Serpîl Kemalbay: Em ê bi hezaran zêdetir bibin

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di nirxandina li ser doza girtina HDP’ê de diyar kir ku her çiqas bi çova darazê ya di destên xwe de partiya wan bigrin jî dê yek ji wan bibe bi hezaran û dê ev hemleya wan demek zûtir dawî li desthilatdariya wan bîne.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay têkildarî biryara darazê ya ku der barê parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu de bi encam bûbû û bi xwendina li Lijneya Giştî ya Meclisê xistina parlamenteriya wî û doza girtina HDP’ê de nirxandin kir. Kemalbay got; “Ger were bîra me, ji ber ku civakê berê xwe da HDP’ê, me benda hilbijartinê ya di cîhanê de herî zêde bû derbas kir, ji bo desthilatdariya heyî wekî xeter hat dîtin. Benda hilbijartinê ji bo Kurdan hatibû danîn. Rastiya gel, maskeya demokrasiyê ya desthilatdariyê xist xwarê. Ji wê demê û vir ve partiya me û hêzên demokratîk di bin êrîşan de ne. Em bînin bîra xwe ku qeyûm avêtin ser nêzî sed şaredariyên me, piştû ku careke din me bi hilbijartinê bi dest xistin, dîsa qeyûm avêtin ser şaredariyan. Destnedana hevserok û parlamenterên me hatin rakirin.”
“Em ji bo hemû êrîşan bûn bersiv”
Serpîl Kemalbay diyar kir ku bi hezaran endamên partiya wan ji ber siyaseta ku kirine yan hatine girtin an jî surgunkirin û bal kişand ku girtîgeh; bi girtiyên nexweş, jinên xwedî bebik dagirtî ne. Kemalbay bi bîr xist ku êrîşên bi hilbijartina 7’ê Hezîranê li dijî partiya wan û hêzên demokrasiyê dest pê kirin, bi xwînxwarî heta îro didomin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Me hemû êşan kişand, em li dijî hemû êrîşan bûn bersiv, niha jî bi fezlekeyan, bi girtina partiyê bi ser me de tên. Bi bikaranîna çova darazê, partiya me bigrin jî ew ê bibînin ku yek ji me biçe ê hezar werin. Ez difikirim ku vê hemleya wan dê zûtir dawiya wan bîne.”
“Ên dixwazin me tenê bihêlin dê bi xwe tenê bimînin”
Kemalbay diyar kir ku AKP û hêzên statukoparêz îro di nava bêçaretiyê de ne, bi xistina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglu bi hinceta parvekirinên di medyaya civakî de, ji hemû beşên civakê re nîşan dane ku mafê dengdayîn û hilbijartinê hatiye tunekirin bi gotinên: “ Cîhanê jî êrîşên siyasî yên li dijî HDP’ê şermezar kir. Ên dixwazin me tenê bihêlin, ew ê bi xwe bi tenê bimînin.” Axaftina xwe wiha domand; “Fikreke ku dema wê hatibe tu kes nikare pêşî lê bigre. HDP fikra xwedî vê demê ye. Mirov li ser destek xwe kar, li ser destek xwe jî xwarin dinivîsînin û neçarî xwekuştinê dimînin, cînayetên jinên di asta dehşetwarî de ne. Li Kurdistanê makanîzmeyek hov a mêtinkar ku saetên cereyanê bi serê dîrekên cereyanê ve dikin heye. Xweza û ava gund û gundiyan tên talankirin. Mirovên ku ji bo bi kurdî axivîne hatine kuştin, karkerên çandiniyên yên hatine lînckirin hene.”
“Gel dê teqez bersiva êrîşên ji bo girtina partiyê bide”
Serpîl Kemalbay bi gotina “Pandemî bû nexweşiyeke çînî, bindest pê dimrin” axaftina xwe wiha domand: “Edaleta aşiyê jî jî aşî jî tune ye. Welatekî ku bi lobiyên faîzê, sermayeyên navdewletî û şîrketên alîgir hatiye dorpêçkirin, gelan kirine dijminên hev, HDP’ê xirab nîşan didin, hewl didin xerça mêtinkariyê bidomînin lê em ê destûr nedin vê yekê. Pêdiviya gelê me bi paradîgma û polîtîkayên HDP’ê heye. Em behsa partiyeke ku herî kêm 6 milyon deng 15 milyon mirov li dora wê hene dikin. HDP were girtin jî dê partiyeke nû li cihê wê vebe, partiya bi 3 herf biçe dê li şûna wê partiyeke xwedî 5 herfan were. Gel dê teqez bersiva vê êrîşa ji bo girtina partiya xwe bide.”