Wezîra Jinên Tûnisî ya berê: Têkoşîna ji bo bidestxistina mafan didome
Wezîra berê ya Tunisê Nezîha El-Obeydî diyar kir ku destkeftiyên li Tûnisê bi saya derketina Qanûna Rewşa Kesane ya ku di 13’ê Tebaxa 1956’an de hatiye derxistin, pêk hatine û banga xebat, hewldan û dilsoziya ji bo gihîştina armancan kir.
Wezîra berê ya Tunisê Nezîha El-Obeydî diyar kir ku destkeftiyên li Tûnisê bi saya derketina Qanûna Rewşa Kesane ya ku di 13’ê Tebaxa 1956’an de hatiye derxistin, pêk hatine û banga xebat, hewldan û dilsoziya ji bo gihîştina armancan kir.
Navenda Nûçeyan - Wezîra Berê ya Tûnisê, Nezîha El-Obeydî, piştrast kir ku jinên Tûnisê di warên cur be cur de bûne xwedî gelek destkeftiyan û ev jî bi saya fedakarî û tekoşîna femînîstan a di têkoşîna ji bo parastina mafan pêk hatiye.
Bi minasebeta Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya 2021’ê ajansa me bi wezîra berê ya Tûnisê ya Jinan û çalakvana siyasî Nezîha El-Obeydî re hevdîtin kir, ew li ser kariyera xwe ya der bare parastina mafên jinan û kesayetiyên femînîst ên ku bandorê lê kirine de axivî.
Qanûna Rewşa Kesane
Wezîra Tûnisê silav li hemî jinên Tûnis û cîhanê kir, pesnê rola wan a di pêkanîna aştî û afirandina civakên hevgirtî, wekhev û hevgirtî de da. Nezîha El-Obeydî diyar kir ku destkeftiyên li Tûnisî bi saya derketina Qanûna Rewşa Kesane ya di 13-ê Tebaxa 1956’an de pêk hatine.
Obeydî, taybetiya Tûnisê veguherand fedakarî û têkoşînek hevgirtî ya femînîst di şerê parastina mafan de ji ber wê ji hêla gelek aliyan ve hat tehdîtkirin. Wezîra berê banga xebat, hewldan û dilsoziyê ji bo gihîştina armancan kir.
Naziha Al-Obeydî li ser serpêhatiya xwe ya di warê parastina mafên jinan de ji me re axivî û diyar kir ku dema ew xwendekar bû li zanîngeha Parîsê wê şeş salan di mezintirîn sendîkayên li Parîsê de wezîfeya nûneriya xwendekarên ciwan ên Afrîkaya Bakur kiriye ku ew ji Yekitiya Xwendekarên Fransayê ye. Her wiha zehmetiyên ku ji ber gelek faktoran li ser wê hatine ferzkirin bi bîr anî û bal kişand ku ew wekî xwendekara yekemîn a Tûnisê tê hesibandin, li Fransayê dijî û ji derveyî civaka xwe ew nûneriya xwendekaran dike.
Der barê ezmûna xwe ya berê ya wezîrtiya jin û zarokan de, got ku wê gelek rewşên di bîra wê de mane jiyaye û ew dixwaze di peşerojê de di bîranînên xwe de binivîse. Di nav ezmûnên bi êş de vedîtina saziyek perwerdeyê ya ku zarokên li herêma "Reqab" a li navenda Tûnisê digire nav xwe û ji ber destdirjiya li ser zarokên biçûk xemgîniya xwe tine ziman.
Zagona 58’an
Nezîha El-Obydî pesnê rêziknameya qanûnan da û diyar kir ku ev yek ji bo jinên Tûnisê şoreşek rast tê hesibandin ku di nav de jî qanûna têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan "Zagona 58’an" heye û şanaziya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman. Da zanîn ku hi ber tê de diyardeya şîdeta siyasî ya ku bandorê li jinên siyasî dike digre nav xwe. Bi rola pêşeng a Tûnisê di derxistina qanûnek têkildarî şîdeta siyasî ya ku dikeve bin diyardeya şîdetê rabû û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku vê qanûnê li qadên navneteweyî jî bi cih bike. Her wiha ev qanûn di heman demê de bilindkirina temenê razîbûna ji bo kapasîteya zayendî ji 13 salî heya 16 salî jî digre nav xwe.
Der barê qanûna wekheviyê di mîratê de ku hîn jî li Tûnisê dibe sedema nerazîbûnê, Nezîha El-Obeydî teqez kir ku dewlet dikare qanûnan derxe lê ya ku bi rastî winda dibe peydakirina mekanîzmayên bicihkirina wan e.