“Xirabûna rewşa aborî dibe sedemê zêdebûna tundîtujiyê”

Endama Serkirdeya YNK Belês Cebar Ferman baş kişand ser rewşa aboriya herêma Kurdistanê û da zanîn ku yek ji sedemên zêdebûna tundîtujiya beramberî jin û malbatê xirabûna rewşa aboriye ku xelkê Başûrê Kurdistanê jê ne razîne ku bûye sedemê zêdebûna koçkirin û tundîtujiyê.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî – Li Herêma Başûrê Kurdistanê jî weke Tirkiyê qeyîrana aborî her diçe kur dibe û ti çareserî jêre nayê dîtin. Mamosta nayên peyîwirdarkirin, xwendevan nikarin xercên xwe yên mehane bigirin ji ber wê di nava çalakiyan dene. Lêkolînvan û siyasetmandarên ji rewşa herêmê hayîdarin jî sedema zêdebûna koç û koçberiyê li gel tundutujiyê bi xirabiya rewşa aborî ve girê didin. Endama Serkirdeya Yekitiye Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Belês Cebar Ferman di derbarê xirabiya rewşa aborî û bandora wê ya zedebûna tundîtujiyê ji ajansa me re axivî. Belês Cebar Ferman da zanîn ku divê destya jinan kar bike û lêkolînê li ser pirsa xirabiya rewaş aborî û koçkirina hemwelatiyan ka çiqas bandoriya zêdebûna tundîtujiya li beramberî jinê heye bike.
“Serbixwebûna aborî serxwebûna jinê ye”
Belês Cebar diyar kir ku divê civak bi giştî giringiya roja têkoşîna jinê ya li dijî tundîtujiyê têbigihin û got: “Divê hemû kes giringiya 25 Mijdarê baş fam bike. Ji bo dana famkirin çalakiyên cûr be cûr û semînerên teybet bên lidarbixin da ku hişyarî zêdetir belav bibe û zêdetir agahiya jinan ji vê rojê hebe. Raste hebûna gotar û semîneran giringiya xwe heye, lê belê pêwîste çalakî tenê ne di vê çarçoveyê debin. Divê rêxistin bi karkirina xebatan yeksaniya amuran belavbikin û hewla ji holêrakirina tunditujiyê bidin. Sedema zêdebûna tundîtujiyê ji ber xirabûna rewşa aboriye. Beşek zêde ya hemwelatiyan ji ber xirabûna rewşa aborî nerazîne û eve jî dibe sedem ku pirsgirêkên civakê û malbatê zêde bibe. Ji ber vê yekê hemwelatî piranî mêr ber bi Evrupa ve koçdikin û pêre jî rewşa malbatê xira dibe. Pêre jî barê malbatê hemû dikeve ser milê jinê û eve ji dibe sedemê zêdebûna tundîtujiyê. Gelek caran rêya koçkirinê weke çareseriyekê dibinin, lê belê koçkirina malbatan an jî mêran tenê tunditujiyê zêde dike û bi gelek şêwazên cûda tunditujî li beramberî jinan tê kirin. Ji ber wê jî rewşa wan ber bi çarenusek ne diyar ve diçe. Dema ku jin di warê aborî de serbixwe be di jiyana rojane de jî serbixweye, di goftogo û biryara jiyanê de jî serbixwe û azade. Ji ber wê aborîya serbixwe pêngava yekeme ji bo kêmkirina tundîtujiyê û azadîbûna jinê. Piraniya jinên rastî tunditujiyêtên ew jinên ku ne xwedî aboriya xwe ya serbixwene.”