Zivistana 2025’an: Serhildana gel û hikûmeta ku li ber hilweşînê ye

Her ku xwepêşandanên zivistana 2025’an mezin bûn, bi serhildanên dawî re, hikûmetê hewl da bi riya tepeserkirina xwînî û şopandin û destnîşankirina xwepêşanderan kontrolê biparêze.

SARA BOURXIZRÎ

Kirmanşan – Zivistana sala 2025’an dikare wek yek ji qonaxên herî girîng ên rûbirûbûna di navbera rejîm û Komara Îslamî de were hesibandin ku destpêka hilweşîna wê nîşan dide. Di meha Kanûna 2025’an de, hikûmetê hewl da hêza xwe nîşan bide û tirsê biçîne, bi deh hezaran xwepêşanderan  tepeser kir û bi hezaran ji wan kuştin. Bi vê yekê armanc dikir ku nîşanî kesên saxmayî bide hikûmet dê ji bo mayîna li ser desthilatdariyê, her sûcî bike û xwepêşandanên gel weke gefeke cidî nabîne.

Piştî vê komkujiya berfireh û bi baweriya bi kapasîteya xwe ya ji bo tundiyê ya nû mezin b ike, hikûmetê hewl da xwepêşanderên ku ji tepeserkirinê rizgar bûbûn ji holê rake. Ji ber vê yekê, beriya destpêkirina şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Îsraîl û Komara Îslamî de, pêleke berfireh a girtin û darizandinan çêbû.

Lê xala werçerxê wê demê hat ku hikûmetê piştî komkujiyên Kanûnê tevî xwarina derbên giran jî xwe bihêz didît. Di meha Adarê de bi mirina Elî Xameneyî û hejmarek kesayetên girîng ên di  desthilatdariyê de re rû bi rû ma; bûyerek ku bingehên rejîmê li ser xwîna bi hezaran kesan nû hatiye avakirin, anî ber hilweşînê. Lê belê ev hesta qedera nêzîk tepeseriyê nesekinand; berevajî vê, tundiyê berdewam kir.

Ji greva bazarê ber bi serhildana berfireh ve

Xwepêşandanên meha Kanûnê ku di pevçûna di navbera gel û hikûmetê de qonaxek nû nîşan dan, bi greva bazirgan û dikandaran dest pê kir dûre bi lez belavî beşên din ên civakê bû. Di destpêkê de bazirganên Tehranê bi mîtîngên protestoyê bêdengiyê şikandin û dûre bazirganên li bajarên din dikanên xwe ji bo piştgiriyê girtin, tevlî grevê bûn û dirûşm berz kirin. Vê hevgirtinê qada xwepêşandanan heta asteke mezin berfireh kir, nîşan da ku nerazîbûn êdî bi tenê bi komek ve sînordar nîn e.

Çavdêrîkirin û binpêkirina nepenîtiyê

Di dema xwepêşandanan de artêşê dron, kamerayên bajêr û pergalên çavdêriya naskirina rûyê kesan bi kar anîn. Lê çavkaniyên herêmî ragihandin ku hikûmet ji bo nasîna rêberên xwepêşandanê û kesên ku ji xwepêşanderan re stargeh peyda kirine, hewl daye bigihîje dîmenên kamerayên ewlehiyê yên mal û dikanan. Ev nîşan dide ku tepeserkirin êdî bi kolanan ve sînordar nemaye, gihîştiye jiyana taybet.

Bi destpêkirina şer re, dihat payîn ku ev serkutkirin bi dawî bibin lê hikûmetê girtinên xwe zêde kir, xwepêşanderan bi sîxurî û girêdana bi şer ve tawanbar kir. Piştî zêdetirî sê mehan û tevî pevçûna leşkerî ya zêdebûyî, naskirina xwepêşanderan berdewam dike.

Zexta li ser welatiyan û jiholêrakirina cihên bi ewle

Zext tenê bi xwepêşanderên kolanan sînordar nebû; welatî rastî zexteke dijwar hatin. Xwediyên dikan û avahiyan neçar man dîmenên kamerayên ewlehiyê yên xwe radest bikin û di hinek rewşan de, bêyî biryara dadgehê hatin desteserkirin. Ev nîşan dide ku hikûmetê hemû sînor derbas kirine û tu cihekî bi ewle nehiştiye.

Di bersivê de, şêwazên nû yên berxwedanê derketin holê. Gelek kesan kamerayên xwe vemirandin an jî tomarên xwe jêbirin da ku xwepêşanderan biparêzin û hewl dan tevî şert û mercên şer jî hevgirtina civakî biparêzin. Ev hevgirtin bû yek ji faktorên herî girîng di berdewamiya xwepêşandanan de, ji ber ku mirovan fêm kir, berxwedan ne bi kolanan ve sînordar e, di heman demê de torên piştgirî û hevkariyê jî dihewîne.

Rola sendîkayan di tepeserkirina xwepêşandanan de

Şarara N. karmendeke li Odeya Sendîkayên Kirmaşanê ye, dibêje ku rêxistinê gelek civîn bi serokên sendîkayan re li dar xistine da ku zextê li bazirganan bikin û rê li ber grevê bigrin, gefê li wan xwarine ku lîsansê betal bikin û cezayan bidin wan. Her ku grev belav bûn, zext ber bi hevkariya serokên sendîkayan bi hêzên ewlehiyê re çû da ku organîzatorên grevê nas bikin û dîmenên kamerayên ewlehiyê radest bikin.

Di gelek rewşan de hêzên ewlehiyê bêyî ravekirin êrîşî dikanan kirin û kamerayan desteser kirin.

Sendîkayên karkeran bûn amûrek ewlehiyê

Ev şahidî nîşan dide ka sendîkayek çawa di destê dezgehên ewlehiyê de bûye amûrek, diyardeyek ku li gelek bajaran tê dîtin. Li şûna ku weke navbeynkarek di navbera dewlet û bazirganan de tevbigere, ew bûye amûrek çavdêrî û kontrolê ku nebûna serxwebûnê nîşan dide.

Hikûmetek di krîza jiyanê de

Ev tiştên ku çêbûne nîşan didin ku hikûmet ji nû ve ji destpêkirina xwepêşandanan pir ditirse û ji ber vê yekê tepeserkirina xwe di nav şer de jî didomîne. Ew hemû rêbazan bi kar tîne, tevî zexta li ser bazirganan da ku xwepêşanderan nas bike û zû bigre.

Bi rastî, xuya ye ku hikûmet di rojên xwe yên dawî de, xwe dispêre qalikan û bawer dike ku tenê riya jiyînê bi tepeserkirina berfireh û tundiyê pêkan e.