, ez jî di kire de dimînin. Heta niha kes ji yê malbata me ev nexweşî negirtiye. Ev salek zêdetir e ez pê hesiyam ku bi min re pênceşêra kolonê bipêş ketiye. Min gelek test çêkir û ez fêr bûm ku penceşêrê ez girtime û ev jî ya nebaş e, tedawî gelek giran e. Ez erdê çandiniyê kirê digrim û dahata xwe pê dikim. Mesrefa nexweşiya penceşêrê li aliyekê, di aliyê manevî de ev nexweşî min bandor dike. Hinek pareyê min hebû ew ji ji bo testên patoloji, kolonoskopiler û hevditînên bi bijîk re min xerc kir. Ji sala parve min hezar tümen jî qezenc nekiriye, bijîjkê pispor ji min re got beriya emelyatê hinek kemoterapi bibinim. Li nexweşxaneya İmam Rezai ya Kirmanşah îlacên kemoterapiye belaşin, lê belê ew îlacên ku temam kirinê yên ku ez bi karbînim di piyasaya serbest de heye û divê ez ji borsaya reş bigrim. Beriya emalyatê min 10 seans kemoterabî dit û ji bo vê yekê ez çûm weqfa nexweşiya penceşêrê û min alîkarî xwest. Ew miktara alîkariyê ya ku dayî min ne gelek bû, lê belê kêm jî be hinek mesref pêktîne.”

‘Ji bo tedawiya keça xwe em neçar man erebeya xwe bifiroşin’

Keça 5 salî ya bi navê Juana ku por û biruyên wê ji ber nexweşiya penceşêrê weriyaye û hîna jî gelek xweşik e. Dayika Juana diyar kir ku ji bo keça xwe hemû zor û zehmetî girtine ber çavan û wiha got: “Hemû tişt bi testa xwînê re destpê kir û em piştre pê hesan nexweşiya penceşêrê girtiye, dema min zanî Juana losemiye weke 10 sal ji min çûyî lê hat. Keça min wê demê sê salî bû dema ku teşîsa losemî hatî danîn. Di navbera min û hevjînê min de tu nêzbûna me ya malbatî nîne, ne di malabta min de, ne jî di malbata hevjînê min de nexweşî nîne. Hevjînê min tesîsatçiyê inşatê ye, dahata wê baş bû û me jiyana xwe jiyan dikir, lê belê ji bo em tedawiya keça xwe bikin, em neçar man ku erebeya xwe bi firoşin. Îlacên temamkirinê yên ku nexweş bi kartînin divê nexweş bi xwe amade bike. Ji bo îlacekê em li hemû bajar geriyan, eczane nebû û em neçar man ku îlac ji Başûrê Kurdistanê binîn.”

 ‘Li Îranê îlacên biyanî nîn e’

Parvîn A ya 43 salî ya dayika 3 zarokan derbarê nexweşiya xwe û pêvajoya ku jiyan kirî de wiha anî ziman: “Dema ez fêrbûyîm nexweşiya penceşêra pêsirê min girtiye keça min a biçûk nu hatibû ser dinyayê. Ji derveyî vê nexweşiyê ji ber min nedikarî şîr bidim zaroka xwe ez digiriyam. Li Ciwanro ji bo nexweşiya penceşêrê tu cihek nîne, ji ber wê em çûn Kirmanşahê. Bijîjk got divê em singê te yê rastê vale bikin, lê belê beriya wê min 12 seans kemoterapi dît. Beriya salekê min hemû îlacên xwe ji wêderê digirt, lê niha li Îranê îlacên biyanî nîne, ez neçar mam ku îlacên xwe ji Başûrê Kurdistanê binîn û hercarê reçeteya ilacên min dinivîsin.”

‘Min ji 500 milyon tumenan zêdetir xerc kir’

Ferîde ya 55 salî penceşêra mideye ye û diyarkir ku beriya vê nexweşiyê 90 kîlo bû û wiha got: “Niha ez 48 kîlo me, destpêkê ji dilavêtinê destpê kir, piştî endoskopi û gastroskopi min zanî penceşêra mideyê ez girtime. Ji bo vê nexweşiyê heta niha min zêdeyî  500 milyon tumen xerc kiriye. Her carê ji bo testan min 2 ji milyon zêdetir dida.”

'Bavê min dema fêr bû ku dayika min tuşî pençeşêrê bûye wê terikand’

Jina bi navê Şahîn jî yek ji gundên Ciwanroyê dijî. Şahîna ku li vir bi keça xwe ya 22 salî û kurê xwe yê 20 salî re dijî, dema tujî nexweşiya pençeşêrê bû ji aliyê hevjinê xwe ve hat terikandin. Keça Şahîn, Şîlan wiha axivî: “Dema bavê min fêr bû ku dayika min tujî pençeşêrê bûye, dev ji wê berda. Hemû pirsgirêkên hersê yên bavê min bûne sedema nexweş ketina dayika min. Baş tê bîra min ku bavê min li şûna ku dayika min teselî bike û êşa wê sivik bike, ji ber ku diya min bi pençeşêrê ketiye ji dayika min acîz bû, wekî ku dayika min bi xwe nexweşiya penceşêrê hilbijartiye, an jî ji bo bavê min aciz bike tujî pençeşêrê bûye. Dema ku me encamên mamografiyê û patholojiyê girt û me dît ku dayika min bi pençeşêrê ketiye, bavê min mehekê terke malê kir, piştî dest bi dereng hatina malê kir. Dayika min qet tedawî nedît. Niha em bi dapîr û kalên xwe re dijîn û ew jî pir feqîr in. Ji ber vê jî nikarin alîkariya dayika min bikin. Dayika min niha nikare bimeşe û mehkûmê kursiya bi teker e.”

'Ez ji bo tedawiyê diçim Silêmaniyê'

Maryam Mihemedî ya 35 salî ya ji Pavehê, du keçên wê yên 10 û 5 salî heye. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dermanên Maryam Mihemedî ku nêzî 15 sal in bi nexweşiya penceşêrê ketiye, nayê peyda kirin. Maryam Mihemedî bal kişand li ser vê mijarê û wiha got: “Hevjînê min memûr e û e beriya bi vê nexweşiyê bikevim rewşa me ya aborî baş bû, lê hertim ji bo dermankirin û kemoterapî çûyine Tehranê, li ser me ew qas zext çêkir ku em neçar man krediyên faîzê bilind bistînin. Lê ev pere ji bo dermankirinê têrê nekir, ji ber ku hewcedariya min bi 10 mîlyon tumen bû. Ji ber vê yekê me mala xwe firot. Nêzîkî 5 sal in ji ber li Îranê nebûna derman, bilind û nebaşiya dermanan ji bo dermankirinê diçim Silêmaniyê."

'Ez cesaret nakim ku careke din dermanan bi kar bînim'

Mamosteya malnîş Mehdî zêdeyî 3 sal in nexweşê nexweşita pençeşêrê ye. Mehdî der barê rêbazên tedawiyê de wiha got: “Min 2 dewreyên kemoterapî, yek radyasyonê û yek jî immunoterapî kir. Herî dawî min 12 ampul amade kirine, bihayê her ampulekê 100 milyon tûmen e. Yek ji van dermanan bandoreke erênî li ser nexweşiya min nekir û ampûlên ku bi navekî biyanî dan min, sexte û îranî bûn û niha jî li ser pêşniyara bijîşkê xwe divê ez dest bi dermankirineke din bi ampulên bihatir bikim. Ne hêza min a aborî û ne jî cesareta min heye ku ez wan dermanên ku êdî nayê zanîn sexte ne an rastî ne bikar bînim."