Têkoşîna li dijî tundiya siyasî û dîplomasî yek ji stratejiyên dîplomasiya Kongra Star e
Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk Ronahî Hesen da zanîn ku çend ji stratejiyên wan ên demên pêş, nivîsandina destûrê, jin û têkoşîna li dijî tundiya siyasî û diplomasî nin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Sala 2026’an ji bo Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê sala şer û qeyranan bû. Di encamê de gelek krîzên mirovî, çandî, aborî, siyasî û civakî derketin holê, vê yekê rewşa jinan xetertir kir. Di nava ewqas êrîş û krîzan de berxwedana jinên Rojava ya li hemberî êrîşên cîhadîstên girêdayî HTŞ’ê, dengvedanek çêkir.
Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Ronahî Hesen ji ajansa me re xebat û têkoşîna xwe ya îsal nirxand.
Binpêkirin û sûcên li dijî jinan hatin belgekirin
Ronahî Hesen got ku avakirina têkilî û tifaqên demokratîk bi civakên herêmî, Kurdistanî, Rojhilata Navîn û navnetewî re, yek ji armancên wan ên sereke ne û wiha berdewam kir: “Ji bo ku di navbera Şoreşa Jinan a li Rojava û jinên herêmê, Kurdistan, Rojhilata Navîn û navnetewî de pireke hevgirtinê çêbike û têkiliyên civakî ava bike, dîplomasiyê di rewşa şer de rola parêzvaniyê lîst. Xebatên me girêdayî guhertin û veguhertinên siyasî yên li welat in. Bi êrîşên ku li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin û gihîştin Rojavayê Kurdistanê re, dîplomasiya Kongra Star dikaribû rola parastina destkeftiyên jinan bi ragihandina bûyeran, belgekirina binpêkirin û sûcên li dijî jinan û gihandina dezgehên hiqûqî yên navnetewî re bilîze. Çimkî armanc ew bû ku zext li ser hikûmeta veguhêz were kirin da ku destkeftiyên jinan ên li Rojava bimînin û bibin malê hemû jinên Sûriyeyê.”
Dosyayên herî girîng di çenteyê şandeya ku çûbû Ewropayê de bûn
Ronahî Hesen bi bîr xist ku şandeyek jinan ji Rojava li gelek welatên Ewropayê geriyaye û wiha behsa dosyayên di çenteyên wan de kir: “Li hemberî paşguhkirina jinan ji hêla hikûmeta veguhêz ve li Sûriyeya nû, şandeyek ji jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenên Rojavayê Kurdistanê serdana Elmanya, Belçîka, Swêd û Fransayê kirin. Bi riya hevdîtinên bi parlamantoyan û rêxistinên jinan re xwestin girîngiya paratina destkeftiyên jinan li Rojava nîqaş bikin. Garantiya YPJ’ê, sîstema hevserokatiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ji girîngtirîn dozên li ser maseyê hatin nîqaşkirin bûn. Kampanya ji bo wan hatin destpêkirin, zêde nebe jî herî kêm hinek daxwazên me encam girtin.”
Piştigirya jinên navnetewî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê
Ronahî Hesen bal kişand ser piştgiriya jinên navnetewî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û got ku gelek şande ji sazî û dezgehên jinan hatine. Ronahî Hesenwiha pêl da gotinên xwe: “Ne tenê ev şandeyên jinan, ji Kurdistanê jî hatin Rojava û xwestin di parastina pergala ku jinan ava kiriye de bibin destek û dengê wan ragihînin saziyên pêwendîdar. Çimkî tecrubeya Rêveberiya Xweser di Rojhilata Navîn de yekem nimûne bû ligel ku hêviyek bû ji gelek gelan û civakên cuda re.”
Ji konferansên îsal vîzyonek erênî ya jinan ji bo Sûriyeya nû
Ronahî Hesen ragihand ku wan îsal du konferansên girîng li dar xistine û wiha behsa sedem û girîngiya wan kir: “Bi beşdariya rêxistin û tevgerên jinan ji Rojava û Rojhilata Navîn, bi kesayetên jin ji Sûriyeyê yên ku bi xwe yan jî bi riya Zoomê amade bûn, du konferans hatin lidarxistin. Girîng bû ku em li ser beşdariya jinan a Sûriyeya nû nîqaş bikin û bizanibin wê çawa di nav de cih bigrin an jî rol bilîzin. Vîzyonek erênî ji her konferansê derket ku em bi hev re çawa dikarin Sûriyeya nû ava bikin.”
