Lêkolînera Mexribî: Xwarina algayan bi sûd û dewlemend e
Lêkolîn girîngiya bikaranîna algayan weke pêvekek xwarinê ya dewlemend bi mîneral û vîtamînan destnîşan dikin, bi taybetî ji bo jinên ku ji kêmasiya iyot û hesinê dikşînin.
RECAA XEYRET
Mexrib – Lêkolînera Mexribî Wafaa Şerîfî, li Laboratuwara Biyoteknolojiya Avî ya Zanîngeha Qadi Ayyad li Marakeşê, projeyek zanistî dimeşîne ku ji bo pêşvebirina tenduristiya giştî, vexwarina lêzêdekirina xwarinê ya li ser bingeha algayên deryayî yan jî yên teze parêzvaniyê dike.
Wafaa Şerîfî xuya kir ku jin bi taybetî bi van lêzêdekirinan re eleqedar dibin, ji ber rêjeyên herî bilind ên anemiyê û nîşaneyên cûrbecûr ên ku ji ber kêmasiyên giran ên mîneralên bingehîn çêdibin, bi jinan re hene.
Sûdên algayan ji bo tendirustiyê
Wafaa Şerîfî der barê vê projeyê de got: "Wek lêkolînerên Laboratuwara Biyoteknolojiya Avî ya Zanîngeha Qadi Ayyad, em li ser pêşxistina çend warên lêkolînê yên têkildarî algayan, bi taybetî di warê xurekê de, dixebitin. Alga dikare weke sebzeyek deryayî were hesibandin ji ber ku ew dewlemend e bi xurekên bingehîn ên ji bo tenduristiya giştî sûdmend e. Weke mîneral, vîtamîn, proteînên bi kalîte û şekir ku rêjeya wan li gorî cureyên algayan diguhere, ye."
Wafaa Şerîfî zêde kir ku her çendî ev alga nikarin şûna sebze û fêkiyên li erdê hatine çandin bigrin jî weke lêzêdekirina xurekê dimînin ku divê di parêzên rojane de werin bicihkirin bi taybetî algayên deryayî yên dewlemend bi iyotê ku di sebze û fêkiyan de nayên dîtin. Li Mexribê gelek kes ji kêmasiya zêde ya vê hêmana girîng dikşînin, bi taybetî jinên ku pirsgirêkên tiroîdê bi wan re hene.
‘Xurekên ku dibin alîkar bixwin’
Wafaa Şerîfî banga xwarina van pêvekên xurekî kir, bi taybetî ji ber ku Mexrib li ser Deryaya Spî û Okyanûsa Atlantîkê ye ku ev dewlemendiya mezin dide wê. Ji ber ku zêdetirî 600 cureyên giyayên deryayê hene, dikarin di warê xurekê de her wiha di warên din ên weke kozmetîk de, mîna tiştên ku Asyayî dikin, werin veberhênan da ku kalîteya xurekê baştir bikin û hinek nexweşiyên bi kêmasiya mîneralan (anemiya) ve girêdayî kêm bikin.
Wafaa Şerîfî der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên xerîdarên van algayan de diyar kir ku cureyên wan hene ji bo vexwarinê ne guncav in û ji bo mezinbûna algayên xwarinê deverên diyarkirî hene ku divê ji bo berhevkirina algayan werin pejirandin û ew li gorî pîvanên zanistî yên rast têne destnîşankirin. Ji ber ku çavkaniya jiyana van algayan, rêbazên mezinbûna wan û gelo ew ji bo tenduristiya mirovan xetereyek çêdikin, têne zanîn.
