Rojnamegara Lûbnanî: Pevçûn tundiyê zêde dike

Rojnamegara Lûbnanî Nemat Badr Al-Din diyar kir ku polîtîkayên şer ên hêzên desthilatdar dibe sedem ku bi hezaran kes ji cîhê xwe bibin û dest nişan kir ku pevçûnên heyî tundiya li ser jinê zêde dike.

FADİA JUMAA

Beyrûd – Hêzên hegemon ên li Xeza, Lûbnan, Iraq û Sûriyeyê bi polîtîkayên şer ên ku didin meşandin pêşeroja wan welata ber bi nediyarbûnê ve dibe. Rojnamegera Lûbnanî Nemat Badr Al-Din diyar kir ku polîtîkayên şer bûye sedem ku bi hezaran kes ji cihe xwe bibin.

Nemat Badr Al-Din amaje bi vê yekê kir ku Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Amerîkayê dirêjkirina êrîşên li ser Lûbnanê ye jî, bal kişand êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê û wiha got: “Tişta ku li Xezayê diqewime li ber çavên cîhanê tê kirin. Diviyabû kesên li Xezayê sucê şer dike bihatina darizandin, ji ber bêdengiya navneteweyî binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibe.”

‘Kriz her ku diçe kurtir dibe’

Nemat Badr Al-Din di berdevamiya axaftina xwe de balkişand rewşa Sûriyê, Iraq û Lûbnanê û wiha got: “Bi biryara welatên cîhanî Sûriyeyek dorpêçkirî heye. Krîza kesên ku li Sûriyê, Lûbnan, Ûrdun, Tirkiyê, Iraq û Misrê ji cîhê xwe bûne kurtir dibe. Li Lûbnanê krîzek aborî ku tu carî nehatiye dîtin heye. Parlemento bê bandor e, encama wê gel dikşîne. Pereye gelek kesan di deste bankayan de tê girtin. Yanî dîrok vê dide nîşandan; em dibin şahîdê diziya herî mezin. Li Lûbnanê bi hezaran Sûriyeyî ku ji cîhê xwe bûne hene. Topbarana li ser başûr dibe sedema mirinên sivîl.”

‘Nexşeriya herema Ereban tê guhertin’

Nemat Bedir El-Dîn, bal kişand ser wê yekê ku gelek geşedanên xeternak nexşeriya herêma ereban guhertiye û wiha dewam kir: “Encamên van geşedanan bi pêvajoya şerên di navbera her du eksenên naskirî de tê diyarkirin. Aniha navenda şer Xeza ye, em dikarin bibêjin ku encama wî şerî dê îmaja heremê diyar bike. Hêzên hegemon hîn jî di vê biryarê dene ku li ser cîhanê hikûm bikin û naxwazin ji cîhê pere qezenc dikin derkevin.”

‘Di hevdîtinên aşitiyê de pêdivî bi jinan heye’

Nemat Badr Al-Dîn di berdevamiyê de balkişand ser rastiya jinê a ku di nav kriz, pevçûnên berdevam dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di pevçûn, şer û krîzan de jinan ji aliye fîzîkî, derûnî, civak û çandî de bi zehmetiyan re rû bi rû ye. Pevçûn dibe sedem ku tundî li ser jinê hîn zêdetir bibe. Jin tenduristiya cinsî û xizmetên tenduristiyê yên zayînê jî di nav de nikarin xwe bigihînin xizmetên bingehîn. Tevî van hemû zehmetiyan jî jin li Rojhilata Navîn dikarin di qadên siyasî, aborî, civakî, ewlekarî û çandî de rolên bingehîn bilîzin. Jin bingeha jiyanê ye û di aşitiyê de dikare rolek bi bandor bileyîze. Di hevdîtinên aştiyê û pêvajoyên biryardanê de pêwîstî beşdariya bi bandor ya jinan heye.”

Nemat Bedir El-Dîn, biryara 1325 a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û got ku divê ji bo pêkanîna biryarê zext bê kirin. Nemat Bedr El-Dîn, da zanîn ku ji bo jin di hemû qadên jiyanê de bi bandor bin, dixwazin şert û mercên peymanên navneteweyî bên bicihanîn û divê polîtîkayên girêdayî mijara jinê bên meşandin.