Jinên Elewî û Durzî bê desteka Rojava neman
Ronahî Hesen diyar kir ku tu sînor û erdnîgarî pêşî li hevgirtina wan a bi jinan re nagire û li ser xebatên ku ji bo jinên Elewî û Durzî hatine kirin, ev agahî dan: “Ji bo me doza jinan yek e, ji lewre dema jinên Elewî û Durzî bi êrîşên hikûmeta demkî re rûbirû man, em ligel wan bûn. Çimkî rastî trajidiyeke giran hatin. Ji kuştin, revandin û tecawizê bigre, heta gelek kiryaran. Rojavayê Kurdistanê deng û hawara jinên Elewî bi belgeyan gihand saziyên navnetewî. Ne tenê ev, me alîkariyên mirovî jî gihandin wan. Di vê çarçoveyê de kampanya hatin destpêkirin û xebatên pir girîng û çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.”
Dîplomasiya jinan a li Sûriyeyê
Ronahî Hesen da xuyakirin ku rejîma Baasê têkiliyê di navbera wan û jinên Sûriyeyê de birîbû lê bi ketina rejîmê re têkiliya wan bi jinên Sûriyeyê re çêbûye. Ronahî Hesen bi van gotinan behsa xebatên ku hatine destpêkirin kir:“Şert û mercên guncaw ji bo danîna têkilî û tifaqan bi jinên Sûriyeyê re hatin afirandin. Piştî ketina rejîmê me xwe gihand jinên hundirê Sûriyeyê û li ser destûra nû ya Sûriyeyê, temînata mafên jinan di warê siyasî, zagonî û hiqûqî de nîqaş kir. Em çawa di parlamantoya Sûriyeyê û hilbijartinan de jî xwedî rol bin. Ji lewre ji bo em di Sûriyeyê de bêhtir xwedî rol bin, me ofîsek xwe li paytexta Sûriyeyê, li Şamê vekir.”
Ronahî Hesen got ku wan xwestiye bi jinên Rojhilata Navîn re îsal werin cem hev lê ji ber sînor, pirsgirêkên cuda û guhertinên siyasî yên li welatan nikaribûne û axaftina xwe wiha domand: “Em nikaribûn di warê fizîkî de werin cem hev. Lê em dikaribûn gelek xebatên hevbeş bi riya onlinê pêk bînin. Nêrîn û daxwazên xwe bighînin hev û têkoşîneke hevbeş li gelek welatan bimeşînin. Em ji bîr nekin ku Kurdên li dîasporayê jî gelek piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê.”
Dîplomasî ber bi konferansa ji nû ve avakirinê ve diçe
Ronahî Hesen got ku ew ber bi lidarxistina konferansa xwe ve diçin û stratejiya xwe ya nû wiha anî ziman:“Bi guhertina rewşa siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê re, rewşa me jî guherî. Em ber bi lidarxistina konferansa xwe ve diçin. Piştî ku me di pêvajoya ji nû ve avakirinê de hemû bendên beşa xwe nîqaş kirin. Di konferasa ku dê were lidarxistin de, stratejiya me ya demên pêş diyar dibe. Wekî gava pêşîn me yekem ofîsa xwe li Şamê vekir lê di demên pêş de em ê li bajarên Sûriyeyê jî vekin û xebatên xwe berfirehtir bikin.”
‘Di 23 wezaretan de tenê jinek heye û di nava 122 parlamenteran de tenê 22 jin hene’
Ronahî Hesen got ku îro jinên Sûriyeyî bi tundiya siyasî û diplomasî re rûbirû ne û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Dûrxistina jinan ji navendên biryardayînê, nenaskirina îrade û nasnameya wan yek ji cureyên tundiya siyasî û dîplomasî ye ku li ser jinan tê meşandin. Em ber bi roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ve diçin, lewre tundiya ku li ser jinên Sûriyeyê tê meşandin, gelek berfireh e. Di 23 wezaretan de tenê jinek heye û di nava 122 parlamenteran de tenê 22 jin hene. Wê dengê 22 jinan li hemberî dengê bi sedan mêran kêm bimîne û nikaribe bilindtir bibe. Ji ber wê em di nava têkoşînê de ne, em ê di Sûriyeya nû de hebin û divê di nivîsandina destûra wê de jî cih bigrin. Her wiha divê em bighîjin asteke wisa ku jin bi xwe destûra xwe binvîsînin, hevgirtineke bihêz li hemberî dijminên jinan ava bikin. Ger em dest bidin hev em ê bikaribin li dijî tundiya li me tê kirin, têkoşîneke mezin bimeşînin.”