‘Tevgera Femînîst a Tûnisê têkoşîna xwe berdewam dike’
Çalakvana femînîst Mounira Balghouthi hişyarî der barê berdewamiya paşguhistina jinan di siyasetê de kir, ji ber ku di rêgeha avakirin û çareserkirinê de divê hemû alî bê cudahî beşdar bin.
ZOUHOUR EL-MECHERGUI
Tûnis- Çalakvana femînîst û pispora felsefeya femenîst Mounira Balghouthî di axaftina xwe ya ji ajansa me re diyar kir ku metirsî ji windabûna destkeftiyên jinan ên heyî hene, ji ber desthilatdariya heyî. Teqez dike ku jinên agirê şoreşa azadiyê pêxistine ji hewldanên jibo tirsandinê natirsin.
Bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re gelo gef li destkeftiyên jinan tên xwarin û rola femînîstan di vê dîmenê guherbar de çi ye?
Rewşa Tevgera Femenîst li Tunisê ji yên cîhanê ne cudatir e, tevgera ku li ser bingeha têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakariya li dijî jinan ava bûye û ji bo mafên xwe di sîstemên Batriyarkî de têdikoşe. Tûnis îro di rewşa hişmendiya mêr de bi tekane desthilatdariyê re dijî. Dema em behsa tevgera femînîst li welatê me bikin, em ê bibînin ku ew li pêş hewldanên tunekirina hemû mafên jinan û destkeftiyên wan ên zagonî ku ji ber ve têkoşiyane rawestiya ye. Tevgera femenîst di zagona hejmar 58 a têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan bingehîn bû û wê demê hêza zextê li ser desthilatdariyê bû, di encama însiyatîfên zagonî ji bo guhertina zagona Rewşên Kesane tevgera femenîst hêz da ew zagon derkeve ku me hêviyek tê de dît û di hemû zagonên piştî şoreşê û tevgerên nerazîbûnê de derketine.
Îro paşketinek mezin di rewşa zagonan de heye û valahiyek kûr di navbera warê zagonî û rastiya mafên jinan de heye. Em dibînin ku rewşa jinan di siya rastiya dîmenên siyasî de ne zelal, bi aloztir bûye, sîstema nû piştî 25’ê Tîrmehê ji bo mafên jinan, bi taybetî bi desthilatdariya ku jinan napejirînê re gefek rastî ne bi nebûna şertên hukmê demokratîk re, ev jî tunekirina azadiya nêrîn û derbirandinê ye ku yek ji hêmanên sereke yên dewleta demokratîk e. Niyeta hikumetê heye ku azadiya ragihandinê û derbirandinê tune bike bêdengxistina rojnamegeran bêdengxistina hemwelatiyan e.
Ev dîmenê îro ye, lewma em ditirsin destkeftiyên jinan bêhtir winda bibin û bêdengxistina opozîsyonê û civaka sivîl berdewam bike ku ji bo me gefek rastî ye.
Gelo valahiya ku di navbera zagonan û rastiyê de heye çawa dikare were derbaskirin?
Valahiyek zêde di navbera zagonan û rastiyê de heye bi taybetî, ew zagona ku destkeftiyên piştî şoreşê bû zagona hej.58 a têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan. Em weke navendên guhdarkirin û arastekirina jinên qurbaniyên tundiyê bi riya mijarên ku em çareser dikin, em dibînin ku rêgeha parstina qurbaniyên tundiyê ji hemû cureyên tundiya li dijî wan bi nebûna vîna rastîn a çareserkirina tundiyê lawaz e û zagonên heyî ne li gorî rastiya jiyana jinan e, ji ber ku navendên taybet ji bo xwedîderketina wan jinan nîn e. Her wiha kêmasî di warê perwerdekirina navendan ku jinên rastî tundiyê hatin pêşwazî dikin de heye, ev jî nebûna vîna hikumetê ji bo vê zagonê li gor rewşan derxe xuya dike.
Bi rastî vînek berbiçav nîne da ku zagonek wisa hebe, ev jî di rêjeyên tundiyê yên ku zêdebûne de diyar dibe, ji bilî ku sucdar jî ji sucên tundiya dijî jinê tên rizgarkirin. Li gor zagonê budceyek dewletê taybet bi rêgeza civakî heye lê di rastiyê de me nedît, ev jî valahiya me behsê kirî di navbera rasteqînê û pêkanînê di rewşa aborî lewaz de ku bar li ser milê jinan zêde dike, her roj em bûyerên ku qurbaniyên xwe jinên cotkarin dibînin. Ma kengî desthilatê vî tiştî bibîne? Tenê dema bûyerek têde bi dehan jin werin kuştin dibhîse û dibîne.
Bi nêrîna te, rêjeyên bilind ên tundiya li dijî jinan bi lewazbûna mekanîzmayên pêkanîna zagonê ve girêdayî ne?
