Ronak Mecîd: Divê Kurd bibin yek

Çalakvana siyasî Ronak Mecîd têkildarî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê got ku “Hêvîdar im hebûna pêvajoya aştiyê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” û destnîşan kir ku divê Kurd bibin yek.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – 27 sal di ser komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bûn. Li dijî komploya navnetewî û şikandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostên Kurdan di nava têkoşînê de ne. Çalakvana siyasî Ronak Mecîd têkildarî komploya navnetewî ji ajansa me re axivî.  

‘Piştî komployê gel bi fedayî bersîv da dijmin’

Çalakvana siyasî Ronak Mecîd destnîşan kir ku dewleta Tirk bi riya dewletên serdest komployek li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aniye û wiha got: “Di encama komploya navnetewî de Rêber Apo birin greva Îmraliyê. Ev komplo li tevahî dinyayê deng veda, ji 7 salî heta 70 salî ketin nava berxwdanê. Bi riya xwepêşandan û çalakiyên fedayî li tevahiya Kurdistanê dengvedanek mezin li pey xwe anî.”

‘Gel ji bo şikandina tecrîdê têdikoşin’

Ronak Mecîd diyar kir ku tevî girtin û hebûna komploya li ser Rêberê Gelê Kurd, niha divê mafê hêviyê were bicihanîn û wiha pê de çû: “Lê belê hê mafê hêviyê nayê bicihanîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo şikandina tecrîdê di nava berxwedan û têkoşînê de ne.”

‘Heta niha dewleta Tirk ti gavên şênber neavêtiye’

Ronak Mecîd da zanîn ku nîha dewleta Tirk li ber sekeratê ye, heman rewşê niha Iraq, Sûriye û Îran di aliyê siyasî de dijî û wiha got: “Di encamê de, dewleta Tirk xwe spart siyaseta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza çareserkirina pirsgirêka aştiyê tînin ziman. Hebûna pirsa aştiyê li Rojhilata Navîn rêgiriyê li şer û ne aramiya civakê dike. Her wiha niha Îsraîl hatiye nava şer. Îsraîl ji bo dîzaynkirina nexşerêya Rojhilata Navîn planên nû dike dewrê. Lê belê dewleta Tirk tevî hemû şerê dijî gerîlayên PKK’ê daye meşandin, negihîşt encamê. Zirarên madî û canî da welatê xwe. Dewleta Tirk di aliyê siyasî û dîplomasî de teng bû. Ji ber wê bi riya Dewleta Bahçelî xwest ji sekeratê ber bi aştiyê ve biçe.”

Ronak anî ziman ku ji bo hebûna pêvajoya aştiyê divê guherîn di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de bê kirin û wiha berdewam kir: “Ji ber wê AKP û Erdogan û komek ji desthilatdarên kevneperest, armanca wan a pêşxistina pêvajoya aştiyê nîne. Ji ber wê bi riya gelek mijarên din rêgiriyê li pêşxistina pêvajoya aştiyê dikin. Lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bi riya heyetan balê dikşîne ser pêşveçûna pêvajoya aştiyê. Tevî hebûna pirsa aştiyê, heta niha dewleta Tirk gavên girîng ji bo pêvajoyê neavêtine. Dewleta Tirk bi riya çeteyên xwe yên li Sûriyeyê, ji bo pêşîlêgirtina pêşketinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokrastîk (HSD) dike.”

‘Divê gelê Kurd bibe yek’

Ronak Mecîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Girtina Rêber Apo, girtina miletek bû. Hêvîdarim hebûna pêvajoya aştiyê bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd. Ji bo ku bikaribin pêvajoya sosyalîzma demokratîk bi komunan bidin destpêkirin û civaka Kurd bipêş bikeve. Her wiha di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de, ger gelê Kurd nebe yek, wê Lozanek din dubare bibe. Ji ber vê divê Kurd li her aliyê Kurdistanê bibin yek û xwedî yek helwestê bin da ku planên li dijî Kurdan bidawî bibin.”