siyaset

  • Şerîfa Hesen: Dewleta tirk bi erîşan hewl dide herêmên din jî dagir bike 

    Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Şerîfa Hesen da zanîn ku dewleta tirk siyaset û êrîşên xwe tenê bi dagirkirina hin herêman nasekinîne û her dem gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixew.

  • “Dê jin dev ji têkoşînê bernedin” 

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li hemberî hemû cure zoriyan jî dê jin dev ji têkoşînê bernedin.

  • “Di hikûmeta Tûnisê de peyîwirdarkirina 10 jinan pêngavek girtinge” 

    Femînîstan destnîşan kir ku tayînkirina Najla Boden ji bo serokatiya hukûmetê gaveke girîng û mijarek erênî ye, nemaze jî ji ber ku di dîroka Tûnisê û herêma Ereban de yekem car jinek serokatiya hikûmetê dike. Di rewşeke awarte û dijwar de wekî ku hin kes jê re dibêjin Mîrkela Tûnis û Afrîkayê.

  • Di pêvajoya bihêzkirina jinên Mexribê de qonaxeke nû 

    Beriya salên 1990’î, jin di hukûmetên ku li Mexirbê hatin avakirin de amade nebûn û di 1997’an de, jinên Mexribê qonaxek girîng dan destpêkirin ku di dîroka welat de yekem car, çar jin ji bo hikûmetê bi serokatiya Abdulletîf Filali hatin tayînkirin.

  • Cîhan Xelîl: PDK xizmeta xeyalê Tirkan ê Osmaniya nû dike 

    Şêwermenda Rêveberiya Xweseriye Demokratîk a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl geşedanên dawî û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Xeyalên dewleta tirk ên osmaniya nû ji Heleb heya Kerkûk û Mûsil hene di çarçoveya mîsaqê milî de dixwaze xaka kurdan dagir bike, her wiha hêzên PDK’ê weke amûrê pêkanîna vê dagirkeriyê kiriye dewrê de. Ev kiryarên wiha nakevin xizmeta berjwendyên Gelê Kurd de, peyama dayikên şehîdan li dijî van siyasetan û valaderxistina îxanetê bersiva herî xurt e.”

  • “Dewleta tirk di siyaseta xwe ya hundirîn de îflaskiriye û êrîşî derdor dike” 

    Endama Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed têkildarî rewşa êrîş û pilanên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û got: “Hewceye em li hember pilanên dagirkeriyê şiyar bin.”

  • “Avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiveke ji êrîşên li ser pergala jinan re" 

    Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên têkildarî xebat, rêxistin û aramanca avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Kombûna jinan li derdora fikrên demokratîk serkeftinên mayinde bi xwe re tîne. Armanca me ne tenê ew e ku em kombûna jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbikin, em hewl didin di asta cîhanî de jinan birêxistin bikin û divê rola me di nivîsandina destûra Sûriyeya pêşerojê de hebe.”

  • Ebrû Gunay: Ev deshilat bi Tirkiyê dide windakirin 

    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay girêdayî rojeva Tirkiyê mijarên di rojevê de heyî nirxand.

  • Beşdariya jinên Fîlîstînî di partiyên siyasî de qels e 

    Amna Hamid sedema nebûna jinan a bi fermî di partiyên siyasî de bi xwezaya civaka Filistînê ya partîzanî ve girê dide û wiha domand: "Ger jinek beşdarî fraksiyonek dijberî partiya hevser an bavê xwe bibe û beşdarî semînerên perwerde yan çalakiyên werzîşê bibe, ew ê ji karê xwe were dûrxistin. Ji ber vê yekê, jin ji endamtiya van partiyan ditirsin, ew li gorî ya hatiye ferzkirin tevdigerin da ku parastina jiyana malbata xwe bikin."

  • Di Hilbijartinên Iraqê de jinan kota derbaz kir: 97 jin ketin parlementoyê 

    Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de, ji kotaya ji bo jinan hatî diyarkirin de 14 parlamenterên jin zêdetire. Bi giştî 97 jin weke parlamenter hatin hilbijartin.

