Rûbar Ehmed: Divê partiyên başûrê Kurdistanê guh bidin banga Abdullah Ocalan

Çalakvan Rûbar Ehmed diyar kir ku pêkneanîna hikûmetê û venekirina parlamentoyê zirarek mezin daye başûrê Kurdistanê û got: “Divê partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê guh bidin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Di demekê ku Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke hestiyar dibe de, nebûna lihevkirinê û nakokiya di navbera hêzên siyasî de ji bo pêkanîna hikûmetê û ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, li ser Başûrê Kurdistanê bûye gefek cidî.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di hevdîtina 2’yê Tebaxa 2026’an a bi şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk dihat re de, peyam dabû Başûrê Kurdistanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ku di nava vê rewşa bêaramî û pevçûnê ku tê hedefkirin Rojhilata Navîn ji nû ve bê dîzaynkirin de, mijara başûrê Kurdistanê, pêkneanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nebûna yekîtiya di navbera partiyan de, wek mijarek sereke derdikeve pêş. Her wiha diyar kiribû ku ger çareserî jê re neyên dîtin, ev yek dê zirarê bide gelê Kurd û destkeftiyên wan. Wî destnîşan kiribû ku pêdivî bi çareseriyek wek hikûmeteke yekîtiyê ya demokratîk ku ne tenê daxwazên du malbatan, daxwazên hemû gel pêk bîne, heye.

Çalakvan Rûbar Ehmed têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

‘Pêkneanîna hikûmetê cihê Herêma Kurdistanê lawaz dike’

Rûbar Ehmed diyar kir ku peyama Abdullah Ocalan ji bo her çar beşên Kurdistanê bûye û wiha domand: “Di nav de ji bo Başûrê Kurdistanê jî bû. Wek tê zanîn, rewşa siyasî li Başûrê Kurdistanê di rewşa pevçûnek çekdarî de ye, lewma bi tu awayî ti pêşveçûn nîne. Ev yek li Başûrê Kurdistanê bûye sedema têkçûna pêvajoya siyasî. Hilbijartin hatine kirin, diviya bû hikûmetê pêk bîne, parlementoyê nû bike, gevake nû biçe pêş, lê heta niha di cihê xwe de dijmêre. Rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û her wiha rewşa Iraq û Başûrê Kurdistanê, ev herêm bi taybetî di nav rewşeke pir aloz û şer de derbas dibe, ev hemû bandorên xwe hene. Her wiha destwerdana cîranên me li herêmên Herêma Kurdistanê û têkdana pêvajoya siyasî jî, bi armanca lawazkirina pozîsyona Herêma Kurdistanê li ser astên navneteweyî û navxweyî pêk tên.”

‘Pêvajoya aştiyê li Herêma Kurdistanê, xwedî heman bandora li Bakurê Kurdistanê ye’

Rûbar Ehmed da zanîn ku ji ber vê krîza heyî dijminên Kurdan hewl didin başûrê Kurdistanê tune bikin û wiha pê de çû: “Ji ber vê, Abdullah Ocalan hişyariyê dide siyasetmedarên Herêma Kurdistanê ku divê xwedî deng û reng bin. Ew guhertinên ku li herêmê diqewimin, bêguman dê bandorê li me bikin. Lewma, ger siyasetmedarên me baldar nebin, bi awayek siyasî tevnegerin, ev yek dê bi karesatekê bi dawî bibe. Niha pêvajoya aştiyê heye, ger em pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê ji bo partiyek siyasî kêm bikin, dê şaş be ji ber pêvajoya aştiyê û pêvajoya siyasî niha li çar aliyên Kurdistanê tê meşandin. Ev yek hemû beşên Kurdistanê, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê, eleqedar dike. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê ne beşeke cûda ye. Pêvajoya aştiyê li Herêma Kurdistanê, xwedî heman bandora li Bakurê Kurdistanê ye.”

‘Divê hikûmetek ku mafê hemû gelan diparêze bê avakirin’

