Li Xezayê ku êriş lê ranawestin buyerên krîza dil zêde dibe

Bijîşk Suha Şeaat derbarê êşên ku jinên li Xezayê pê re rûbirû dimînin wiha got: "Ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê, jinên Filistînê bi cureyên cuda yên mirinê re dimînin. Piraniya wan ji ber panîkê kirîza dil derbas dikin û jiyana xwe ji dest didin."

REFÎF ISLÎM

Xeza – Bi dehan jin li Zîvala Xezayê ku di bin êrişên Îsraîlê de ye, ji ber krîza dil mirin an jî dilên wan ji ber tirs û panîka ku ji ber êrîşên hewayî yên dijwar ên Îsraîlê pê re rûbirû mane sekinîn. Hin ji wan di cih de jiyana xwe ji dest dan, ên din jî derbasî nexweşxaneyê dibûn û heta ku jiyana xwe ji dest dan di bin çavdêriya giran de dimînin.

Di 18'ê Adarê de, Haya Murtaca ya 30 salî piştî binpêkirina agirbestê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ev yek bi guleyeke agirîn a ku tevahiya Zîvala Xezayê hejand. Piştre Heya Murtaca bo nexweşxaneyê hate rakirin û deh rojan li wir ma heta ku bijîşkan bi fermî mirina wê ji ber nebûna xizmetên bijîşkî yên têrker ragihandin. Haya du keç li pey xwe hiştin, Şem û Meryem ku heta niha jî li dayika xwe digerin.

Haya Murtaca bi hilberandina berhemên zarokan, di nav de stran û dublajkirina karakterên kartonî, tê nasîn. Kanalek wê ya YouTube ya taybet jî heye. Wê her wiha bi rêya xuyabûnên xwe yên li ser ekranê bi Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) re xebitî, korsên perwerdeyî veguherand kartonfîlmên anîmasyon ku zarok bi awayekî çalak û kêfxweş pê re mijûl dibin.

Rêwîtiyek ji koçberî êş û zehmetî

Di destpêka êrîşa 2023'an de, Haya Murtaca li gelek deverên zîvala Xezayê ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê neçarî koçberiyê bûye. Piştre ew vegeriya mala xwe û dît ku mala wê li taxa El-Nas ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê wêran bûye û ew bi erdê re kiriye yek. Heya hewl da ku bi rewşê re mijûl bibe û zehmetiyên jiyana dûrî dengê êrîşên hewayî tehemûl bike.

'Jin mexdûrên binpêkirinên rejîmên zordar in'

Bijîşk Suha Şeaat derbarê êşên ku jinên li Zîvala Xezayê pê re rûbirû dimînin wiha got: "Ji ber êrîşa berdewam a li ser Şerîda Xezayê, jinên Filistînî ji ber panîka giran a ku di nav wan de belav bûye, cûrbecûr cureyên mirinê ceribandine. Di nav de mirina bi şewitandinê, birçîbûn û tirsê. Tiştê ku bi serê jinên ku krîza dil dikişînin tê, berdana mîqdarên mezin ên adrenalînê ye ku masûlkeyên dil nikarin tehemûl bikin, ev yek jî dibe sedema rawestandina karê dil. Mirina ku ji ber tirsê çêdibe, ji bombebaraneke dijwar tê ku tê de deng ji sînorên bihîstina mirovekî derbas dibe û dibe sedema hilweşîna laş di bin giraniya êrişên panîkê yên giran û nekarîna mijûlbûna bi rewşa ku li ser tê ferzkirin re."

'Divê atolyeyên rehabîlîtasyona psîkolojîk ji jinan re bê avakirin'

Suha Şaat bal kişand ser hişyariyên destpêkê yên ku divê di rewşên krîza dil de ji wan dûr bikevin kir û wiha axivî: "Di rewşa ku jin ji krîzên panîkê yên giran dikişînin, divê di destpêkê de tedbîr werin girtin, wek mînak hewl bidin kesê ku bandordar aram bikin û rewşa tirsê ya ku dibe sedema windakirina hişê wê, kêm bikin. Divê rêxistinên civaka sivîl jî li ser pêwîstiya avakirina atolyeyên rehabîlîtasyona psîkolojîk, bi giranî li ser jinên ku di qada tendrustiyê de dixebitin, bisekinin. Hê jî hêviya me heye ku şer li cîhanê bi dawî bibin û hemû jin di aştî û ewlehiyê de bijîn.”