  • “Em jinên hatine hilbijartin dikarin bandorê li siyaseta Iraqê bikin” 

    Gelek jin weke namzet beşdarî hişbijartinên Iraqê bûn û rêjeyek mezin ji wan jî serketin. Jinên bi serketine dixwazin sozên ku dane gelê Iraqê û jinan di parlementoyê de bi kar û xebatên xwe nîşan bidin.

  • Başûrê Kurdistanê 23 wekîlên jin ji bo parlamentoya Iraqê derxist 

    Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li Başûrê Kurdistanê 23 namzetên jin bi serketina di hilbijartinê de karîn bikevin parlamentoya Iraqê. Hewler û Silêmanî bajarên ku herî zêde jimareyên wan ên jin hebûn.

  • Omaima Ashour: Divê jinên Mexribê destkeftiyên xwe biparêzin 

    Mîna piraniya jinên li cîhanê, jinên Mexribê jî ji pandemiya koronayê bi bandor bûn û ew bi ezmûna xwe beşdarî hemû pirsgirêkên civakî, aborî û tenduristî yên ku welat pê re rû bi rû mane, bûn. Ew di dersên yekem de di hemû warên hînkirin, derman, rêveberiya karûbarên giştî, beşa taybet de, rêveberiya giştî û ewlehiya neteweyî û kolektîfên axê de pêşeng bûn.

  • “Emê li parlementoyê xizmeta gelê xwe bikin” 

    Berendama jimara 23 ya bazneya pênc ya bajarê Silêmaniyê Yusra Receb Kerem diyar kir ku ewê li parlementoyê xizmeta gel bikin.

  • “Êrîşên rojane li ser herêmên me tên kirin berdewama komployê ne” 

    Endama Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif di derbarê salvegera kompiloya navdewletî de got: "Êrîşên niha li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê rojane têne kirin girêdayî kompiloyê ne.”

  • Narfîn Xebat: Bi komplo û êrîşan pergala Neteweya Demokratîk tê hedefgirtin 

    Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk Narfîn Xebat têkildarî komploya 9’ê Cotmehê û pêve girêdayî êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Komplo û êrîşên ku hatin kirin armanc wan ew bû ku pergala Neteweya Demokratîk têk bibin lê Rêber Apo tedbîra van komployan girtibû û alternatîfa li hemberî netewdewletê pejirand. Hêzên desthilatdar dîrokan hildibjêrin û êrîşî civakan dikin.”

  • Ebrû Gunay: Emê ji bo dahata gel têkoşînê mezin bikin 

    Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser xizanî, bêkarî û krîza aborî û destnîşan kir ku di berîka xelkê de pere nîne ku biçin market û bazarê ku ji bo mitbexa xwe tiştan bikirin.

  • Maysa Abdulxaliq: Divê Hikûmeta Lubnanê hişyar be 

    Welatiyên Lubanê ji ber rewşa xirab a aboriyê di rewşek gelek zehmet de jiyana xwe didomînin, hêviya wan ew e ku hikumetek nû bikaribe reformekê di hemû aliyan de çêbike û bi wê yekê jiyana xwe asantir bikin.

  • “Di xebatên hilbijartinê de mêr weke serwarê malê tê dîtin û dengê jinan nayê pirsîn” 

    Xebatên hilbijartinê yên Iraqê ber bi dawiyê ve diçin û ji hilbijartinê re çend roj mane. Namzetên jin nerazîbûn nîşanî giringî bi dengê jinan nedayînê dan û gotin: “Ji ber bi hişmendiya mêr serwerê malê ye xebatê didin meşandin ji bîr dikin ku jinan jî bipirsin ka dê dengê xwe bidin kê. Hem jî ji bîr kirine ku jin nîvê civakê ne, ger dengê wan bê paşgo kirin ti wateya hilbijartinê nîne

  • Ji qada futbolê ber bi parlamentoyê ve Rabab Aylal 

    Rabab Aylal diyar dike ku hin pirsgirêk hene civakê bi tevahî eleqedar dikin, wekî tenduristî, kar û perwerdehî. Ev mijar di nav pêşîniyên ku parlamenter dikarin biparêzin de ne û diyar dike k ew berevaniya futbola jinan dike bi peywira xwe ya nû, girîngî dide vê beşê, nemaze ji ber ku astengî li pêşiya werzîşvanên jin hene.