Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo bi hesabên teng naçe serî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryara batalkirina mafê nafakayê û wiha got: ‘Ev dijminatiya li dijî jinan e.’

Navenda Nûçeyan – Tulay Hatîmogullari di nava gotinên xwe de bal kîşand ser êrîşên ku li ser Elewiyan pêk tê û daxwazên Elewiyan wiha anî ziman: “Divê êrîşên li ser Elewiyan rawestin. Divê NY û qada navneteweyî bikeve nava hewldanê. Her wiha Tirkiye û Şam di nava danûstandinan de ne. Divê Tirkiye ji Şamê bixwaze ku ev êrîş bên rawestandin. Em bang li qada navneteweyî dikin ku xwedî li Elewiyan derbikevin. Elewî êdî naxwazin li vê erdnîgariyê bi komkujiyan re rû bi rû bimînin.”

‘Ev dijminatiya li dijî jinan e’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryara batalkirina mafê nafakayê û wiha got: “Ev biryar encama daxuyaniyên nêzî desthilatê yên li dijî nafakayê û provakasyonên li dijî nafakayê hatiye girtin. Ev dijminatiya li dijî jinan e. Di serdemeke ku xîzaniya jinan zêde dibe û kuştinên jinan zêdetir dibe de desteserkirina mafê nafakayê nayê qebûlkirin. Di heman demê de êrîşa li dijî destkêftiyên jinan e. Niha jî bi pakêta darazê ya 12emîn mafê zarokan binpê dikin û newekheviya zayendî jî kûrtir dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin; destkêftiyên jinan nabin mijara bazariyê û em dev ji destkêftiyên xwe bernadin. Bi şiara Jin Jiyan Azadî em ê têkoşîna jiyanê mezintir bikin.”

‘Rewşeke xirab heye’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha axivî: “Hinek sermayeya xwe mezin dikin û welatî jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Her roj zêdetirî 26 hezar dosyeyên îcrayê diçin saziyên berpirsyar. Ev reqamên xîzaniya welatiyan e û birçîbûnê ye. Tirkiye di enflasyona tiştên xwarinê de di hejmarên yekemîn de ye. Tirkiye ku welatekî çandiniyê ye cotkar deyndar in û nikarin berhemên xwe bifiroşin. Em li vir dipirsin; welatiyên bi çandiniyê debara xwe dikin dê çi bikin? Rewşeke xirab heye. Lê em li dijî vê rewşê serê xwe nakin ber xwe. Em ê li ber xwe bidin. Em ê rêxistina xwe mezin bikin û bi berxwedanê em ê mafên xwe bidest bixîn. Weke mînak Karkerên Madenê bi berxwedanê mafên xwe bidestxistin.”

‘Li Tirkiyeyê krîza hiqûq û demokrasiyê kûrtir dibe’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li Tirkiyeyê krîza hiqûq û demokrasiyê jî kûrtir dibe û wiha pê de çû: “Îro biryara ‘Betalkirina teqez’ a li ser CHP’ê di heman demê de dîzaynkirina siyasetê ye. Dixwazin desthilata xwe xurttir bikin û ji bo qada demokrasiyê xetereyan derxin. Divê hemû partî bi vîna xwe rêveberiya xwe diyar bike, ne bi destê darazê. Li dijî sepanên demokratîk em bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin dikin ku têkoşîna hevpar xurttir bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”

‘Ev pêvajo bi hesabên teng naçe serî’

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî anî ziman ku çarçoveya qanûnî mîsogeriya pêvajoyê ye û wiha domand: “Neavêtina gavan baweriya aliyan qels dike. Ev pêvajo bi hesabên teng naçe serî, nabe ku bi van hesabên erzan sînordar bikin. Ev pêvajo dîrokî û civakî ye. Ji bo wê jî divê ev çarçoveya qanûnî bi awayekî ku hemû civakê bigire nav xwe pêk were. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tengkirina maf û demokrasiyê, berovajî wê pêdivî bi qanûnên demokrasiyê heye.”

‘Divê çarçoveya qanûnî tavilê bê amadekirin’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku divê beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûnên pêwîst bên çêkirin û ev nirxandin kirin: “Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan nexşereyeke nû danîbû. Heyeta me jî bi AKP’ê re hevdîtinek kir û xwest çarçoveya qanûnî demildest bê amadekirin. Divê beriya meclîs bê girtin ev qanûn bên çêkirin. Divê çarçoveya qanûnî zemîna demokrasiyê ava bike û zemîna biratî û aştiyê xurt bike. Ev qanûn divê encamên hiqûqî bi xwe re bîne. Piştî çarçoveya qanûn ji bo avakirina pêvajoyê mekanîzmayên pêvajoyê mîsoger bikin bê amadekirin. Gava sêyemîn jî divê teqez rol û mîsyona birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin û şertên wî bên guhertin û başkirin. Ji bo vê jî berpirsyarî ya desthilatê ye. Ji ber ku ji bo ev qanûn bê çêkirin divê desthilat erê bike. Divê desthilat berpirsyarî bigire ser milê xwe û pêvajoya çêkirina qanûnan bide destpêkirin. Her ku pêvajo tê dirêjkirin pirsgirêk jî mezintir dibin. Me tu car dev jî aştiyê berneda. Divê em bêtir xwedî li aştiyê derbikevin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Heke em hemû beşên civakê dengekî hevpar ji bo aştiyê derxin dikarin gavan bi desthilatê bidin avêtin. Em ê teqez dîroka aştiyê binvisînin. Teqez aştî dê bi ser bikeve. Em ê aştiyê bînin. Em soz didin ku ji bo vê em ê tu carî bi paş ve gav neavêjin.”

‘Ji bo aştî û demokrasî xurttir bibe em dê têkoşîna xwe bidomînin’

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk a ku dê di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin û got: “Ji aliyê rewşênbîr, nivîskar û kesayetan ve ev konferans tê lidarxistin. Em ji bo aştî û demokrasî xurttir bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”