Divê cureyên algayan baş werin analîzkirin
Wafaa Şerîfî tekez kir ku divê cureyên algayan baş bên analîzkirin û got: “Pêdivî heye ku di laboratuarên pispor de lêkolînek rast were kirin da ku were destnîşankirin ka ev alga jehrîn in an na berî ku ber bi bazaran ve werin şandin. Der barê mîqdara ku divê were xwarin de, li vir pêdivî heye ku bi pisporên parêz û xurekê re şêwir bikin da ku kêmasiya ku çêdibe were destnîşankirin, ji ber ku ji bo kêmasiya hesin û magnezyûmê tê pêşniyarkirin ku algayên kesk werin xwarin lê ji bo kesên ku ji kêmasiya iyotê û pirsgirêkên tîroîdê dikşînin, algayên qehweyî tên pêşniyarkirin.”
Jin bi piranî bi xwarina van pêvekan re eleqedar dibin
Wafaa Şerîfî der barê kesên ku ji yên din bêhtir bi xwarina algayan re eleqedar dibin destnîşan kir ku divê hemû mirov van pêvekan bixwin, bi taybetî zarokên ku pir caran ji kêmasiya hesin dikşînin. Ji ber ku divê ew ji qonaxek zû ya jiyana xwe ve werin teşwîq kirin ku van pêvekên xurekî di xwarinên xwe de bihewînin ji ber ku ew dewlemend in, bi taybetî algayên kesk.
Der barê kêmasiya îyotê de, Wafaa Şerîfî diyar ku jin bi taybetî bi xwarina algayên qehweyî re eleqedar dibin, ji ber ku gelek jin ji pirsgirêkên tîroîdê yên ji ber kêmasiya îyotê dikşînin. Wafaa tekez kir ku jin di serî de berpirsiyarên xwarina van pêvekan û teşwîqkirina zarokên xwe ne ku heman tiştî bikin.
Bi gelek awayan dikare were xwarin
Wafaa Şerîfî der barê rêbazên xwarinê de da zanîn ku alga bi şiklê pelan peyda dibe, weke algayên reş ku berî vexwarinê di nav avê de tên şilkirin û dikarin li xwarinên cûrbecûr ên wek birinc û şorbeyê werin zêdekirin. Ew dikare bi teşeya toz an jî bi şiklên din jî were bikar anîn.
Rêbazên zêdekirina hişmendiyê li ser girîngiya xwarina algayan
Der barê rêbazên zêdekirina hişmendiyê li ser girîngiya xwarina lêzêdekirina xwarinên ji algayan hatine girtin, Wafaa Şerîfî destnîşan kir ku Mexribî li gorî Asyayiyên ku di xwarinên xwe de pir bi giranî xwe dispêrin vê çanda xwarinê, ji vê çanda xwarinê dûr in ûgot: "Rola me weke lêkolînerên di vî warî de ew e ku bi organîzekirina semîner û konferansên zanistî yên pêşketinên herî dawî yên di lêkolînên zanistî yên di vî warî de ronî dikin, hişmendiyê li ser girîngiya van lêzêdekirina xwarinê zêde bikin. Em her wiha civînên meydanî li dar dixin ku bi rêya wan em mêvanên lêkolînerên xwendekar û ciwanan digirin da ku li ser cureyên algayan û rola wan di xurekê de fêr bibin."
Divê lêkolîn zêde bibe
Wafaa Şerîfî destnîşan kir ku ev hemû ji bo avakirina çandeke xwarinê li ser bingeha vexwarina algayan têrê nake. Ji ber vê divê lêkolîner werin teşwîqkirin ku projeyan bi pêş bixin û lêkolînên ku ew dikin ji refik û depoyên zanîngehan derxînin û bi weşandina agahdariyê di vê çarçoveyê de giştî bikin, da ku sûd berfireh bibe û vexwarina algayan di nav hemû welatiyan de bibe çandeke serdest.
Banga nasîna sûdên algayan ji bo tendirustiyê
Di dawiyê de, Wafaa Şerîfî bang li raya giştî kir ku platformên dîjîtal û malperan bikar bînin da ku bi tevlîkirina wan di xwarinên Mexribî de, li ser feydeyên algayan û girîngiya wan di baştirkirina kalîteya xurekê de fêr bibin.