Xebatên siyasî riya xurtkirina jinan di meqamên siyasî de ye
Siyasetmedara Mexribî Nadiya Inêbat li ser pêşveçûna jinan di siyasetê de got ku ne tenê zêdebûna hejmara jinên hilbijartî, bi xebatên siyasî divê jin xwedî azwerî û îrade bin bi sebr û daxwaza fêrbûnê di her warî de bixebitin.
HENAN HARÊT
Mexrib –Amadebûna jinan di jiyana siyasî ya Mexribê de şahidiya pêşketineke domdar dike. Ev pêşketin bi reform û destkeftiyan hatiye xurtkirin da ku beşdarbûna jinan di meqamên giştî de xurtir bibe. Lê belê ev riya ku jin tê de dimeşin, bi gelek astengiyan re rûbirû ye. Misogerkirina rêgezên wekheviya derfetan, bi xurtkirina gihandina jinan ji bo meqamên berpirsiyariyê û çêkirina biryaran ve girêdayî ye.
Di vê hevpeyvîna ku nûçegihana me bi siyasetmedar Nadiya Inêbat re çêkiriye de, siyasetmedar Nadiya ezmûna xwe ya ku ji dawiya sedsala 20'an ve dest pê kiriye, tîne ziman. Her wiha behsa astengiyên ku weke jineke Mexribî di xebatên siyasî de pê re rûbirû maye dike û nêrînên xwe der barê xurtkirina hebûn û beşdariya jinan di cihên biryardayînê de parve dike. Her wiha tekez dike ku girîngiya rastîn di veberhênanê de, li ser karîgerî û kalîteya performansê ye.
Tu weke jinek bi riya ezmûna xwe, dikarî behsa astengiyên ku hûn herî zêde di xebatên xwe yên siyasî de bi wan re rûbirû mane bikin?
Di sala 1997'an de dema ku ez xwendekar bûm, min dest bi rêwîtiya xwe ya siyasî kir. Min riya xwe gav bi gav di nava berpirsiyariyên partiyê de berdewam kir heea ku ez bûm yek ji damezrînerên Partiya Resenî û Modernîteyê ya li herêma El-Hey a bajarê Dar El-Beydayê. Vê ezmûnê derfet da ez pêwendiyeke rasterast bi pêvajoyên siyasî yên cihêreng re deynim lê belê ev yek ne bê astengî bû.
Astengiyên herî zêde ku ez bi wan re rûbirû dimam, hişmendiya baviksalar bû ku heta niha li beşdariya jinan di nava jiyana siyasî de wekî îstîsna dinêre. Ev yek jî dibe sedem ku jin nikaribin bigihîjin cihên biryardayînê.
Di hinek pêvajoyan de, wekî mêran derfet ji jinan re nedihat dayîn. Ev yek bû sedem ku em zêdetir hêz û enerjiya xwe xerc bikin da ku jêhatiniyên xwe û şiyana rakirina barê berpirsiyariyê nîşan bidin.
Tevî van hemû zoriyan jî min bawer dikir ku karê siyasî li ser hêjhatîbûn û pabendbûnê pêkan e. Jina ku vê riyê ji xwe re hildibijêre divê ku baweriyên xwe jî biparêze. Her wiha divê ku ew bibe cihê bawriyê ji jin û hemwelatiyan ku hêviyên xwe pê tînin. Bi riya xebatên xwecihî û li dozên wan guhdarîkirin û hewldana peydakirina çareseriyan ji dozên wan re.
Îro, nîqaşa li Mexribê êdî ne tenê bi beşdariya jinan di siyasetê de sînordar e; veguheriye hebûna wan di pozîsyonên serokatiyê û biryardayînê de. Ev hebûn çawa dikare were xurtkirin?
Ez bawer dikim ku xurtkirina hebûna jinan di pozîsyonên biryardayînê de bi hilbijartina jêhatîbûnê dest pê dike. Karê siyasî ne tenê li ser temsîliyeta hejmarî ye; berpirsiyariyek e ku jêhatîbûn, ezmûn û şiyana birêvebirina karûbarên giştî hewce dike.
Ji vê perspektîfê, ez bawer dikim ku girîngiya pêşketina gav bi gav di berpirsiyariyên siyasî de heye. Ezmûna ku jin di asta herêmî de bi dest dixin têgihîştinek kûrtir a pirsgirêkên welatiyan û mekanîzmayên saziyên hilbijartî dide wan ku dûre wan dike ku berpirsiyariyên mezintir di asta herêmî û neteweyî de bigrin ser xwe.
Ji ber vê yekê, tenê daxwaza zêdekirina hejmara jinan di pozîsyonên biryardayînê de ne bes e. Divê em piştrast bikin ku jinên digihîjin van pozîsyonan ezmûna siyasî berhev kirine, der barê karûbarên giştî de zana ne û dikarin beşdarî biryardanê bibin û bi bandor û berpirsiyarî xizmeta welatiyan bikin.
Gelo jin di dema namzedî û kampanyayên hilbijartinê de heman piştgiriyê wekî mêran distînin?
Mirov nikare bibêje ku jin her gav heman asta piştgiriyê wekî mêran bibînin. Di hinek rewşan de, tercîh hê jî heye û bandorê li şansên wan di pêvajoya namzediyê yan kampanyayên hilbijartinê de dike.
Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku pîvanên hilbijartinê divê jêhatîbûn û ezmûna siyasî bin û divê derfet ji jinên di xebata partî û di qadê de ezmûna rastîn berhev kirine re werin dayîn.
Ez her wiha bawer dikim ku divê jin piştgiriyê bidin hev, ji ber ku em carna dibînin pêşbaziya di navbera jinan de dibe astengiyek ji bo xurtkirina hebûna wan di pozîsyonên biryardayînê de. Ger em dixwazin temsîliyeta jinan zêde bikin divê em çanda hevgirtinê biafirînin û jêhatîbûn û şiyana xizmetkirina qenciya giştî bidin pêşiyê.
Bi dîtina min, siyaset ne amûrek e ji bo bidestxistina pozîsyonek e, berpirsiyariyek e ku guhdana welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên wan hewce dike. Li vir, ez ji ber pîşeya xwe ya bijîşkî dikarim bibêjim ki bo xebata siyasî “dermanê siyasî” hewce dike. Ango ew teşhîsek rast a pirsgirêkên civakê hewce dike û dûre hewl dide bi giyanê berpirsiyariyê, dilovanî û nêzîkbûna welatiyan wan çareser bike. Dema ku jinek bikaribe vê guhertinê bîne, ew mînakek erênî dide ku baweriya bi şiyana jinan a birêvebirina karûbarên giştî xurt dike û bêhtir jin û ciwanan teşwîq dike ku beşdarî jiyana siyasî bibin.
Mexrib di warê beşdariya siyasî ya jinan de gelek bi pêş ketiye; hejmara parlamenterên jin ku beriya sala 1993’an hema bibêje tunebû, piştî hilbijartinên 2021’ê gihîştiye 96’an. Hûn vê meylê çawa dinirxînin û di hilbijartinên pêş de çi dijwarî hene?
Bêguman, ev pêşketineke girîng e di xurtkirina beşdariya siyasî ya jinênî Mexribê de nîşan dide. Ew berhema salan xebatê û ezmûna berhevkirî ye. Lê belê, hê jî riyek dirêj li pêşiya me heye ku em nûneratiyeke rast a rewş û şiyanên jinan nîşan bide bi dest bixin.
Armanca min ew e ku di hilbijartinên pêş de herî kêm 120 jin di parlamentoyê de hebin lê divê ev armanc bi nûneratiya jêhatî re were. Ya herî girîng, ku jinên jêhatî û xwedî ezmûn ên ku dikarin berpirsiyariyê bigrin ser xwe bigihîjin saziyên hilbijartî.
Ji bo bidestxistina vê yekê, ez bawer dikim ku veberhênan di perwerdeya jinan de, nemaze li ser asta herêmî, girîng e, ji ber ku pêşveçûna gav bi gav bi riya berpirsiyariyan dibe alîkar ku ezmûna siyasî ya zexm ava bike û jinan hêzdar dike ku rolên mezintir bigrin ser xwe. Berpirsyariya dengdêr jî bi heman rengî girîng e, ji ber ku dengdana ji bo namzedek hilbijartinek e ku dê pênc salan bidome. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê ew li ser bingeha jêhatîbûn, bernameyek zelal û baweriya bi şiyana xizmeta welatiyan be. Qonaxa din hewceyê azwerî û îradeyek rastîn e ji bo afirandina guhertineke erênî ku hebûna jinan di pozîsyonên biryardayînê de xurt dike û xizmeta pêşketinê dike.
Hûn dixwazin çi peyamek bidin keç û jinên ku dixwazin bikevin qada siyasî û di hilbijartinên pêş de ji bo wezîfeyê namzed bibin?
Îro em di serdema hişê çêkirî de ne û veguherîna dîjîtal de dijîn; ev yek ji jinan hewce dike ku bi berdewamî zanîn û jêhatîbûna xwe baştir bikin û ji her derfetek berdest sûdê bigrin da ku perwerde û ezmûnê bi dest bixin. Ez her wiha ji wan daxwaz dikim ku guh nedin ramanên neyînî yên ku li ser medyaya dîjîtal belav dibin û armanc dikin ku şiyanên wan kêm bikin an jî xeyalên wan bişkînin.
Ez ji her jina ku dixwaze xebata siyasî bike re dibêjim: Baweriya xwe bi xwe bînin, armancên xwe bi zelalî diyar bikin û heke hûn baweriya xwe bi şiyana xwe ya xizmetkirina welatiyan bînin, dudilî nebin berpirsiyariyê bigrin ser xwe. Xebata siyasî hewceyê azwerî û îradeyê ye, di heman demê de sebir, pabendbûn û daxwaza fêrbûna domdar jî hewce dike.
Bi saya rênimayên qraliyetê yên ku piştgirî didin zêdebûna temsîliyeta jinan di gelek pozîsyonên berpirsiyariyê de, ez bawer dikim ku jinên Mexribê îro xwedî derfetên bêhtir in beşdarî karûbarên giştî bibin. Lê belê ev derfet tenê dema ku bi jêhatîbûn û pêşketina gav bi gav di xebata siyasî de werin lihevkirin dê bi rastî bandorker bin. Ez hêvî dikim ku jinên ku ezmûna rastîn berhev kirine dê bawerî û piştgirî bigrin, ji ber ku kalîteya temsîliyetê cudahiyek çêdike û xizmeta berjewendiyên çêtirîn ên civakê dike.