Rûbar Ehmed balkişand ku çawa pêvajoya aştiyê bû sedema guherînên li Rojavayê Kurdistanê, parastina Rojhilatê Kurdistanê ji jenosîdan tê plankirin. Rûbar Ehmed anî ziman ku carek din hewla qirkirina gelê Kurd hatiye dayîn û wiha domand: “Lê belê, pêvajoya aştiyê û hewldanên Rêber Ocalan gelê Kurd ji vê komkujiyê rizgar kir. Ev di çarçoveya pêvajoya aştiyê de hewldaneke baş, gaveke gelek erênî û gaveke gelek pêwîst bû ku di dema xwe ya rast de hat avêtin. Abdullah Ocalan bang li hikûmeteke ku hemû prensîbên demokratîk digre nava xwe dike, ango hikûmeteke ku gel tê de rasterast beşdarî birêvebirinê dibe, hêz, siyaset û aborî di destê çend partî an malbatan de kom nebin kir. Divê partiyên din ên siyasî, hem yên opozîsyonê û hem jî partiyên din ên di hikûmetê de, hikûmeteke berfireh ku bi hev re Başûrê Kurdistanê birêve bibin ava bikin. Herêma Kurdistanê dê van krîzên aborî, siyasî, sîstemî û îdarî derbas bike û hikûmetek dê were avakirin ku karibe mafên welatiyan dabîn bike û cihê Herêma Kurdistanê biparêze.”

‘Dijmin hewl dide herêma Kurdistanê tune bike’

Rûbar Ehmed da zanîn ku divê li ser asta navneteweyî gavek ji bo pêkanîna lihevhatinek di navbera partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de bê avêtin û wiha got: “Dijmin hewla tunekirina û lewazkirinê dide. Lê partiyên siyasî bêyî ku hay jê hebin, li ser tişt û peywirên pir biçûk şer dikin, divê bi hêsanî ev bên avêtin, wêneyê giştî li ber çavan bê girtin. Mixabin, partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ev yek nekirin. Ji aliyê partiyekê ve çend caran hewl hat dayîn ku wan bîne ser maseya danûstandinan ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh ku hemû alî tê de beşdar bin. Lê ev hewldan ji ber hewldanên derveyî têk diçin. Lewma, em dibînin ku hikûmeta nû hê jî nehatiye avakirin û metirsiya wê yekê heye ku encamên hilbijartinan neyên qebûlkirin. Ji ber dema hilbijartin li welatek demokratîk tên lidarxistin, ji bo lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikûmetê heyamek yasayî heye. Em weke welatiyên Herêma Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku guh bidin banga Abdullah Ocalan û dawî li nakokiyan bînin. Ger ew nakokiyan bidin aliyekî, dê zemîneke gelek baş çêbibe. Ger yekîtiyeke Kurdî bê avakirin, wê demê ew ê karibin derbarê beşên din ên Kurdistanê de bi awayekî zelaltir biryarê bidin.”

‘Divê partiyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û guh bidin banga Abdullah Ocalan’

Rûbar Ehmed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku banga rêberê gelê Kurd dikare ji bo hemû aliyan bibe xala destpêkê ya ji holê rakirina cûdahiyan û wiha berdewam kir: “Ger hikûmetek bikaribe hemû cudahiyan qebûl bike, dikare hemû cûdahiyên di nava civakê de jî qebûl bike. Wê demê, çi netewe, ol an jî hizreke cûda be, tu yê di wê hikûmet an saziyê de cih bigirî, dikarî mafê xwe bi dest bixî. Ji ber wê, avakirina hikûmeteke neteweyî ku em jê re dibêjin hikûmeteke demokratîk ku hemû prensîbên demokrasî digre nava xwe, dê birêvebirinê hêsantir bike û pirsgirêkên rêvebirinê li Herêma Kurdistanê kêm bike. Lewma guhdana banga Rêber Ocalan dê bibe destpêkek ku hemû alî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bên ser maseya muzakereyê.”

‘Hikûmeta demokratîk ji bo Başûrê Kurdistanê çareserî ye’

Rûbar Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger hikûmetek li ser bingeha demokratîk bê avakirin, wê demê ew ê bibe hikûmeteke ku hemû alî xwe tê de dibînin. Wê demê ti cûdahî namîne. Desthilat an jî pile dê bi awayek wekhev di navbera partiyan de dê bên dabeşkirin. Wê demê opozîsyon namîne û her kes dê pêşbaziyê bike da ku xizmeta welatiyan bike, xizmeta herî baş pêşkêş bike. Divê hikûmeta Kurdistanê xwedî rewşeke aramtir be da ku gelê wê bikaribe di nava aramiyê de bijî û ne hewce be ku li pey pêdiviyên bingehîn bikeve. Lewma, hikûmeteke demokratîk ji bo Başûrê Kurdistanê çareseriya yekem û dawî ye; da ku bikaribin di pêşerojê de xwedî pozîsyoneke xurt bin û xwedî hikûmeteke bihêz bin û herwiha da ku di her cûre guhertinên li Iraq û herêmê de bikaribin yekgirtî bin. Hikûmetek sazûmanî û fermî heye. Hikûmeteke yasayî û demokratîk heye ku hemû prensîbên demokrasiyê digre nava xwe. Wê demê, avêtina gavan ji bo bidestxistina mafan dê hêsantir be.”