Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber mercên xirab nexweşiya PKOS’ê zêde dibe
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji ber zoriyên aborî û civakî jinên ku nexweşiya PKOS’ê bi wan re heye derengî diçin nexweşxaneyan. Ev derengmayîn dibe sedem ku nexweşî ji diyabetê ber bi nexeşiya dil ve biçe.
Ciwanro – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Ciwanro û Ravansarê Sendroma Over Polîkîstîk (PKOS) a bi navê “Kêmbûna xebata hêkan” tê zanîn, hema bibêje qet nayê behskirin lê nîşaneyên nexweşiyê di jiyana rojane ya jinan de bi awayê bêdeng xwe didin der. Hevsengiya reglê ya ne di wextê de, zêdebûna kîloyan, zêdebûna mûyan û fikara ku her diçe zêde dibe… Gelek jin van guherînan bi westandin an jî zoriyên jiyanê ve girê didin, bi salan nizanin bi pirsgirêke tendirustiyê ya çawa re dijîn. Jinekologên li herêmê jî balê dikşînin ku hem zêdebûn hem jî encamên vê nexweşiya bêdeng ji texmînan xirabtir in.
Dibe sedema gelek nexweşiyan
Bi lêkolîna ku li Tehranê li ser 184 jinan hat kirin, tesbît bû ku bandorên psîkolojîk ên PKOS’ê bi qasî nîşaneyên fizîkî zêde ne. Ji sedî 80 di asteke zêde de bi anksiyete, depresyon an jî di warê têkiliyên civakî de pirsgirêkan dijîn. Ji sedî 91’ê jinan di warê têkiliyên civakî de, ji sedî 89 giliyên fizîkî yên ji ber stresê çêdibin, ji sedî 75 jî nîşaneyên anksiyetê yên diyar û ji sedî 33 zêdetir depresyon hat tesbîtkirin. Piştî vê tabloyê diyabet, tansiyona bilind, nexweşiyên dil û xetera penceşêra malzarokê çêdibe.
‘Li herêmê pir zêde ye’
Jinekolog B. Mohammadî ya li Ciwanroyê, dibêje ku gelek nexweşên tên ba wê bi xetera nexweşiyê nizanin û diyar kir ku li herêmê stres, zextên ji ber rewşa aborî, kêmasiya tevgerê zêde ne û xwarina baş pir kêm e, ji ber vê jî nexweşiya PKOS’ê ku weke “kêmbûna xebata hêkan” tê zanîn pir zêde ye. B. Muhammedî diyar dike ku gelek jin heta rewşa wan giran nebe naçin bijîjk û got: “Jinek tenê dema ku ducanî namîne tê ba min lê nizane ku pirsgirêkên wê ji çênebûna zarokan pir zêdetir in.”
‘Dibiyabû min terzê jiyana xwe biguheranda’
Xedîca ya 42 salî ya ji Ciwanroyê jî li ser tiştên ku jiyane wiha dibêje: “Bi salan min sedema bêrêkûpêkiya reglê bi nêzbûna menopozê ve girêda. Sê mehê carek regl dibûm û min digot qey ev yek normal e lê ji ber zêdebûna kîloyan û mûyên ku çêbûn, min test kir. Bi ûltrasonê diyar bû bi nexweşiya PKOS’ê ketime. Min wê demê fam kir çima bi salan westandî û bê moral bûm. Bijîjk ji min re got ku ji bo kêmbûna şekir û tansiyonê divê kîlo bidim. Berê min digot qey tedawî tenê bi xwarina dermanan e lê wiha nebûye. Ya esasî ew e ku mirov terzê jiyana xwe biguherîne. Ji bo me jinên ku ji derfetan bêpar in û zext zêde li ser me hene ev pêvajo pir zor in.”
‘Em nikarin çerez û xwarinên bi tendirust bikirin’
Jina 27 salî ya ku bi salan bi vê nexeşiyê dijî jî wiha dibêje: “Bijîjk ji bo min diyetek pêşniyar kir. çerez, fêkiyên taybet û danên navberê yên bi tendirurst lê ev hemû jî bihayê wan pir zêde bû. Tenê hefteyek dikaribûm wisa bikim. Ji ber nexweşiyê reng û rûyê min guherî. Porê min pir diweşe, bizrikên di rûyê min de zêde bûn.”