Tavge Selah: Di şeran de jin koçber dibin di kampan de jî tên dorpêçkirin

Şerê di navbera Îran-Îsraîlê de ji bo gelê Başurê Kurdistanê tirs û fikaran daye avakirin. Tavge Selah dibêje ku dema şer çêdibin herî zêde jin û zarok zirarê ji şer dibînin, koçber dibin, birçî dimînin û malên wan wêran dibin.

ŞIYA KOYE

Koye – Di 13’ê Hezîranê de Îsraîl êrîşî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir. Ev 6 roj in êrîşên Îsraîl- Îranê didomin. Avêtina fuze û dronan di ser asîmanê Kurdistanê de tirs û fikaran ji bo xelkên herêmê çêkiriye. Hemwelatî dixwazin Kurdistan ji vî şerî were parastin.

Rêvebera Saziya Şehîdên Enfalê ya Koye Tavge Selah têkildarî şerê ku 6 roj in di navbera Îsraîl-Îranê de didome wiha got: “Mixabin ji ber şer ne aramî zêde bûye. Herêma Kurdistanê di navbera van herdu welatan de ye, ji hemû rewşan ziyanê dibîne. Ji serdema Osmanî û Farsan ve Kurd heta roja îro bûne qurbanên şer.”

‘Her çendî şer demkurt be jî çareserkirina rewşê gelek dem divê’

Tavge Selah diyar kir ku di şeran de ên zirarên zêde dibînin jin û zarok in û wiha got: “Jin û zarok koçber dibin, birçî dimînin û malên wan tên wêrankirin. Ji ber wê divê em parastina xwe bikin. Rê nedin şer bigihîje herêma me. Her çendî şer demkurt be jî lê belê ji bo çareseriya vê rewşê demek zêde lazim e.”

Tavge Selah daxwaz kir ku berpirsyarên ku hêza wan heye pêşiya vî şerî bigrin ji bo negihîje Kurdistanê û got: “Ji ber di demên borî de me gelek qurbanî dane. Bi taybetî di vê rewşa ku em bi xwe di nava fikaran de dijîn û rewşa aborî xirab bûye de, em naxwazin careke din malên me wêran bibin. ”

‘Wargeha Mexmûr di dorpêçê de ye’

Tavge Selah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dorpêça li ser wargeha penaberan a Mezmûrê û wiha got: “Dema şer derdikevin xelkê medenî, jin û zarok ji bo rizgarkirina canê xwe berê xwe didin cihên bi aram, koçber dibin. Mînak ger em behsa wargeha penaberan bikin li vê herêmê, wargeha Mexmûrê heye tu aramî tê de nîn e. Rast e ji şer rizgar bûne lê belê ji êrîşan rizgar nabûne û di dorpêçê de ye, ji aliyê derûnî ve ziyanên mezin dîtine û dibînin.”