Bilindûna rêjeya tundûtujiyê ji ber tevliheviya rewşa siyasî, civakî û aborî bû ku bandorê li ser rastiya tundiyê bi giştî kir û ya li dijî jinan duqatî kir, ji dema zagon derketine ve heta niha hikumetê pêk nanî, ew tenê li ser kaxezê ma bi taybetî bi nebûna vîna siyasî re û kêmbûna budçeya pêwîst jê re û amadekirina pisporan.
Dema em dibînin hikumet behsa dadweriyê dike li şûna wekheviyê û rola jinan di desthilatdariyê de şeklî dimîne di siya nebûna helwestên seroka hikumetê ku nêrînên xwe nade tenê di dîmenekî şeklî li pêş serokê dewletê rûdinê û bêbersiv guhdar dike, ev beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de xuya dike lê ev dîmenekî bi şerm e ku derbirîna pêşengiya jinên Tûnisê dike.
Em dizanin sedema tundiya belavbûyî, nebûna vîna hikumetê di têkoşîna li dijî tundûtujiyê ye ku di asta zagonên şoreşê de derxistine û tevgerên femînîst pê re têkoşiyane.
Bêguman maf tên standin û kes ji me re pêşkêş nake, dema dengên azad û zexta civakî meydanî ji bo pêşxistina rewşa jinan û aktîfkirina van zagonan nebe, normal e destkeftiyên me bi awayekî tirsanek bi paşve biçin. Em ditirsin ku hikumetê karê sandîkeyan jî armanc girtibe, ev jî me di şerê hikumetê bi Yekitiya Tûnisê Giştî ya Kar de dît ku hewl didin her dengê dijber biçewisînin û dijberên siyasî bişopînin. Li vir em nikarin behsa dewletek demokrat bikin dema mafên jinan daxwazek be divê zemîna xwe siyasî, sivîl û civakî hebe. Dema desthilatdar jî tekane be, hêvî bi pêşerojek baş namîne dema opozîsyoner û civaka sivîl tên tesfiyekirin di nava hişmendiyek tesfiyekar de gefan li karê sivîl û femînîst dixwe bi hewldanên tunekirina azadiya derbirandinê û ragihandinê. Em weke tevgerên femînîst metirsiya xwe ji vê rewşa siyasî derdixin pêş.
Makzagona nû mafên jinan di dadweriyê de li şûna wekheviyê girtiye dest wateya vê çi ye?
Serok Qeys Seîd helwesta xwe ji mijara wekheviya mîratê re ji destpêka hemleya xwe ya hilbijartinê sala 2019’an de xuya kir, ev helwest di makezagona nû ya sala 2020’an de teqez kir, dema em li kiryar û biryarên wî mêze bikin tevî ku nûnertiya jinan di hikumetê de şeklî heye ku helwesta wî ji mafên jinan dide nîşandan, ji ber ku wî li şûna wekheviyê behsa dadweriyê kir bi rastî wî sîstema îdeolojîk a ku xwe dispêrê xuya kir ji bo fikirê xwe tarî razî bike û dijberên xwe siyasî weke Tevgera El-Nehda ku em helwesta wê baş ji wekheviyê di mîratê de dizanin tevî ku ew piştî ketina sîstemê biserneket. Serok ji vê îdyolojiyê re dilsoz bû ku têkoşîna Tevgera Femînîst di serdema serokê berî El-Bajî Qaid El-Sebsî de tune dike ew însyatîfa şoreşgerî wê demê serok pêşkêşî parlamantoyê kir lê hin blokên parlamentoyê dijber bûn. Tevgera femînîst îro berxwedaniya xwe didomîne ji bo nûnertiya jinan zêde bike û wekheviya temam pêk bîne û pêşnûmeya zagona wekheviyê di mîratê de tevî hemû astengiyan derbas bike.
Gotina te ya dawî ji jinên ku ji bo pêşerojek baştir têdikoşin re çi ye?
Jinên Tûnisî berî û hê jî di parastina mafan de pêşeng in tevî dem û serdemên dîrokî dijwar di dîroka hikumeta Tûnisa sivîl de û hikumetên li pey hev hatine bawerî bi mafên jinan nakin, lê dikarin hin zagonan tune bikin, riya têkoşîna jinan li pêş wan hê dirêj e, li pêş mafên xwe bêdeng neman û ji ti metirsî û astengiyan natirsin. Em jin hevkarên şoreşê ne, em di qadên têkoşînê de bûn û em ê têkoşîna xwe ji bo xwe û nifşên pêşerojê berdewam bikin.
Amadebûna Tevgera Femînîst di qadan de hê jî bi hêz e, ev jî nîşaneya berdewamiya kar û berxwedaniyê ye, bê tirse tevî gefên berdewam û hewldanên tunekirina mafan jî lê berxwedaniya me berdewam dike.