Kampanyaya ji bo hişyarkirina jinan li ser penceşêra memikê didome

Endama Ofîsa Jinan a Desteya Tendirustiyê ya bajarê Qamişlo, Gulê Cafer bal kişand ser kampanyaya teşxîskirina zû ya penceşêra memikê û got: “Wê çalakiyên me yên hişyarkirina jinan dê heta dawiya meha Cotmehê bidomin.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Penceşêra memikê yek ji cureyên penceşêrê ye ku jin herî zêde pê dikevin. Bi hatina meha Cotmehê ya hişyariya li ser penceşêra memikê re, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya hişyariyê ji aliyê Desteya Tendrustiyê, Heyva Sor a Kurdî û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, bi riya belavkirina broşûran di 1’ê Cotmehê de dan destpêkirin.

Armanc ew e ku hişmendiya jinan li ser girîngiya keşifkirina bi lez û kontrolkirina birêkûpêk zêde bikin. Gelek Semîner, komxebat û muayeneyên tendirusî yên bê pere ji bo jinan tên organîzekirin da ku xetera nexweşiyê kêm bikin û şansa başbûna zû zêde bikin.

Endama Ofîsa Jinan a Desteya Tendrustiyê ya bajarê Qamişlo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Gulê Cefer derbarê kampanyaya keşifkirina bi lez a penceşêra memikê de ji ajansa me re axivî.

‘Nexweşxaneya penceşêra pêsîrê û nexweş hatin ziyaretkirin’

Gulê Cefer da zanîn ku her sal kampanyaya keşifkirina bi lez a penceşêra memikê didin destpêkirin û got : “Di salê de meha Cotmehê kampanyaya keşifkirina bi lez a penceşêra memikê ye ji bo rê li pêşriya penceşêra memikê were girtin. Em jî weke Desteya Tendirustiyê, bi hevkariya Heyva Sor a Kurdî û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal vê kampanyayê didin destpêkirin. Ji bo kampanyayê plansaziyên me hene, li gorî wan gelek çalakî tên amadekirin. Îsal kampanyaya me bi rengekî pir berfireh hat amadekirin, rojane çalakî hene. Di 13’ê mehê de semînerek girseyî ya hevbeş li Qamişloyê û 15’ê mehê li Dêrik û Hesekê hat lidarxistin. Di nav de jî her saziyek ji me çalakiyên wan ên cuda jî çêdibin. Di nava van çalakiyan de jî ziyareta nexweşxaneya penceşêra memikê û nexweşan hat kirin.”

‘Bi rengekî girseyê semînerên hişyariyê di komînan de didin’

Gulê Cefer bal kişand ser girîngiya kampanyaya teşxîskirina zû ya penceşêra memikê û wiha berdewam kir: “Di vê kampanyayê de pir girîng e ku em rê li pêşiya vê nexweşiyê bigrin. Em dixwazin hişyariya tendirustî çêbikin. Ji ber ku 14 sal in herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şerekî dijwar de ye. Bandora şer pir li ser gelê me çêbûye, di aliyê derûnî û aborî de. Ji ber van rewşan newxweşiyên weke penceşêra pêsîrê derdikevin. Ji ber vê me xwest em bi rengekî girseyî semînerên hişyariyê di komînan de ji jinan re li dar bixin da ku bi riya wan xwe biparêzin. Berê mirovên temen mezin bi van nexweşiyan diketin lê encamên ku rewşa gelê me tê de û guhertina jîngehê bandorê li jinên ku temenê wan ji 40’î jî kêmtir e dike. Bijîşkên ku taybet bi nexweşiya penceşêrê re mijûl dibin beşdarî van semînerên ku di komînan de tên dayîn, dibin. Armanca me ew e ku jin xwe bi xwe biparêze û rê li pêşiya nexweşiyê bigrin ji bo vê ev kampanya pir girîng e.”

‘Divê her 6 meh carekê kontrol bê kirin’

Gulê Cefe diyar kir ku li ser broşûrên ku belav kirine gelek wêneyên parastina ji nexweşiyê hene û keşifkirina bê pere jî ji jinan re dane afrandin û wiha bi dawî kir: “Di biroşûrên ku me belav kirine de gelek wêneyên xweparastina ji nexweşiya penceşêra memikê hene. Di demên berê de derfet tunebû ki jin xwe li herêmê kontrol bikin, tênê li Şamê hebû lê niha Heyva Sor a Kurdî ji bo jinan nexweşxaneya peneçêrê vekiriye û li wir bê pere muayene dibin. Divê jin her 6 mehan carekê biçin kontrolê, bi taybet di vê mehê de.”